Temenê çîrokî

Dema ku di derencan re daketime xwarê, li pêş çavên min bû. Bi hêviyekî bê hempa ji xew rabûbûm wê sibê, heya min ji xewna şevî dîtir nebû, hema bêjim wê kêliyê min jibîr kiribû. Çavên min li wan pêlekanên pêş min bû.
Gelo dikevim an nakevim? Dema ku min dît ez xweş dadikevim pêlekanên temenê xwe gelek coşîm. Lê gûmanên min ji nava rayên mêjiyê min mişext nebûbûn. Tenê ez mişextî bûm di nava wan pêlekanan de…
Dengê zingilekî ji dûr dihat, bawerim dêra gûndê me ne nêzîkî malê ye. Nizanim ev xêre an jî gûneh, lê roja berî wê dihizirîm bê çawan bê ayîn bibim, bê dîn bibim. Gelek kesan ji min re digot; “Ma mirov bê dîn dibe?”. Ser vêya ne hizirîbûm qet, û min ne dixwest bi hizirim jî. Bê nasname dibe, bê welat dibe, bê ziman dibe, bê ar, erz, kesayet, vîn û viyan dibe lê bê dîn nabe. Ji xwe tiştê ku min jî ji vî aliyê jiyanê fêm nekiribû bawerim ev bû. Ew mirovê ku evqas diyardeyên giring jê kêmin çawan dibe ku dibe xwedî dîn. Ez bê dîn bûm… lê min ne dizanî bê çawan vî navî li ser xwe rakim, ne ol yê min bû, ne nasname, wê demê çi bikim ji şîretên we xalo…
Pêlekan ne di qediyan, hîna li qata jorîn bûm, min pêlekanên temenê xwe dihejmartin. Her yekî vêcarê çîrokek di nava xwe de radigirt. Situyê min xwar bû, min dixwest rabikim lê sukra min diêşiya di bin barê vê leyistika bê pîvan de. Ew wezna di nava leyistokên zarokan de di vê leyistikê de nebû, ez di temenê ciwan de kal dibûm. Min hestên xwe yên zaroktî li ser pişta xwe kiribûn û wisan dadiketim pêlekanên temenê xwe. Dengê sazê dihat ji mala cîranên me, vê demê herkesî qala –Evînê- dikir. Sitranên evîndarî ciwanên serdemê sermest dikirin bê xeberê dayik û bavên wan. Dema ku di pencereyên malê ve bi dizîka direvîne cem dildarê xwe keçikên pêgihiştî, kelemên tûj di piyê wan re ranedibûn da ku nirxê evîna xwe bizanibin. Helbestên evîndarî rûpelên pirtuka di nepixandin bi gotinên xwe, lê ew pirtuka ku qala peywendiya ku tiştekî ji yê himber xwe hêvî nake, hîna ne gihiştibû destê min, diba ku hîna di nav hesinên mekînê çapxana de êşkence didît.
Min dizanî ku temenê min ewqas kine, biqasî hejmara van pêlekanan, û min dizanî mîna wan ferşên sipî her ku tê şiştin dîsan sipî dibe û dawiya vê çîrokê tu carî nayê. Û min ev yek jî dizanî ku ez tenê ji bo heyecana wê dijîm, ya dîtir çîroke hemû…
Dema ku dengê giryê zarokekî hate guhê min wê kêliya daketinê, hesûdiyekî bêbin ez jî bi xwere noqî nav deryaya xwe kirim. Û cendekê min kire pênc pere di nava neperuşkên xwe de. Nayê bîra min ku min gazinê xwe ji tu mirovî û tu felekan kiribe. Herçend liyan û kilamên Kurdî min di ser deryayên mezin re difirîne ber kaniyên çiyayên welatê min, dîsan jî gazinên xwe tu carî nakim. Lê wê kêliyê hesidî me kenê wî zarokî. Ji ber kû wekî wî kêfxweş nebûm wê kêliyê. Heyecana daketinê carina di gewriya min de dibû pişik. Ew hevrêyê min jî gelek kêfxweş bû demekê, ji min re gotibû; “Xwedayekî min heye bêhle bila bawariya min pê bimîne ew jî herê ezê çi xwelî li serê xwe bikim”.
Ha li ser pêlekanan ketime û serê min parçe buye, ha gihiştime pêlekana dawî, ji bo min tu cewaziya wan nebû. Ji ber ku min dizanî temenê vî parçê agir ku buye ax jî wekî yê min di çerixe û gelek dawiyan di nava xwe de radigre. Ez jî wekî herkesî hezkirê daketinê bûm, ha ketime ha gihiştime…
Dîsan neçar mam çîroka temenê xwe kin bikim. Ji ber ku bi Kurdî bû, ji ber ku mirov bixwênin, diviya kin bikim, ji zimanê xwe kin bikin, ji ramanê xwe kin bikim, ji gotinên xwe kin bikim, ji nivîsa xwe kin bikim, tirsa min ew bû ku bi van kinkirinan rojekê bibînim kû tiştek nemaye…

28.08.2008/23:40

You may also like...

Bersivekê binivîsin

E-posta hesabınız yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.