Xewin bi Kurdî

Beş I    Zimanê Kurdî di nava Kurdan de

Hun jî xewnên xwe bi Kurdî dibînin? an bi zimanekî din, Tirkî, Erebî, Farisî an jî Rusî?
Bêguman ev pirs, ji aliyê mirovên ku bi Kurdî na peyivin ve hertim pirsekî bê wate buye, û hertim bênirx hatiye dîtin. Lê li gorî min, ji bo kesayetekî hey ji xwe heyî, mijarekî jiyanî û giring e. Dema ku di mijara ziman an jî çand, an jî kevneşopa
Kurdî de giringiyekî mezin jêre tê dayîn û derdikeve pêş em dibînin ku gelik astengî û pêşgirî jî têne rojevê.

Mijara zimanê Kurdî, bi giştî mijara Kurdî û Kurdewarî hertim bi êrîşên dirinde û bêbext ve hatiye pêşberî hev. Ez vê yekê jî bi xalekî giring ve dinirxînim ew jî eve: Mirov, dema ku di mijarekê de, di derbarê diyardeyekê de qels û bêhêzin, bê huner û bê azmunin, hertim wê mijarê an bê wate didine diyarkirin, an jî dixwazin ji mijara mirovan dur bixin.

Di mijara zimanê Kurdî de, di herdeverê jiyanê de, herroj û li her civatê de em rastî vê rewşê tên. Hejmarekî zêde ya mirovên ku nizanine bi Kurdî, ji bo ku qelsiya xwe ya di derun û ramanê xwe yê netewî de, hest û hestyariya Kurdewarî de, di avêjine ser qelsbuna zimanê Kurdî, an jî bêkêriya zimanê Kurdî. Ev gotinana ne tenê bi devê dijmin û mêrkujên Kurdan bi devê piranî Kurdên, di ziman de şunvemayî ne tê bilêvkirin.

Her çend eve 60-70 sale bi tundî û dijwarî tekoşîna Kurdan, li himber desthilatên sedsala 20. xwe da der û bi taybet di van 30 salên dawî de gihişte astekî netewî û cîhanî jî, di warê ziman de em Kurd hîna jî ne gihiştine asta civakekî asayî, an jî asta civakên cîhanê yên dîtir. Bê guman zimanê Kurdî, tenê wekî pirsgirêkekî ziman nayê nirxandin, ji ber ku ziman; hestên netewî, hestên gelêrî, hestên welatî dixwaze. Ne tenê ji bo Kurdan ji bo her mirovekî zîndar ku li ser ruwê erdê dijî ev rastî derbas dibe. Ew mirovên ku di warê çanda xwe ya netewî û gelêrî de, di warê dîrok û nirxê xwe yên nijadî de xwe berpirsiyar û xwediyek nebîne, ne gengaze ku xwe xwediyê zimanê xwe jî bibîne û giringî pê bide.

Ku em çend xalên berçav hilgirine dest û rewşa Kurdan li himber zimanê Kurdî bi çend xalên serekî ve derbibirin;

Em Kurd bi xêra çand û kevneşopa xwe, dîrok û nirxên xwe yên dîrokî ve bi hêzekî mezin ketine nava tekoşînê de, di encama vê tekoşînê jî, ew qelsî û şikestina vîna netewî, zîndar bu û di roja îroyîn de, him Kurd, him jî cîhan hebuna Kurdan di pejirîne û li gorî vê vîn û tekoşînê jî nirx dide wan. Kurd; bi vê hişyarî û pêşveçuna xwe ne gengaze ku carekî din pişta wan bişike û têk biçin. Lê ev nayê wê wateyê ku di warê ziman de rewşa Kurdan başe, an jî zimanê Kurdî di rewşekî baş de ye.

Li başurê Kurdistanê; ji dema ku desthilatdariya Ereban têk çuye, ji serhildana 1991 ê ve zimanê Kurdî di nava pêşveçunekî de ye. Bê guman pir giran pêş ket û li gorî derfetên ku di dest de gav nehatine avêtin, lê dîsan jî astekî mezin hatiye girtin. Zimanê Kurdî ji zimanê Erebî di astekî mezin de hate paqijkirin. Û di roja me ya îroyîn de, him di warê pêşdebirina rêzimanê Kurdî, yekkirina zaravayên Kurdî, him jî di warê bikaranîna zimanê Kurdî di pergala desthilat de pêşketinên dîrokî têne jiyandin.

