Vebûna Nûkurd ê

Nû!

Gotinekî xweşe. Nûbûn,nûkirin,nûjenî. Di dîroka cîhanê de ciyekî taybet yê vê gotinê heye. Taybetiya wê ji mezinbûna wê tê. Gotinekî bi qasî xweşbûna xwe mezine jî. Ne tenê mezine di heman demê de gotinekî giran e.
Ronesansa fransiyan, Prestroika ya ku Gorbaçov ji bo sovyetê dixwest, an jî bi dehan bûyer û nûbûnên dîtir yên cîhanî wateya vê gotinê kur û giran dikin. Lê ji bo me Kurdan wateyekî xwe ya hîn mezintir heye. Nû Kurd an jî Kurdên nû.

Çima Kurdên nû? Ez di wê baweriyê deme ku ji her demê bêhtir, ji her dem û çerxê zêdetir pêwistiya Kurdan vê demê bi nûbûnê heye. Em ji ber ku Kurdin herî zêde em gazina ji xwe dikin, ji Kurdîtiya xwe dikin, lê di wê baweriyê deme ku em ji tu gel û Netewên dîtir yên cîhanê kêmtir û qelstir nînin. Lê ev nayê wê wateyê ku nûbûn bo me ne pêwiste, an jî Kurdê nû çênabe. Ev bîst salên dawî diyardeya wêye ku awayê pêşveçûn û birêveçûna jiyanê li gorî berî bi sed salî bîst caran zêdetire. Karên ku di salekê de dibin li gorî berî bi sed salî di bîst salan de ne dibû. Li gorî berî pêncsed salî di pêncî salî de ne dibû. Ewqasî awayê birêveçûna jiyanê zû ye. Ji ber vê yekê di Kurdan de jî nûbûn an jî kesayeta nû, an jî nifşê nû pêdiviyekî jiyanîye. Jiber ku em bûn parçe, em bûn zimanên cûda, em bûn sîstemên cûda, em bûn dibistanên cûda, em bûn kesên cûda, em bûn alayên cûda, em bûn hêz û rêxistinên cûda, em bûn aheng û hestên cûda, em bûn muzîk û sitiranên cûda. Lê îro hertiştek, berî hertiştî telefona destê me jî me dighîne hevdû. Ne Perestroika yeke wekî ya Gorbaçov ne jî Ronesansekî  Ewrûpiyan bo me têrê nake û bersiva bihurandin û gûherandina kevnarî û hizirên me yên ku me ji me dûr dixin û asteng dikin rizgar dike. Di her warî de nûbûn, di her warî de nûkurd pêwiste.

Azmûna Kurdan ne kême, azmûna mirovê Kurd, ji zarokekî bigrin hetanî pîr û kalekî, ji rewşenbîrekî bigrin hetanî sitiranbêjekî herkesek xwedî azmûnekî civakî û civaknasî ya başe. Evana jî başî û derfetên erênî yê nûbûnê ne.

Me çek dît, me mirin dît, me êş dît, me jan dît, me girtin dît, me kuştin dît, me xwendin dît, me siyaset dît,me sitiran dît, me seyran dît. Me koçberî dît me koçber dîtin. Me pirtûk dîtin me nivîskar dîtin. Me roman dîtin me helbest dîtin me çîrok dîtin. Me dayik dîtin, me keç dîtin me zaro dîtin me hestên wan yê birîndar, dilê wan yê şikestî, çavên wan yê bi rondik dîtin. Me gaz û çekên agir dîtin, me meytên şewitî, destên jêbûyî, laşên parçe, kesên birîndar dîtin. Me xayin dîtin, me dijmin dîtin, me rikdar,hesud,fêlbaz dîtin.

Eynika me ya civakî gelekî firehe. Her Kurd ek di vê eynikê de kare xwe bibîne.  Lê ji bo ku mirov bi serbilindî xwe di nava asta başî û qenciyên mirovî û civakî de bibîne bê gûman pêwistî bi nûbûnan heye. Bi hizirê nû, bi bîr a nû, bi kesayeta nû, bi ken û giriyê nû. Ji bo vê yekê jî beyî ku hertişt bi hêviya herika rûbarê Kurdewarî ve werê hêliştin divê ku ev nûbûn bête destekkirin û herkesek di nava kurayiya derûnê xwe de vêya bijî.

Ji ber vê yekê ez bawer dikim ku nukurd.com di baweriya vê nûbûnêdeye û bi vê mebestê dest bi karê xwe kiriye. Ji ber vê yekê jî baweriya min jî eve ku ev pêngava torê ya rêvebirên nukurd.com ê berpirsiyariyekî mezin digrê ser şanê van kesên kurdperwer. Û di wê baweriyê deme ku dê karibin ji bin vî barê giran lê ewqasî jî barê pîroz derbikevin. Bi her awayî vî karê we yê giranbûha pîroz dikim, desteka xwe ya kurdperwerî û dostanî diyar dikim, di vî karê we de serkeftinê, di jiyana we de jî bextewerî dixwazim. Bê gûman di heman demê de ciyê xwe, mala xwe û karê xwe dibînim.  Gelek sipas

 

Agirî Soran

25.12.2010

You may also like...

Bersivekê binivîsin

E-posta hesabınız yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.