Serok

Serokek mir! Cîhan pê xemgîn bû. Kurd jî pê xemgîn bûn. Ev rewşeke mirovî ye û gelek asayîye û rêzgirtin û berketin û şîn jî mafekî di cih de yê Nelson Mandela bû ji ber ku Serokek bû.

Pirî mirovan hez ji peyva serok nakin. An jî di jiyana mirovan de, di nav têgehên di mêjiyê wan de peyva serok pir xwedî wate nîne. Bi taybet jî mirovên ku xwe azad dibînin, mirovên xwe zana dibînin, mirovên xwe pêgihiştî dibînin pir jî hez li vê peyvê nakin. Eve rewşekî asayîye. Di asta mirovatiyê û nirxê mirovatiyê de tu mirov ji mirovê dîtir di warê nirx de mezintir û hêja tir nîne. Ev yek raste. Lê belê em bêne ser mijara huner,zanebûn, vîn, wêrekî, jîrbûn, hêrs, hez,mêjî, afranderî, û gelik taybetmendiyên dîtir mirovî wê demê cudayiyeka mezin di kevê navbeyna mirovan de. Mirovê bêxem û bêkêr nabin wekî mirovên wêrek û jîr û kedkar. Mirovên tekoşînvan û hewldêrê jiyanê û kesê bêhewl û newêrek û bêhuner nabin yek. Di vê rewşê de peyva Serok jî derdikeve pêş. Di nava civakekê de serokên ku girseyên mezin li pey xwe bibin û wan bi xwe ve girê didin ne bi nexş û pîlan dibin serok. Piraniya wan û hema em karin bêjin tevî wan jî bi awayekî wisan dibin serok ku kesek rêka ku têre çuyî nizane, nabîne û tênaghêje. Ewqa rewşên tevlîhev têne jiyandin kesek nabîne bê çawan bûne serok. Lê dikarin karîgeriya xwe li ser civaka bikin û wan di pey xwe de biherikînin. Di nava civakê de piranî kesên ku xwe zana dibînin hertim “himberê” van “seroka” nin. Vêya jî wekî jîr û jêhatîbûn û bingehê azadbûnê dibînin. Bi taybet di civakên wekî civakê Kurd de ev yek derdikeve pêş. An di bin navê zanist û rasttêgeheştinê de dijberî çêdibe an jî bi çavkorî û murîdî girêdaneka kor çêdibe. Di herdu rewşan de jî mirov xisarê didin xwe û nirxên xwe yên ku wan di parêzin. Mirovên ku bi çavkorî didin duv mirovekî dîtir an jî hizir û baweriya mirovekî dîtir dawiya dawî yên ku herî zêde dibin dijmin û bê hed û bê hidud dev tavêjin û dijûna dikin û wan baweriyên xwe yên demekê di perçiqînin û binpê dikin jî ewin.

Herçend herkes di vê cîhanê de azad be û çi dixwaze dikare bihizire jî, herkes di vê cîhanê de ne azade ku hertiştê ku dihizire bibêje. Eger ku mirov diyardeyeka vê civakê ye, bi qasî azadiya xwe ya kesane, pîvan û rêpîvanê civakê jî bo hebûna wî giringin diyarkerin. Wê demê mirov ne azade her tiştê ku dihizirê bibêje. Ev rewşa ne azad jî ne ji aliyê pergal, serdest, hikumet, partî, rêxistin, kom û komikên siyasî û dadwerî ve, berî tevan divê ji aliyê mêjiyê mirov û pêgihiştina mirov ve bête birêvebirin. Eger ku herkes xwe azad bibîne çi dihizire bibêje wê demê dê têkçûnekî mezin, alozî û kaoseka bê serû bêr rû bide. Hun dê herkêlî dijûna bikin û hindekê herkelî ji were bidin nav hev.

Sedema ku min ev rêzikên vê dawiyê yên, wekî ku bi mijarê ve girêdana xwe nînin rave kir eveye ku mirovên herî zêde bi çavkorî bi bawerî û kesan ve têne girêdan bê hed û hesab jî dibin dijber û zimandirêjiyên mezin dijî van bawerî û kesan dikin.

