Vaye ez Kurdim

Kaniyekî Mezopotamya bum
ji dîrokê herikî me îro
rayên cendekê min bun Dîcle û Firat
pirtukekî veşartî bu dîroka min
an jî pirtukekî vediziyayî.

Welatekî nenas bum ez
welatekî bi mayinan dorpêçkirî
erdekî talankirî
malekî wêrankirî

Kulmek xwîna rîsipiyekî bum li Dersîm
di nava çemê Munzur de
Koma hestiyan bum di Newala Qesaban de
ez ewrên tarî bum li ser asîmanê welatê xwe
di qîrîyam
di pêçekên derguşên ber tifingan de

vaye ez Kurdim

Dayikekî dilbiêş bum
li benda lawê xwe yê girtî
Ez fîlmekî şewitî bum di sînemeya Emudê de
hewarekî bêçare bum di qirika temaşevanekî de
wê kêliyê tenê ewrekî tarî bum ez

Sitranekî êşkencekêş bum
di bendîxaneyê seddam de
seriyekî lêxistî bum di nav destê wan de
meytekî parçekirî bum ez

Gulekî tepeserkirî bum
di bin potînên Pasdaran de
Ji ber ku Kurd bum
bi tawana “bêxwedayî” dihatime dardakirin
di kolanên Kermanşa de

Vaye ez Kurdim

Xema Ehmedê Xanî bum ez
“Kurmanc ne pir di bê kemal in
Emma yetim û bê cemal in
fîlcimle ne cahil û nezanin
belkî sefîl û bê xwedan in”

Cigerxwîn bisporê helbestê bum ez
“Xwendin nihiştin li nav me Kurdan
ne hiş, ne bîr man ji êş û derdan
Ev bax û bostan, ji dest xwe berdan
Ger bêne kuştin dayê tu megrî”

Deryaya hestan bum li Mahabad
Heminê Mukrîyanî bum ez
“Bot nenusîwim bot binusim emin çîm
Dundî Qendîl, gorepanî helgurt nîm
Berew berzeyî diçim gerçî wirdim
Xakî ber pêy têkoşerekî Kurdim”

Vaye Ez Kurdim

Dibum agir, dibum gule ez
wekî baz difiriyam ser şaxê berz
Pêşmergeyekî Qasimlobum li deşta Urmiyê
Li Dalamper sengerekî hesinî bum ez

Aleya destê Mamerîşe bum ez
Ji Soran berbi asîman ve li ba dibum
Pelemarekî pêsmergan bum li deşta Şarezur
Hîwadarê serbestiyê bum ez

Li çiyayê Barzan şervanekî Barzanî bum ez
Carnan şerker, carnan serhildêr
carnan jî xaniyekî şewitî bum
Pêşmergeyê Eylulê bum ez

Vaye Ez Kurdim

Çekdarekî Qamişlo bum ez
geh li bakur bum geh jî li başur
Dayika min Efrînî bu
Rêvingê xaka xwe bum ez

Gerîllakî Egîd bum ez
Li Gabarê keçikekî çekdar
Li Xerzanê zarokekî Şehîd
Heval bum gurzekî ji agir bum ez

Loriyekî zarokî bum ez
Zimanekî pir şîrîn
Awazekî ciwanî
Sitranekî evînî bum ez
ew kî ne li me dipirsin

vaye ez Kurdim

Agirî Soran

03.02.2008

You may also like...

Bersivekê binivîsin

E-posta hesabınız yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.