Rêvingiya Roma birêde

19 ê Nîsana 2014 e.Li gel hevsera xwe û du zarokên xwe em berbi Romayê ve ketin rêde. Demhijmêr 9 ê sibê me da rê. Rêka me 1300 kîlometre bû. Nêzîkî 13 an jî 14 demhijmêran.

Xeyal an jî armanceka min ya dîtir ya jiyanê dîtina Romayê bû. Gelo çima min dixwest Romayê bibînim.

Min dixwest hemî deverên cîhanê bibînim. Lê temen têra vêya nake. Ji xwe dema mirov di pey peran de û xwe xwedîkirinê de baz dide ew xeyal û armancên ku mirov di daynê pêş xwe zehmet dibin. Lê ez tu xeyalên ku nikaribim pêk bînim nakim. Di serê min de bêrîkirin û xwestên pêkan hene.  Ji bo vê yekê jî ez tu carî xwe na sipêrime xwedê jî. Ji ber ku bi bîra min lave ji xwedê kirin li gorî min bêkêriye. Ez mirovên ku tenê jiyana xwe bi lave û xwezî û tikayê himber xwedê dibihurînin gelek bêkêr û hindek jî qeşmer dibînim. Piraniya mirovan ji ber ku quna wan ranake jiyana xwe vediguhezînine xwedê. Radestî xwedê dikin.

Xeyaleka min ya pêkan jî dîtina Roma bû. Lê vê carê min him jina xwe hevsera xwe ya ku ez bi wê tamê ji jiyanê digrim, him jî herdu zarokên xwe amade kiribûn emî bi navgihînê, bi ger û seyran bi bêhnvedan ve çûbane. Min dixwest bi navgihînê biçin da ku em karibin çend bostekî dîtir ji vê erdê bibînin. Dîtina erda cîhanê hertim ji bo min buye kêfxweşî. Bo vê yekê jî hewl didim ku hemî hêz û tuwaneya xwe bidim da ku derfet bo xwe çêkim da ku bigerim.

Çîroka vî derûnî ya gerê duvdirêje. Dibe ku di hîmê vê hestê de bêrîkirina azadiyê, xwesteka serbestbûnê an jî astengiyên li pêş azadiyê heyî bin.

Me da rêkê û em piştî Lozanê li ber goma Schweiz Niedwalden li gundê Fluelen navbeynek dayê de. Me li gel xwe çaydankekî piçûk û tupekî gazê yê piçûk anîbû. Av xweş, çiya xwe, hewa xweş, dîmen xweş bûn. Bêguman hebûna înternetê derfetkî xweş yê jiyanê bû. (Ne xwedê daye, ne nameta xwedêy, ne hebûneke ji xwedêye, sedî sed derhênana mirovane) her kêlî me dikarî cihê xwe, rewşa xwe bi nas û dost û nenas û dijminan ve parve bikin.

Me taştêyeka xweş xwar, bexdunis, penîr, bacan, pîvazê şîn û ava şîn. Mixabin iskanên ku asmîn anîbûn ne yê çayê bûn. Dema min ava kelî bi ser de berda heliya û me çawa xwe tu çêj jê wernegirt.

Me di geliyê siwîsreyê ve rêka xwe domand. Ew tunelên ku di bin çiyan de vekirî xeyalnê çiayên Kurdistanê bi minre çêdikir. Min çi didît, min çi dikir hişê min li ser çiyayên Kurdistanê an jî welatê Kurdan bû. Rewşekî ehmeqî bû lê rastî ev bû. Lê ji bo ku ew çiya qulên bi vî rengî bêne çêkirin divê berî hertiştî ev partiyên Kurdan yên vê serdemê ji holê rabin. Nifşekî nû dest bavêjê mijara Kurdî.

Me riya xwe domand. Piştî 1000 kîlometrî êdî min dît Asmîn gelek westiya. Dîsan jî dikarî bi hesanî rêkê berdewam bike. Ji ber ku rêk xweş bûn û ji ber ku otobanên siwîsre û paşê yên Italya bi pera bûn zêde rêving nebûn. Rêk xalî bûn. Dîsan jî min dest bi ajotinê kir. Piştî çiya û geliyên Kurd û bilind yên Siwîsre qediyan erda rast ya Îtalya destpê kir.

Hêdî hêdî dinya tarî dibû. Derdorê demhijmêr 22:30 ê em gehane Romayê, bi gihiştina me re baranê jî destpê kir. Lê diyar bû ewr gelek bela wela bûn. Ez ji vê baranê ne ditirsiyam.

Tirsa min ya dîtir ew bû ku otela em biçinê de nexweş bê, qirêj be û ne hêja be, ji ber ku li gorî bûhayê vê demsalê û vê dema betlanê û vê dema cejna mesîhiyan bûhayê otelê erzan bû. Em çar kes ji bo çar şevan 575 euro hejmartibûn.

 

Bi silametî em gehane otelê. Dema min çav li otelê kir min got dibe ku ne ewder be ji ber ku cihekî taybet û başbû. Otela me Capannelle, derveyî navenda Romayê bû.

 

Li welatên biyanî an jî welatên dîtir yên derveyî Kurdan aliyê ku herî zêde kêfa min dihat ziman bû. Mirov dema diçin devara ji ziman ditirsin, ji ber ku zimanên dîtir nizanin ditirsin. Lê di nava min de hertim hestekî wisan heye ku zimanê cihanê yek zimane. Lê wekî ku gelek kes dihizirin ne ingilîzîye. Zimanê mirovan û yê cîhanê her yeke. Tu bi çi zimanî bizanibe tuyê wî zimanî bikar bîne. Ez jî vêha dikim.

Peyva min ya herî zêde ku bi kar tînim bo biyaniyan eve – hevalê hêja- dema dibêm hevalê hêja ew mirovana dizanin ku ez bo wan dibêjim. Wekî dîtir biçime kîderê jî –sipas- dibêjim. Bi kin û kurmancî ez bi Kurdî dipeyivim du sê peyvên ingilîzî jî tavêjime navê û diqede.

Gelik caran kesên ku bi ingilîzî dizanin jî li gel min bûne lê nekarîne wekî min zû rûnên û karê xwe birêk bixin.

Em gehane otelê û min bi Kurdî û ingilîzî ( ez çar pênc peyvên ingilizî dizanim, New nû, ya a, no na, you tu, me min, ) ingilîziya min eve.

Em pir westiyabûn wê rojê. Roja me bi rêkê de bihurîbû lê xweş bihurîbû. Bi wê westandinê ve em ketin moda bêhnvedanê.

Tiştê baş ew bû ku asmîn têra me xwarin û vexwarin anîbû. Hindek kulîşeyên şor çêkiribûn, nanê sêlê lê ne yê malê, xeyar, bacan û penîrê me pirbû.

Me xwe têr kir û em ketin bêhnvedanê. İtalya heyecaneka dîrokê biminre çêdikir. Çavê min her li nexşa roma yê bû ku min ji resepsionê wergirt. Gelo sibê em dê li kîderê bigerin?. Min gelek mitala Arenayê dikir. Şev baş Roma, şev baş ew dîroka li himber min bêxem ya berî 3-2-1 hezar sal.

 

You may also like...

Bersivekê binivîsin

E-posta hesabınız yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.