Di facebookê de xêrxwazekî weha nivîsî bû ” Îro Kurd tev di mirina Nelson Mandela de xwedî yek hizrî ne, di vê mijarê de bûne yek eve jî ji bo Kurdan serkeftineke” .Bêgûman di tu mijaran de gunehê Mandela nîne, Mandela bi jiyana xwe rêza xwe pesend kiriye û mirovan jî ev nirxê ku Mandela têde xwedî mafe dane mandela. Nelson Mandela bi xeleta xwe ya dilê mirovan ji vê jiyanê koç kir. Lê çîroka me Kurdan cuda ye. Gelo karîgerî an jî tesîra çanda osmanî û tirkan ya hezar salî hiştiye ku ev çand bi Kurdan re pêş bikeve. Ev çanda ku bê sînor, bê hesab, bê hed dijûn û sixêf û piçûkxistin û tunekirin li himber nirxên herî giring û nirxên pîroz bêne kirin?. Baweriya mirov ya olî, ya ramyarî û hizir, ya pergal û kom û malbatî qet ne giringe. Lê taybetmendiyekî çanda mirov di vê hebûnê de çêbûye ew jî ewe ku jêre tê gotin “Rêz” rêzgirtin. Peyva ku dihêle mirov li ruyê hev binêrin. Mixabin him di demên rabihurî de, him di dema neha de û diyare di demên pêş me de jî ev dê di nav Kurdan de hebe. Her ku Kurd mezin dibin ewqas êrîş û rêznegirtin û tune kirina li dijî nirxên xwe, nirxên Kurdî pirtir dibe.

Wekî min li jorî gotî serokên ku pêşengiya girseyên gel yên mezin dikin bûyîna wan ya serok ne bi rêkên asayîne, gelek jê kesek nizane çawan bûne serok. An bi girtîgehan, an bi çol û çiyan, an di hola şer de, an rev û koçberiyan de, an li ber sêdarê. Lê bi her awayî bi gorîkirin û xwe dayînê bûne serok.

Wekî kes baweriya mirovan bi çi werê bila bê, tu mirov ne azad e û nikare ji mercên xwe yên bê bela û rehet  sûd wergirê û zimandirêjî û dijûn û xeber û xirabî ji serok an ji nirxê girseyên gel bike. Kiryarên her serokî ji aliyê herkesekî ve nayêne pejirandin. Lê ev rol û dewra wî na guhere. Kiryarên Serokan li gorî kesan nayêne sererastkirin li gorî wan girseyên li pey wan têne sererastkirin. Ji ber vê yekî rewşa ku Kurd di navdene û bi taybet di warê peyva “Serok” de aloziya ku jiyan dikin trajediyeka gelekî mezine. Herkes gotinê Ehmedê Xanî li her deverê belav dike û dilê xwe bi halê xwe dişewitîne.

 

Ger dê hebûya me padişahek
La‘iq bidiya Xwidê kulahek

 

Te‘yîn bibûya ji bo wî textek
Zahir vedibû ji bo me bextek

 

Lê vaye xwedê 3-4-5 serok dane Kurdan lê Kurd hîna jî laveyên xwe ji xwedê dikin û weha dibêjin

 

Me heye çend padîşahek

Xwedawo qey nebû bêkulahek

 

Tayîn bûne çend textek

Lê em dikin û nakin navebê bextek

 

Mixabin rewşa Kurdan eve.

Ez yê serdemên kevin û Osmaniyan jî nabêjim lê di vê sedsala dawî de, Ji Qadî Mihemed, Nemir Mele Mistefa Barzanî, Qasimlo em dest pê bikin û hetanî bi Serokên Kurdan yên neha. Serok Mesud Barzanî, Serok Evdile Ocalan, Serok Celal Talabanî, Serok Salih Muslim.

Vana tev jî serokên Kurdan e, dibe ku di dema xwe de hindekan bi van serokan re di sengeran de şer kiribin, dibe ku hindekan di dema xwe de bi wanre xwarin xwaribin, dibe ku hindekan bi wan re siyaset kiribin lê Serok in. Eger ku hejmarekî zêde, mirov, jin, zilam, kal, zarok piştevaniya mirovekî bikin û di pey hizrê wî û tevgera wî de biçin ew Serok e û ev yek kêfa me jêre bêt an neyêt rêzgirtin jêre pêwiste. Eger ku di nava civakekê de zimandirêjî û dijûn û piçûkkirin û piçûkxistin sînor derbas kirin wê demê mirov ji wê civakê ditirse. Halê me Kurdan jî nebê wekî yê Ereba, hetanî serdeste kirasê wan maç dikin dema ku dikevin jî pêl serê wan dikin û dibêjin –allah û ekber-.

Eger ku cîhan xwedî vê çandê ye, Kurd jî divê ji vê çandê para xwe bigrin. Cihan ji Serokên Kurdan re rêz digrê eger, wê demê Kurd dehqat bêhtir divê rêz bigrin. Hun ji kîjan alî dibin bila bibin, hun dibe ku bêalî jî bin. Ev kes Serokin.

Serok Barzanî, Serok Apo, Serok Talabanî, Serok Salih Muslim, Serokê Efrîqa Başûr Nelson Mandela jî.

06.12.2013 / Rewanbej.com

 

 

You may also like...

Bersivekê binivîsin

E-posta hesabınız yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.