Rojava ji bo yekî bakurî çiye

Piştî ku li ser mijara islam û Kurdan min çend gotin nivîsîn yekser min xwest çend peyvan li ser nêzîkbûna bakur,başûr û rojhilat beramberî rojava derbibirim. Mijarên hindekî jihev durbûn.
Sal 1992 bû.
Ji Baarlias berbi Şam ê ve em ketin rê. Ez wê demê bawerim nû ketibum sala 16. ya temenê xwe de.
Em 10-12 kes ji şamê bi trênê berbi erdên Rojavayê welat ve çûn, hejmara me kêm bû jiber wê jî min baş nedizanî ku em dê bi hejmareke ewqas kêm çawan biçin çiyayên Kurdistanê.

Em gehane Hesekê.
Em li mala welatperwereki 15 rojan man. Dema ku emî berbi çiyayên parçeyên dîtir yê welêt ketibane rê hejmara me bû 90 kes.

Seyr mam wê demê.
Di 15 saliya xwe de diçûme şer, Bavê min jî bi destê min girtibû li bajarekî Elmanya ez hetanî bi trênê anîbûm li wira jî hindek pere xistibûn berîka min de û ev gotin gotibûn “Êdî tu ne girêdayî minî tu girêdayî wayî, jimin evqas, êdî ew bila te xwedî bikin.” û ez birê xistibûm. Lê ev bûyer û rewşa ku li Rojava li pêş çavê min pêk dihat jiminre gelek seyr bû. Her çend di çûyina min de û ya gelek kesên bakur de ev bûbe jî wekî rojava li tu derê evqasî bi dijwarî pêk nehatibû.

Dayikan destê zarokên xwe digirtin zarokên 14 salî rêdikirin şer. Hetanî zilamên 26-27 salî. Rewşekî Awartebû.

Em gihiştin Xakurkê şerê 92 yê dest pê kir.

Me dîsan 3 mehan perwerde dîtibû. Lê mixabin wan hevalên ku hîna bi hewaya malê dijiyan ne dizanin çekan bavêjin milê xwe.
Şerê Kurdan dijwar bûbû lê dîsan jî bi dehan zarokên rojavayî hevalên zarokên bakurî şehîd ketibûn. Hindekan jê hîna çek bikar nanîbûn. Yên mayî jî birîndar…
Sal bihurîn, zeman bihurî, dema ku di van salên talî de meytê hevala Berîtan hatî dîtin jî kesekî zêde qala Rênasê hesekê nekir ku wê demê gelek şervanan ciyê xwe berda bûn Rênas Berîtan bi tenê ne hiştibû û ew jî li cem şehîd ketibû. Dema şer rawesta pesmergeyan meytê herdukan veşartibûn.
Kêm, zêde li ber meytê her şehîdekî bakur şehîdekî rojava jî heye.

Ev dîrok û çîroka rast li başûr jî bi heman awayî rû da.

Di rûpelê facebookê yê Hekîm sefkan de peyvên Seydayê Tîrêj min xwendin.
“Kurdekî Sovyeta berê ji Seydayê Tîrêj dipirse ; Çima ewqas helbestvan û hunermend ji kurden Surî derdikevin?
Seyda wega got;
Li iraqê Kuştin, girtin û şer e
Li Îranê Kuştin, şer û talane
Li tirkî berxwedan, şer û talan e
Kula herseyan tê dikeve ser dilê me, em jî wê kulê dikin helbest”
Û Hekîm Sefka gotina xwe weha bi serve dike ;
“Rehma xwedê li te be seyda…
Neha bila kula Rojava têkevê ser dilê hersiyan û wê bikin helbest…”

Hertiştî di gotinên seyda de vekirî û aşkereye. Lê ku ez jî li gorî çavdêriya van çavên xwe tiştina bi serve bikim,
Kurdên Rojava zarokên xwe dan, bi kalên xwe ve jî bune helbestvan
Kurdên Rojava canê xwe dan û bi hestiyên mayî jî bûne niviskar û hunermend.
Kurdên rojava dema çun çiyê jî ji aliyê hêzên Esed ve mirov û nasê wan di heps û zindanên bêbin de Kuştin û lêdan dîtin dema ji çiye vegeran jî bi bêkesî û bêxwedî di wan zindanên bêbin de mirin bi çavan dîtin.

Hemî rojava em bipîvin biqasî erda botanê heye an nîne,

Hejmara hemî rojava em kom bikin biqasî hejmara 2-3 bajarê Bakur an jî başûr e.

Lê îro bi sedan zarok, jin û ciwanên Kurd ji aliyê hêzên misilman ve tên Kuştin.
Gelê bakur xwe dixwe, di hele.
Medyaya civakî tenê ser rojava dikele.
Lê ne wekî ku gotinên seyda û nêrîna Hekîm wekî kiryarên kurdên rojava divê parçeyên dî jî tevbigerin.
Milyonek mirov karî şoreşa 40 milyon mirovî xwedî bike lê divê êdî ev 39 milyonê mayî vî milyonekê ku neha xwîn digirî himbêz bike û biparêze.
Ne tu siyaset, ne tu berjewendiyên kesane, ne tu hêz û berjewendiyên siyasî li pêş vê yekê divê nikaribe bibe asteng.
Ne welatên Ewrupa,
Ne hikumeta Tirkiyê
Ne hêzên Emerîka
Ne Rusya
Ne armanca hewara kurdane.
Yek armanca Hawara Kurdan heye
Ew jî Bakur, Başûr û Rojhilatin
PKK, PDK, YNK û hemu hêzên dîtir yên kurdin.
Ji xwe mirovên Kurd yên rojava di ciyê xwe de liber xwe didin
Lê ji nivîsîna helbestan wêdetir tişt pêwistin bo rojava.
Roj roja rojavaye êdî. Ew hêza Kurdan heye ku ji bo Rojava herçar welatên dagirker bişewitînin. Eger veya nekin û tenê bi hêviya hêzên çekdar yê ku ji kurdên rojava pêk tên ve bihêlin wê demê di bingehê hemî dîrokê de fêl û fen hene.

Piştî ku cendekê zarokên Rojava di kolanan de ketin ser hev, bi milyonan mirov divê kolanên welatên cîhanê dagrin û bikin agir. Eger ku ev agir dilê me neşewitîne û me raneke ser piyan wê demê em tenê derewînê torbendên civakîne.

Siyasetên kurdan jî bi heman rengî deyndarê wan zarokanin ku îro di kolanan de meytên wan li ser hevin.

02.08.2013

You may also like...

Bersivekê binivîsin

E-posta hesabınız yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.