Şîn û Şahî

Gelik rojên kêfê û şahiyê hene ku herkes bi coşiya hev kêf digre û bi hevdu şa dibe. Cejn, bi tevayî êş û janan, tevayî kul û keseran ve jî têne prîzkirin. Di wê dema kêf û coşiyê de kesik bîra kul û keseran “nabe”. Malbatên ku zarokên wan di navbera çardîwarên bendîxana, malbatên ku bavê wan mirî, malbatên ku dayikan wan nexweş, malbatên ku zarokê wan birîndar…

Dîsan jî jiyan didome. Ji bo me Kurdan jî bi heman rengî di dome. Kuştin, birîndarî, neheqî, dardakirin, fetisandin, lêdan û êşkence, hertim bi jiyana me re di pêşbirkê de ne. tu alî pêş aliyê dîtir nakeve.

Em hîn bune, belê em hîn bune van êşan, van kuştinan van keseran.

Îro Newroze, cejna pîroze. Kurd li her deverê Kurdistanê di kolanan de ne û agirê Newrozê dadidin û xwe li serre dihilavêjin. Ya rastî yên Ewrupayê tu carî di roja Newrozê de agir vênaxin, hertim ya çend rojan berî wê, an jî çend rojan piştî wê pîroz dikin. Lê me rojekê jî nedît ku kesekî cejna qurbanê, an jî cejna Remezanê rojekê pêş de an paş de pîroz kir.

Neha mijara me ne eve ji xwe. Me qala, di nava şahiyê de şîn ê dikir.

Herkes kêfxweşe di vê rojê de, lê ev malbata ku ezê qala wan bikim mixabin ne karî kêfa Newrozê derxînin. Ne karîn nuçeyên di rupelê rojnaman de yên li ser Newrozê bixwînin. Ji ber ku îroj ji bo wan Şîn e. Bê guman ji bo min jî Şîn e.

Ev malbata ku ezê qala wan bikim, malbatekî ji herêma Mêrdînê de. Bi xwe ev salên dirêjin li xerîbiyê welatê Elmanyayê dijîn. Bavê malbatê Ibrahîm Altinişik bi navê tirkî. Lê em jê re Apê Hecî dibêjin. Xwedanê êşên kur û giran. Xwedanê janên bê derman. Ev derd xwezka tenê derdê xurbetê û penaberiya bana. Xwezka tenê derdê welat bane. Xwezka tenê derdê kurê wî bane.

Dema ku berê xwe dabu xerîbiyê, bi hêviya ku zarokên xwe jî hilgire saxlemiyê û wan wekî her mirovekî asayî mezin bike rojên xwe dikirine şev û di xebitî. Lê dema ku xwest malbata xwe bîne cem xwe, di rê de Hevrêya wî di encama buyerekî seyr de jiyana xwe ji dest da û mixabin ne giha zarokên xwe.

Vê xemgînî û şînê xebera bêxêriyên dîtir bi xwere dida. Bê guman beşdarbuna xortên Kurd ya refên şervanan ne bêxêriye, lê wî hêvî dikir ku li ser xaka azad carekî din kurê xwe bibîne. Bi vê hêviyê kurê Apê Hecî berê xwe da çiyayên Kurdistanê û berî bi du salan xeber girt ku lawê wî yê palewan Şehîd ketiye. Bê guman ev jêre serbilindîyek bu, lê kula di dilê bavan de jî tu carî nayêne bilêvkirin, êşa nava dilê wan, ew rojên ku bi wan re bihurandî, ew giftugo, civatên dirêj yên ku bi hevre bihurandî, yek bi yek têne ber çavên wan. Bê guman xala herî giring jî ewe ku rojên şervantiyê di hizire, rojên ku kurê wî bi zehmetî derbas dike di hizire. Bi vê xeberê him serbilind bu, him jî birîna dilê wî kurtir bu.

Ev jiyan bu, diviya were bihurandin. Bi duayên ji bo xwedê, bi hêviya xwedê di bihurî. Lê xerîbî ne cihê jiyanekî rehet û aram bu.

Çavên herkesî li welatên biyanîye. Çawan ku demekê tevayî rojavayiyan berê xwe di dane Mezopotamyayê, ew xak cihê bîr û bîrewerî, zanist û felsefê dihate dîtin, di vê demê de jî xaka Ewrupa cihê wekhevî û mafê mirovan tê dîtin û berê mirovan lê ye. Mixabin jiyana Apê Hecî û malbata wî ne bi vî rengî birêve çu. Hertişt wekî welêt bi civatên xweş, bi şahiyên mezin an jî bi xwedîlihevderketina sersaxiyan ne dimeşî.