Li Başurê Rojavayê Kurdistan jî, her çend çanda Ereban xwedî tesîrekî mezin jî be, Kurd ev gelik salên dirêjin xwe bi bikaranîna zimanê Kurdî ve girêdana û mirov kare bêje ku pêşketina zimanê Kurdî ya vî parçeyê welêt bi parçeyên din ve hevrê buye û jê şun ve nemaye. Him bi Bakur re, him bi başur re…

Rojhilatê Kurdistan jî li himbe tevayî serkutkirin û hewldanên desthilatiya Fars an, zimanê Kurdî hatiye parestin û hertim hatiye bikar anîn.

Bêguman kêşeya herî giran û tevlîhev jî ya Bakurê Kurdistan e. Rewşa Bakurê Kurdistan pêwist nîne ku bi kurayî were derbirîn. Lê roja meyî îroyîn bi tevayî pêşketinên xwe yên siyasî, çandî û ziman ve jî, hîna li gorî pêdiviyên gelê Kurd ziman ciyê xwe ne girtiye.

Leyistikvanên filman, dengbêj, şanoger û nivîskar; zimanê Kurdî an jî navên  Kurdî, ji bo firoştina berhemên xwe an jî balkişandina Kurdan bi hostayî, ziman an jî navên Kurdî, kevneşop û jiyana Kurdan bikar tînin. Ev yek ne ji îro ve, bi pêşketina van aliyana ve dest pêkiriye. Îro jî gihiştiye asta xwe ya herî bilind. Li aliyê din jî, Kurd an jî nifşên nu yên Kurdan bêriyek û daxwazekî xwe yî zêde ji bo zimanê Tirkî heye.

Her çend li ser torê û di warê devkî û nivîskî de jî zimanê Kurdî herroj pêşbikeve jî, dîsan ev yek li pêş vê belavbun û asayîbuna zimanê Tirkî di nava Kurdan de nabe asteng. Neha li her gundekî Kurdistanê rêzefilmên Tirkî ji aliye piranî jin an jî ciwanên Kurd ve têne temaşekirin, li her gundekî Kurdistanê ciwanên Kurd bi asanî zimanê Tirkî di nava jiyana xwe ya rojane de bikar tînin an jî dixwazin bikar bînin. Ev rastiyana berçav in. Bê guman di nava vê rewşê de ji alîkî ve jî hejmarekî xort û xwendevanên Kurdan yên ku li ser zimanê Kurdî radiwestin jî pêş dikeve. Lê ev yek li gorî tekoşîna ku Kurdan dayî, li gorî derfetên di destê Kurdan de, li gorî êrîş û nerazîbunê Komara Tirkî û Tirkan li ser Kurdan, dengekî pir nizme û kêm e.

Ne tenê li Kurdistanê, di heman demê de li Ewrupa jî, Kurd di warê zimanê Kurdî de, li gorî civakên dîtir, an jî li gorî tekoşîna ku di warê berxwedan û siyasetê de dayin, pir şun ve ne. Hejmara pirtukên Kurdî ji yên tirkî ne zêdetirin, nivîsa Kurdî li gelik welatên Ewrupa di nava Kurdan de “mirî” ye. Gotinên Kurdî di nava zarokên Kurdan de, her çend hebe jî pir qels û kêm e. Ew têkildariya ku ji sitranên Kurdî re heyî, ji nivîsa Kurdî, fêrbuna zimanê Kurdî û wêjeya Kurdî re nîne. Zimanê Kurdî ne buye zimanê aborî, zimanê Kurdî nebuye zimanê siyasî, zimanê Kurdî ne buye zimanê teknîkî.

Dema ku em van xalana pêşçav dikin nayê wê wateyê pêşketinên ku heyî em veşêrin an jî nebînin. Wan pêşketina jî yek bi yek emê derbibirin.

