Şerê çaxê

Şerek bû birêve diçû di vê çerxa bêbext de. Gelik caran min gazinên xwe dikir ji bo çi ez di dema hovîtî de najîm. Dema ku mirov zêde jî xwedî hiş û bîr nebûn, dema ku hêza cendekî û hestên lawirî dipêş de. Lê çi bêjim ew dema gazinên bi vî rengî jî dirêj ne domî.
Ji ber ku poşmaniya ji dîrokê an jî ji hatina jiyanê û poşmaniya rojane heman wekî hevin. Herdû jî heman kertî ne. Mirov karekî dike, ew kar li gorî hindekan, li gorî pergalan, li gorî derdorê xelet dibe wê demê de were û derdê poşmaniyê bikşîne. An tu li gorî xwedê naçe, ew dibe guneh û de li hêviyê be da ku xwedê te bi bexşîne. An jî tu li gorî pergalê naçe, de xwe bixwe da ku vêce ew xeletî an jî kêmasiyên te werin bexşandin. Mixabin em di cîhanekî bi vî rengî de dijîn. Cîhanekî derveyî ya kesan, derveyî ya mirov ya herkesî û her tiştî.
Belê.. min qala şerekî dikir. Birêveçûna şerekî… şerekî berjewendiyan, şerekî ku bi binhestên kesane û amêrên çaxê ve bûye yek. Şerekî ku bi hestên aloz û çekên cûrbecûr ve tê birêvebirin. Ji derve herkesek xwedî kesayetekî giran û giranbûha ye, îşev min li filmekî Emerîkiyan temaşe kir. Birayê mezin pere didane birayê xwe yê piçûk ji bo ku herê dikana dê û bavê xwe ya zêran bi şelênê. Pere jêre pêwist bûn. Ji ber ku dirafên cihê karê xwe didane hindek nexweşiyên xwe wekî dermanên bêhişker. Ji ber vê yekê diviya hindek peran bibînê. Birayê piçûk jî hevalekî xwe da cem xwe û ew şiyande nava dikanê. Diya zaroyan fisend xiste dest û bi dermancê berda zilamê ketî dikanê. Zilam li wira mir, jin birîndar bû. Piştî hingî jin jî mir. Dayika wan û hevalê wan mirin. Dem têve bihûrî bûyer mezin bû, hêdî hêdî girêk vedibû, ji vê tirsê kurê mezin yê malê kete nava tirsekî mezin û hîn bêhtir tevlîhev kir, xwest ku birayê xwe jî bikûje, lê di pevçûnekê de ew jî hate lêxistin. Di nexweşxanê de bav jî kurê xwe fetisand.
Dema ku min jî lê temaşe kir, min got ev çi filmekî nexweş. Lê mixabin rastiyeke ku hatiye jiyandin. Hindek mirov dijîn, tevayî keda xwe, hebûn û tinebûna xwe wekî bêyî ku zanibin dirêjine ber mirovên dîtir û wekî ku pêşkeşî wan dikin. Lê her çend ev yeke wisan jî be, ji aliyê kesên ku xêrê ji van mirovan dibînin ve qet nirxê vê qenciyê nayê dayîn. Û gelik kesên bêbext û xayin, kesên kedxwar û bênirx jî ji van nirxan sûd werdigrin bi salan jê dixwin û dawî jî ku ketin rêka xwe de, carê tif dikin wî nanê ku xwarin. Ji wan re wekî jehrê tê. Ji ber ku di hesidinê de.
Dema ku qala taybetmendiyekî xirab tê kirin, em yekser qala Kurdan dikin. Lê ez qet qala Kurdan nakim, ez qala mirovan dikim. Hindek taybetmendiyên ku di mede heyî di gelên dîtir de nebin jî nayê wê wateyê ku gel ji gelan pîstir an jî xirabtir an jî qenctirin. Em werin mijarê. Mirovekî bi navê Ednan min nasî, li Elmanyayê, nasîna me kurt û demkin bû lê mirovekî jîr û xwedî bîr û ramanên giring û xwedî azmûnekî hêja bû, min ev yek têde dît. Piştî bûyerekê gotinek ji min re got; Bavê min gotinekî xwe hebû. Digot ku dema te û yekî şer kir, pirsgirêkek di navbera we de derket, hate ber mirinê û xwesteka qurtek av ji te kir, avê nediyê de, ji ber ku tê wê dilopa avê bidiyê de ewê bi serxweve werê û ji pişt ve li te bixê. –
Wê kêliyê ev gotin bê gûman min pejirand ji ber ku rast bû. Mirov ewqasî bêbextin. Lê li cem xwe li gorî azmûnên xwe yê jiyanê min jî ev gotin hindekî din zêde kir. Ne tenê mirovê ku tu pêre şer dikê. Eger hindekî din jî ew anîbê ber kuştinê û tu qurtek av bidiyê de dîsan wê te bikujê ji ber ku tu jî bi derfettir û bihêztirî veya bixwe nade xwarin. Ji ber vê yekê ku hindekî dîtir jî ew anîbê ber kuştinê divê tu qurta avê nediyê de, naxwe wê ji piştê ve li te bixe. Bê gûman ji ber ku tu hêvî nake, tu dibêje min jiyan dayiyê de, ji aliyê wî ve kuştina te jî gelek gelek hesane. Tu gur jî be, tu bi çek û tevdîr herê ber avê jî tu bi ramanê şer û pevçûnê naçe cem wî kesî, ji ber ku te jiyan dayiyê de tu bawer nake ku ew jiyana te bi dawî bîne. Lê em dîsan jî avê na jiyana xwe li pêş wan dirêjin. Radibin ser xwe û derba xwe li te dixin, bi hêza te. Ev jî azmûn û tecrûba minî jiyanî ye. Ji bo mirovên bi vî rengî kedkuj biyano gelek gelek hene.
Gelik mirov jî hene jiyana xwe tenê ji bo xwene û dîsan jî hertim destek û alîkarî ji mirovên dîtir werdigrin. Hertişt ji wanre li hev tê. Diçine kîderê derî ji wanre vedibe. Mirovekî asayî nikare gotinekê ji yekî re bikin lê ew gelik caran li gelik deveran şer derdixin, bêhêzin lê dîsan jî nayêne kuştin. Fişene lê dîsan jî hewa xwe di avêjin.

24-01-09

You may also like...

Bersivekê binivîsin

E-posta hesabınız yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.