Kurekî wî bi nave Murat berî bi çend salekî ji ber sedema hindek karan bi yekî Elman ve pev çun û Murat lêdanekî dijwar li yê Elman kir, ew nîvmirî kir. Di encama vê lêdanê de Murat hate destgirkirin û kete girtîgehê de. Bêguman demokratî; benîştê devê tv û tevayî amêrên ragihandinê yê Ewrupî, Kurd û Tirkan e. Diruşm “Ewrupa cihê demokratiyê ye” Çima na. Pere tên, herkes arame. Lêdan nine, kuştin nîne, ji xwe karmendên di deverê fermîde car caran xebera dikin, erza “Auslandar”(Xerîb an) dişkînin lê ew jî “Egal”(Xem nake). Çawabê evder rehete, xwendin başe, perê zaroka pirin. Bi kinî jiyan xweşe. Çima ne demokratin?, çima mafê mirovan na parêzin. “Dikarin sixurekî bikin Elaman, dikarin cehşekî penaber bi pejirînin, dikarin mêrkujekî bikin xwedî nasname, dikarin êşkencekêşekî bi qewitînin, dikarin şervanekî bixin bendîxanê” dikarin û dikarin.

Murat; lawikê Kurd kelgerm û mêrxas bu. Mêrxasî ne tenê ew bu ku mêra bikuje, bi vîn bû, û rê ne dida neheqiyan. Ji ber vê yekî ji cihê wî bu girtîgeh.

2 salan ma di girtîgehê de. Gelik pevçun û şerên wî di girtîgehê de jî derketin. Lê bi hêvî bu ku carekî din derkevê û beşdarî malbata xwe bibe. Bi birayên xwe, bavê xwe re, mirov û kesên xwe re jiyana xwe bidomîne. Bi vê hêviyê bu 2 sal bihurandin.

Berî bi 11 rojan xeber ji Apê Hecî re hat, gotin: “Kurê te li nexweşxana Wittlich ya St. Elisabeth de ye. Û Apê Hecî kete rê de. Dema ku çav li kurê xwe kir, serî lê zîvirî, dilê wî teng bu, henase lê qut bu. Dîmenekî seyr û ewqasî jî balkêş. Digotin kurê te xwestiye xwe bikuje.

Tevayî diyardeyên di dest de, aşkere dikirin ku, Murat hewl nedaye ku xwe bikuje. Diyardeyan aşkere dikir ku xwestine wî bikujin. Kê xwestiye wî bikuje? Ev pir bê bersiv bu û tarî bu. Kesî ne dizanî bê çi bi serê wî hat. Li gorî gotinin berpirsiyaran demhijmêr 20:00 ê êvarê di yekjura xwe de nîvmirî hatiye dîtin, lê piştî bi 13 seetan demhijmêr 09:00 ê roja dîtir birine nexweşxanê. Li cem wan nêzîkî 35 km yî nexweşxaneya Mainzê heye lê ew birine nexweşxaneya ku lebat(organ) an didin, li wira razandine.

Ev xalana li aliyekî, kesekî di derbarê hewldana xwekuştinê ya Murat tu agahî nedane malbata wî. Ne wêneyek hatiye girtin, ne jî zu xeber hatiye dayîn. Dema birine nexweşxanê jî çend rojekî leşkerên girêdayî girtîgehê li ber mane, piştî ku hêviya wa ji jiyankirina wî qut buye çune.

Bi kinî çarenivîsa Murat bi perdeyekî tarîve hatibu nixumandin. Rupelên rojnama jî li gorî dilê welatên Ewrupa lê dida. “Kesê ku hewl da xwe bi kujê bi nave Murat îro jiyana xwe ji dest da”.

Malbat di nava şikê de bu. Lê wê çi bikin. Ev malbata Şervanekî, ev malbata zehmetkêş gelo dikarîn 5 hezar mirov li hev bicivênin û dawa mafê xwe bikin. Daxaz bikin bê ka çawan kurê wan xwe kuştiye.? Gelo dê karibin bizanin bê çima kurê wan piştî 13 seetan birine nexweşxanê? Gelo dê zanibin bê çima kurê wan ne birine nexweşxaneyekî normal, birine yak u lebatên miriyan derdixin.? Gelo û  gelo û gelo? Mixabin bersiva van pirsan pir zehmete.

Hêvîya min ewe ku ev buyer jî wekî gelik buyerên wekî vêya di nava mehekê de newe jibîrkirin. Hêviya min ewe ku ev buyer jî ser neyê girtin û neyê binav kirin.

Û wekî ku me jî bîr dibir dê dawî wisan lê werê di dema ku herkesî digot vaye Murat bi ser xwe ve tê, şêva dîtir (19.03.2007) Murat can ji dest da. Û dê termê wî ji bo welat were veguhestin.

Îro Newroze, Kurd di coşin, le gelik Kurd jî bi vî rengî dimrin… alîkî şîn alîkî Şahî.

 

21.03.2007

You may also like...

Bersivekê binivîsin

E-posta hesabınız yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.