Xortên Kurd yên ku li welatên Ewrupa dijîn, piranî zimanên van welatan bikar tînin. Hest û hesretekî wan ji bo Kurdayetiyê heye lê ne bi zimanê Kurdî.

Jiber vê yekê ye jî zimanê Kurdî di nava gelên biyanî de jî nayê nasîn û nayê hilgirtina dest. Kurd çiqas xwedî li zimanê xwe derkevin û bikar bînin, welatên biyanî jî ewqasî dê ji bo wan derfetan bi afirînin. An jî Kurd dikarîn bi xwedî li zimanê xwe derketinê derfetên mezin li derveyî welat jî bi dest bixin.

 

Beş II. Pêşketinên zimanê Kurdî çine û em dikarin çawan bêhtir pêş bixin?

 

 

Bi van kêmasî, kêşe û qelsiyên zimanê Kurdî û Kurdan ve jî, hetanî neha, di bin tevayî desthilatdariyên derve û tepeserkirinên dijminan ve jî, zimanê Kurdî hatiye parestin û bi mezinbuna tekoşînên netewî ve hîn bêhtir li cem Kurdan û dijminên Kurdan buye xwedî nirx.

Ji dema Mîr Celadel Bedirxan, hetanî roja me ya îro, bi hejmarên pir zêde, kovar, rojname, pirtuk û ceribandinên giranbuha bi zimanê Kurdî çap bune. Gelik saziyên bi nirx, kom û kesên xebatkar, rewşenbîr û nivîskarên hêja derketine. Çawan îro di tevayî cîhanê de, him di warê sererastbuna rêziman, him sererastkirina ziman li gorî teknîkê, pêşketinên mezin çêbubin, zimanê Kurdî jî ji van pêşketinan şunve nemaye û rojane di nava nubunekî de ye.

Her roj, bêhtir mirovên ziravbihîstyar di vî warî de hewl didin ku gavekî berbi pêş ve bavêjin.

Li başurê Kurdistan, ji destkeftiya sala 1991 ê û pêve derfetekî bê hempa ji bo zimanê Kurdî jî ava kir. Ji dema raperînê û vir ve, di encama xebata bi dehan rewşenbîr, nivîskar û lêkolînvan ve zimanê Kurdî, hetanî astekî mezin ji zimanê Erebî hatiye baqijkirin, di warê nivîsê de her çend hîna qelsiyên balkêş hebin jî, sererastiyek ketiye zimanê Kurdî de. Wekî ku tê zanîn bi van destkefiyên dawî de, hîn bêhtir, ziman ji bo derbirînekî netewî giringî pê tê dayîn û hîn bêhtir bêş ve diçe. Bê guman xala herî giring ewe zimanê Kurdî li vê herêmê buye zimanê fermî yê pergala birêvebirinê, buye zimanê sazî û dezgehên fermî.

Bê guman, ziman hetanî nebe zimanê pergalê, nebe zimanê rêvebiriyê, nebe zimanê darezandin û saziyan, nabe zimanê civakê jî. Di vî warî de jî derfetekî bê hempa ketiye destê me Kurdan de. Ev derfet çiqasî dê were nirxandin, dê çiqasî me bi pêş de bibe nizanim, lê tenê dikarim vêya bêjim ku, her rojek ji bo parestina zimanê Kurdî derfetekî mezine, divê ku ji aliyê herkesî ve were nirxandin.

Wekî ku me li jorê jî da xuyakirin, her çend ev erênî û pêşketin hebin jî, ziman xwe bixwe pêş nakeve, ziman tenê bi xwestek û hewldana çend kesan, çend rewşenbîr û nivîskaran ve pêş nakeve. Divê ku her Kurdek ji bo xwe wekî erkek an jî jiyana xwe ya asayî bibîne û bi vî rengî bi zimanê xwe bijî.

Îro tu mirovekî tirk, bi xwere nabîne ku bi Kurdî bi peyive. Hêjayî xwe nabîne bi Kurdî binivîse. Lê her Kurd ji bo ku baş hînî tirkî bibe hewl dide, di roja me ya îroyîn de, zarokên gundê Kurdan, ew gundên di quntara çiyan de, ew gundên ku hertim bune meskenê şervanan, ew gundên ku remza çanda Kurdî ne, roja îro hewl didin ku fêrî tirkî bibin, zarok, di temenê piçuk de bi tirkî xeber didin.

