Rojekê tê

Hevalekî got telefonek ji minre pêwiste, ez jî dilê wî naşikênim qet eve çend mehe her jêre dibêjim rojekê tê bo te rêdikim.
îro jî min wêneyê telefonê jêre şiyand û min got tu bi wêneyê wan îdare bike hetanî rojekê bê. Ev heval jî muzîkê çêdikê. min jî got de naxwe vêya bike sitran.

Navê sitranê
Rojekê tê

Rojekê tê
Li ser sîngê di teyisê gerdank
Di destde lepikên zêrîn
Di delinga de xerxal

Rojekê tê
Bi Lerzîn û tenaz
Bi Bezîn û tolaz
BI firîn û def û saz

û min got eve jî taybete bila kes nebihîzê çilo bê dê herkes guhdar bikê lê dê têra xwe jî dijûna bo te bikin

Rojekê tê
Memik sêv û lêv hinguvê
Bejin bilind û har û libê
Gerden sipî wek êtûnê

de hetanî rojekê telefon bê

Ez vêya jî bi ser ve dikim da ku dostên hêja bixwînin

Rojekê tê
Bi qerteke vekirî
Fisboq û whatsapp barkirî
Rengê reş û nalyonkirî

Rojekê tê
Poker têde çêkirî
Mîratê çiqas dizîvirî
Ma bû keçika lêv sorkirî

Rojekê tê
teqe teqa dengê derî
galaxy en an jî ayfona mirî
Herdû na lê kemançe kirî

Rojekê tê
muzîkjenê me li bendê
noka dixwê bi nokia dîmen tengê
note 3 tê lê ka heta kengê

 

You may also like...

Bersivekê binivîsin

E-posta hesabınız yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.