Şûr û xencer – Ji bo Amida Kurd

Berî her tiştî, ji bo vê xebata we ya bi nirx û hêja û vekirina mijarekî bi vî rengî ya giring û şayanî liser rawestînê ye, we sipas dikim û hêvîdar û bendewanê serkeftinê me.

Bê guman ez ne lêkolînvanekim ku mijara ziman bi taybet mijara zimanê Kurdî bi tevayî hurehur û berfirehiyên xwe ve derbibirim û şirove bikim. Lê wekî her Kurdekî bi awayekî ne fermî jî be, xwedî çavdêriyekî kurim. Wekî ku her kesekî Kurd di nava kurayiya tekoşînê de dijî, ez jî xwedî nêrînên encama beşdarbuna van tekoşîna me.(Tekoşîna ramyarî, aborî, çandî, leşkerî, wêjeyî, hwd.)

Ji ber vê yekê ye ku dê kêmek derfetê min hebê, da ku bibim xwedî hindek nêrîn û karibim van çavdêrîyên xwe bighênime encamekî.

Li gorî ramanê min; Ziman her çend yê netewê ye, yê gel û civakê ye jî, ji aliyê desthilatiyan ve, ji aliyê sîstem û pergalan ve tê belavkirin, zalkirin û desthilatkirin. Di nava sîstemên komaran de sazî û dezgehên zimana hene, ev saziyana ziman sererast dikin, li gorî pêdiviyên demê yên civakê pêşde dibin. Her çend afrandêrê ziman ev saziyana xuyan dikin jî bê guman bi destê desthilatî û rêvebiriya sîstemê ve kar dikin. Bi kinê ev saziyana parçeyek ji sîstemê ne.

Lê yê me Kurdan, hettanî îro sîstemek an jî pergalekî me ya fermî û ser piyan nebuye. Bi vê rewşê ve jî zimanê Kurdî hettanî roja me ya îroyîn xwe parestiye. Her çend bi rengê çend zaraveyan û gelik devokan ve dijî jî, ev yeke ne destnîşaniya qelsî û bêhêziyê ye. Ji ber ku ev cewazî û rengîna zimanan ne dijî xwezaya civaka ne. Îro gelik gel an jî netew xwedî vê rastiyê ne û tu carî ev yek wekî sedemekî parçebun û qutbuna civakî nehatiye dîtin. Mînak; Tirk – ku hertim henekê xwe bi zimanê Kurdî û perçebuna wê dikin.- Bixwe jî di nava wê erda Enedoliyê ya piçuk de di ziman de cudabunê dijîn û cewaziyekî mezin di bikaranîna ziman de heye. Elamanên bakur û başurê Elmanya dema ku bi devoka xwe ya rastî xeber bidin ew jî tiştekî ji hev tênaghêjin.hwd. Dîsan jî cudabuna zêde ya devokan û ji hev tênegihiştina zimana têkiliya xwe bi sîstemê û têkiliya civakî, têkilavbuna civakî ve heye.

Zimanê Kurdî ; yek bi aliyê xwe parestinê, yek bi aliyê qelsbunê bi du aliyan ve dikare were nirxandin. Ji ber hîm û bingihê xwe yê qewîm, yê dîrokî, ji ber çanda xwe ya risen û orjînal, hertim buye xwedî mirovên hunermend yên curbecur. Ev mirovana em dikarin wekî parezdarên zimanê Kurdî bi nirxînin. Di dîroka dur û ya nêzîk de civaka Kurd mirovên hunermend û jîr ji nava xwe afirandine. Hunermendên gel bi taybet yê Kurdan buyine pira navbera îro û rabihurînê de. Bê guman bi bê komarî û bêdesthilatdariya Kurdan ve jî, zimanê Kurdî di bin her hel û mercî de xwe parestiye.

Bi giştî di sedsala dawî de bi taybetî jî di çarîka sedsala dawî de, bi pêşketina elektronîkî û dawî jî pêşketina tora navnetewî ve zimanê Kurdî jî bêhtir kete nava pêvajoyekî pêşketinê de. Êdî ne tenê di dema xweparestinê de ye, di nava pêşketinekî balkêş de ye. Ev yek jî ne bi komar, û hebuna welatekî serbixwe bi rêka gelik saziyên serbixwe, kes û komên welatperwer û Kurdperwer ve hatiye pêkanîn. Bi xebata sazî û dezgehên serbixwe ve di nava civakê de jî hijmarekî mezin ji bo hînbun, fêrbun û zanîna zimanê Kurdî hewl didin.

Ex xalana aliyê pêşketina zimanê Kurdî ne bê guman bi xetên qalind em dikarin van xalana derbibirin. Lê mijar tenê bi van xalana nayê şirovekirin.

