Zagonên Şervantiyê

Li ser Komkujiya Hewlêrê ya 09.05.2007 ê
Dema ku min bihîst, heman wekî komkujiya Amedê dema ku komek zarok kuştin û deng ji kesekî derneket. Heman karîgerî li ser min çêkir. Hevalekî min got “ Tirkan li Hewlêrê bombeyek teqandine, ji bîstan bêhtir mirov hatine kuştin û bi qasî pêncihî jî birîndar hene”

Dîsan cênîkên min şewitîn, xwîna min cemidî, çavên min beq bun. Yekser min xetên torê têk dan, mitorên lêgerînê li hev xistin, lê tenê di malperekî Kurdan de nuçe bi çavan ket. Ji xwe Hawardengubas, ji berê de wekî çavkaniyekî ye ji me re, bi taybet ji bo nuçeyan. Wekî din bezîme ber şaşeyên TV yan. Mixabin an nuçeyan dest pê nekiribun an jî bihurîbun. Deng ji kesî ne dihat, ji dengê muzîkê pêve…

Ez ne siyasetmevanim, lê ji ber ku Şervanim bi her rengî karîgeriya siyasetê li ser me dibe û bê guma ji ber ku Kurdim. Dîsan jî şiroveyên siyasî ji min nayên.

Tirk di rojhilata navîn de hettanî neha wekî hêzekî leşkerî ya mezin dewr leyist û gefên xwe bi vî rengî dikirin. Ji ber ku maşika destê USA bu. Lê neha Emerîka benê xwe bi singê Kurdan ve girê didê. Ew meziniya Tirikan ma di bin siya hespê Kurdan de. Ji ber vê yekê jî, çawan ku welatên “Bêhêz” komên piçuk xwedî dikirin û mirov di kolanên welatê din de dikuştin, çawan ku, hindek kesên pêxas birêk dixistin, çek di dane dest wan û berê wan didane nava kolanê gelên dîtir de. Tirik jî neha heman wisan li wan hatiye. Wekî rêkxistinekî terorîstî xwe di nava welatê Kurdan de birêk dixe û komên mirovan dide kuştin. Her çend di nava xwe de herroj Kurdan dikuje jî, wekî vê Komkujiya Hewlêrê ne wekî komên pêxwasan e. Ev car komên kuçukan hatin ber çavên min, kuçikên dirinde û har. Ne karîn leşkerên xwe bixin Başurê welat, ne karîn Kerkuka dewlemend bi dest bixin, ne karîn gotinên xwe di nava tixubên Kurdan de bibihurînin, ne karîn Ala xwe ji bin siya Ala Kurdistan derxînin, ji ber vê yekê jî bi nihênî Kurdan dikuje û dixwaze şahî û coşa wan bikuje. Ne jî îro pêve ev demeke tirik vî şêwazî dimeşînin. Tiştên ku bi darê zorê nikarin bikin dê bi çalekiyên bi vî rengî bikin ku kêfa Kurdan ji cî bibin. Lê mixabin wekî hertim di vê de jî xeletî dikin, ji ber ku Kurd bêhtir rikê li himber wan digrin û ketina Tirkan ya Başurê Kurdistan dibê xeyal.

Kuştina van mirovên me îro, ji bo min jî bu birîn, lê hêrsa min ewe ku Kurd dîsan wekî buyera Amedê bêdeng bimînin. Em ne terorîstin. Em ne xwînrêjin. Em ne mêrkujin lê di nava vê çenbera agir de jî ew ruwê min nîne ku ez bêjim emê bi van mêrkuj û qatilan ve bibin bira. Ev jî zagona şervantiyê ye…

 

10.05.2007

You may also like...

Bersivekê binivîsin

E-posta hesabınız yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.