Bê guman sedemê vê yekê hene. Kurd hertim ji bo ku erza wan neyê şikandin, ji bo ku kes henekê xwe bi wan nekê, hewl dan ku baş fêrî tirkî bibin, hewl dan ku çar bi çar bi tirkî bi axifin. Ji ber vê yekê jî baş bi tirkî axaftin ji bo wan bu armancek. Lê tu car bi kurdî ne axaftin ji bo wan ne bu şerm, tu car bi Kurdî xelet axifîn ji bo wan nebu şerm, tu car ji bo wan bi Kurdî nenivîsîn, bi kurdî ne hejmartin, bi Kurdî xewn nedîtin ji bo wan nebu şerm. Lê ev rastî di jiyana mirovan de heye û herkesek jî vêya di pejirîne, ku mirovek bi zimanê xwe nizanibe, bi zimanê xwe xeber nede, bi zimanê xwe ne hijmêre, bi zimanê xwe xewnan nebîne, xeyalê xwe bi zimanê xwe çêneke, şerma herî mezin ewe.

Dema ku tirk henekê xwe bi zimanê Kurdî kirin “Kurdî ne zimane, wêje, nivîs, roman pê çênabe” gotin. Û yekî kurd rabe bi tirkî xeber bide, an jî bi tirkî binivîse, şerma herî mezin eve. Ev yekjî peywendiyê xwe bi kesayeta wî kesî ve heye. Tê wê wateyê ku tenê ruwê wî li pêşber serdestan sor dibe, abruyê wî tenê di xelet peyivîna zimanê wan ve sor dibe.

Hetanî roja îroyîn tu giringiyekî mezin ji bo zimanê Kurdî an jî peyivîna zimanê Kurdî ji aliyê hêz û rêxistinên Kurdan ve jî li gorî hêjayiya xwe nehatiye dayîn. Ji aliyê hindek saziyan ve tenê pêşdebirina zimanê Kurdî û nivîsîna wê têrê nake. Dive ku her Kurdek bi nivîse, bixwîne, û bide nivîsandin. Lê ev tabloya bi jan îro jî li pêş me ye ku di malê Kurdan de pirtukên tirkî ji yên Kurdî zêdetirin. Nivîsa tirkî ji ya Kurdî bêhtir tê bikar anîn. Û îro jî tirk henekê xwe bi zimanê me dikin. Yên wekî Îbo jî hetanî kilamekî Kurdî dibêjin hezar xeberî ji temaşevanê Kurd re dikin. Lê herkes veya baş dizane ku îro Komara tirkî bi ziman, çand, xwarin, kinc, nav, huner, muzika Kurdî ve ser piya dimîne. Lê bi vêya re jî, “yên bêziman, yên bê nivîs, yên bê çand” Kurd in.

 

Ji bo ku ev rewşa pêken ji holê rabe, ji bo ku êdî dewlemendiya zimanê Kurdî bi keve her deverê jiyanê, divê ku her Kurdek berî her tiştî mala xwe, zarokê xwe, mirov û nasê xwe bêxe vê rikê de. Ji bo vê jî derfet, ji herdemê pirtirin. Bi hezaran malperên Kurdî hene, bi sedan sazî û dezgeh hene, bi hezaran pirtuk û ferhengê Kurdî hene. Tenê kar maye ku Kurd vana bikar bînin.

Em hêvîdarin ku Her Kurdê vê nivîsê bixwîne, heke hebê qelsiyekî wî di vî warî de, yekser ji holê rake û bikeve nava tevgerekî de ji bo pêşdebirina jiyana xwe.

Ji bo vê jî em hêvîdarin ku malpera Gewlavej.com (Piştre Rewanbej.com) jî bibe holek, bi be amêrek bibe lênivîsek ji bo vê xebata hêja û jiyanî.

20.02.2007(Cihê lê hatî weşandin- Azadiya welat, Kurdshow,Gelavej)

You may also like...

Bersivekê binivîsin

E-posta hesabınız yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.