Aliyê paşketinê, aliyê metirsîdar, aliyê ku zimanê me berbi tunebunê an jî xirabbunê ve dibin jî pirin û bawerim yên herî giring jî evin. Bi yek du aliyan ve ku em pêşan bidin;

Di serî de hêzên siyasî di vê mijarê de dewrekî diyarket di leyizin. Wekî ku me di serê nivîsê de jî dazanîn rêvebirî an jî desthilatiyên civakê ji bo ziman dewrekî diyarker di leyizin. Di vê demê de ji bo me Kurdan jî heman wisa ye. Amêrên ragihandinê wekî parçeyekî xebata siyasî derdikevine pêş, di heman demê de hêzên siyasî bi kîjan zimanî xwe derdibirin, xwe bi kîjan zimanî didine xwendin. Xwe bi kîzan zimanî didine zanîn. Ev xala herî giring ya parstin û balkişandina ser ziman e.

Mamosteyê zarokekî yê ziman dê û bavê wî ne, paşe mamosteyê dibistanê tên. Zarok zimanê xwe ji desthilatê xwe an jî mezinê xwe hîn dibe û li gorî wê di peyive. Piştî ku mezin bu jî zimanê dibistanê, zimanê ku mamosteyê dibistanê bikar tînin fêr dibe. Bi taybet zarokên kurdan hertim bi du mamosteyan ve hatine beramberî hev, gelik Kurd jî bi sê, çar mamosteyên curbecur ve rastî hev hatine. Her mamosteyek nunertiya zimanekî dike. Dê û bav –ku bi Kurdî xeber bidin- nunerê zimanê Kurdî ne. Mamosteyê dibistanê nunerê zimanê Tirkî ne, û hejmarekî mezin ji Kurdan penaberin an jî terkedinya bune, li welatê ku diçinê de jî, di dibistana wî welatî de rastî mamostene dîtir, nunerê zimanekî dîtir tên. Û ev mirov kîjan zimanî zêde bibihîzê, herî zêde wî zimanî fêr dibe. Ji ber ku dibistan beşekî mezin ji jiyana mirov dadigre zimanê dibistanê desthilat dibe.

Ev pêvajo an jî birêveçuna mirovan, kesayeta Kurd ya îro dide nîşandan. Wê demê kî çiqas rastî kîjan zimanî tê ? wê jî bê guman her kesek divê ji xwe bipirse.

Hertim qelsiyên zimanê Kurdî, an jî hundabuna zimanê Kurdî bi sedemên siyasî yê dîrokî ve tê derbirîn. Bê guman eve xalek, an jî sedemekî pir giring û serekî ye. Helandina civakî an jî asîmilasion şurê ser zimanê Kurdî ye. Îro jî buye xencera di ber mirovê Kurd de ya dijî zimanê Kurdî û “Amida Kurd” jî vêya otoasimilasion binav dike. Ji xwe xwencer, encama lêdana şur derdikevê holê. Ku şopa lêdana şur dijwar bê, xwediyê birînê dikare xencerê li xwe bixe. Çiye ev xencer? Bê guman ji nuvre derbirîn û vekirina siyaseta helandina civakê ne pêwiste, lê vê yekê divê bêjim ku, hejmarekî mezin yê mirovên Kurd, hîna jî di nava pêşbirkekîde ne da ku zimanê biyanî bi awayekî çar bi çar xeber bidin. Ji ber ku dema Kurd zimanê biyanî, -Tirkî, Erebî, Farisî- xweşik xeber nadin, erza wan dişikê, kesên qure û xwediyê ziman henekê xwe bi wan dikin û kesayeta wan dixin bin erdê. Ji ber vê yekê Kurd nikarin kesayeta xwe “piçuk” bixin, lê dikarin zimanê xwe xeber nedin. Şerm dikin ku hindekî gelên dîtir henekê xwe bi wan bikin, lê şerm nakin ku bi zimanekî dîtir xeber bidin, na pejirînin ku ji ber ziman werin piştdestkirin, pevbiçin, helwest daynin, lê di pejirînin ku zimanê xwe nizanibin, jibîr bikin an jî dijunên dijî zimanê xwe asayî bibînin. Yekî Tirk dikare xeberdana Kurdî ji bo xwe şerm û bêşerefiya herî mezin bibîne, lê yekî Kurd derveyî Kurdî her zimanekî wekî zimanê dayikê dikare bi pejirîne. An jî zimanê Erebî , an jî Farisî. Xencera ku ez qala wê dikim, an jî şuna şur ya ku qala wê dikim eve. Ji ber vê yekê ye ku mirovên Kurd li welatên biyanî jî, ji herkesî derengtir fêrî zimanê biyanî dibin. Ingilîzî, Elmanî, Fransî û hwd. Kurd dereng fêr dibin ji ber ku ji xelet xeberdanê şerm dikin. Wisan di hizirin ku heke xelet bikin dê mirovên himber wan bi wan bikenin, dê wekî tirkan duvika bi wan ve bikin, dê wan bi qewitînin. Ji ber vê yekê ye di xeberdana zimanekî dîtir de newêrekin. Hettanî çar bi çar hîn nebin nikarin di nava civakê de bikar bînin.

Wekî din jî hejmarekî mezin ya Kurdan, her çend carcaran bi Kurdî xeber didin jî, hîna baweriya xwe bi hebuna zimanê Kurdî neanîne. Bê guman hebuna zimanekî bi nivîsandin û xwendina wî tê derbirîn. Lê ew ji vê yekê bêpar in. Zimanê Kurdî zimanê wêjeyê, zimanê siyasetê, zimanê lêkolînê, zimanê derunnasiyê, zimanê felsefê, zimanê dîrokê nabînin. Di demekî wisan de ku Tirk bi ziman, çand, muzîk û kevneşopa Kurdî xwe belavî dinyayê dikin de, hejmarekî zêde Kurd hebuna zimanê Kurdî hîna bixwe nedane pejirandin. Di nava vê hejmara zêde de bê guman siyasetmevan, hetta xebatkar û hizmetkarên Kurd jî hene. Li vir mebesta min ewe ku hêzên siyasî yên ku çavê gel li wan e. An jî bi her awayî xwe ji bo gel derdibirin di warê ziman de dewrekî giring dilîzin. Sazî, dezgeh û kes, çiqas hewl bidin jî ku amêrên ragihandinê, amêrên xwegihandina gel di dest wan de nebin, nabin xwedî karîgeriyekî mezin. Ji ber vê yekê jî dema ku ji aliyê hêzên siyasî ve ziman tenê wekî xalekî siyasî derkete pêş, ne wekî xalekî çanda civakî, ne wekî sedema hebuna civakî, wekî amêrekî siyasî derkete pêş bê guman ew civaka ku dibe hêzekî siyasî jî tu giringî nade ziman û ji bo xwe jiyanî nabîne. Dê li gundên Kurdistanê jî ew gundê ku ji Kurdewarî pêve hewaya tu tiştê dîtir nebu, Tirkî were peyivandin, dê xortên nurabuyî Tirkî ji bo xwe rêka mezinbunê bibînin û bijîn, dê komên mirovan xwe bi tirkî derbibirin, dê Kurdên derveyî welat jî çareya herî mezin fêrbuna zimanê wan welata bizanibin û zarokên xwe di wê rêkê de mezin bikin, ji aliyê dî ve jî dê Kurd bêjin “ Em hene, em mafê xwe dixwazin”, serî li himber Ereb, Ecem û Tirkan rakin.

Hîn bi gelik awayên dîtir, bi gelik mînak û xalên balkêş yên dîtir mirov dikare vê mijarê vebike. Lê ev jî rastiyeke mirovê ku di nava xwe de di hinavê xwe de germiya zimanê xwe hîs neke û ji bo hînbuna zimanê xwe, fêrbuna zimanê xwe hewl nede, zu an dereng dê ji hebuna civaka xwe jî sar bibe. Mînakên vê jî di azmuna jiyanê de herroj derdikevine pêş me de. Ji ber ku ne tenê zimanê Kurdî û Tirkî, Kurdî û Erebî ji hev cudane. Derunê wan jî, hestên wan jî, şêweyê jiyana wan jî, şêweyê xeyala wan jî ji hev cuda ne. Kesik nikarê zozanekî Kurdistanê, zomekî Kurdistanê derveyî zimanê Kurdî bi berfirehî û bi giştî derbibire. An jî çiyayekî Kurdistanê an jî xwezaya Kurdistanê, an jî keriyên pez, berîvanan hwd.

Her çend hindekî dirêj jî bê hun li min biburin, Dîsan jî gelik kêm ma. Dibe ku hindekî bê sîstem jî be lê wekî min gotî ez ne lêkolînvanim tenê çavdêrek im. Di heman demê de Kurdim. Ku yek bu Kurd wê demê divê bi her rengî karibe şirove jî bike.

Çareya van pirsgirêkên dîrokî jî min hişte talî ew jî bi çend gotina dikarim bêjim. Zêtetir xebat, zêdetir dakokî, zêdetir xwestek, zêdetir sazî, zêdetir hevgirtin, zêdetir peywendî. Zêdetir himbêzkirina ziman, zêdetir nivîsîn, zêdetir cangorî pêwiste.

Zor sipas ji bo we ez carkî dîtir vê kêliyê dama hizirandin.

Agirî Soran

10.10.2007

You may also like...

Bersivekê binivîsin

E-posta hesabınız yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.