Reklamên Înternetê çawan têne firotin

Reklamên Înternetê çawan têne firotin û bûha pê dayîn? (CPM,CPC,CPL,CPA)
Ji bo pêşxistina karên reklamê yên torê û bi taybet di warê bazirganiya torê de, di bazara Kurdewarî de hîna pêşketinekî berçav nîne. Aborî û bazar wekî her deverê li Kurdistanê û di nav Kurdan de jî karîgeriya xwe û tesîra xwe ya mezin li ser siyaset û rewşa Kurdan dike. Bêgûman Rewşa jeopolîtîk ya Kurdistanê ji ber vê yekê jî giringe.

Di warê reklamdayina torê de çend xalên giring mijara nivîsa mene. Bi taybet jî him di warê kirîna reklamê de him di warê firotina reklamê de ji bo malper û pergalên xwe hun dê rastî van babetan bên.
Bûhapêdana yekem CPM (Cost per Mille-Hezar-) ye. Tê wateya perepêdana li gorî 1000 carî ye. Her serê hezar pêşandanî diraf têne dayîn. Eger hun bi 1 dolarî pêk hatibin ku we reklam dabê deverekê. Tê wê wateyê ku her serê 1000 pêşandanî hun dê dolarekê bidin. Ev şêwazê bûhapêdanê şêwazê serekî û ya herî zêde  ye di nav bazara reklama torê de.

Di pey vê re CPC (Cost per Click) tê. Serê tirkandinê an jî klîkê pere têne dayîn. Ev jî li gorî pêkhatina we bi malpera reklamê re eger serê tirkandinê hun bi 0,05 senta pêk hatibin tê wê wateyê ku serê her tirkandinê hun dê ewqas diraf bidin. Ev şêwazekî ji CPM zêdetir û giringtire, wate bêhtir pere tîne. An jî eger we reklam dabê zêdetir dirafan divê hun bidin. Ji ber ku mişterî bala xwe daye ser reklama we û tirkandiye. Pêşandan her dema vekirina wî rûpelî tê pêşandan lê bala bikarhêner dikşîne an na ev yek ne diyare. Lê di reklama tirkandinê de dîsan tê wê wateyê ku beşarvan bala xwe daye ser reklama we û tirkandiye. Bêgûman gelik malper û sîstemên ku reklamê didin bi taybet ji bo tirkandinê gelek hîle û fêlan jî dikin. Lê ev xal ji ya berê girantire.  Her çend wekî berê gelik malperên ku vî şêwazî bikar bînin nebin jî serkeftina Google AdWords ê piraniya xwe ji şêwazê CPC tê.

Bûhapêdana ku bêhtir xwedî armancin yek ji vana CPL (Cost per Lead) e. Ev jî li gorî tomara enamên ku we wergirtiye hun diarafa didin. Ev şêwaz bêhtir bala xwe dide ser mişteriyan. Tê wê wateyê ku hun pêdivî bi endaman dibînin an jî kesên ku xwe di malpera we de an jî di hindek malikên ku we diyar kirî de tomar bikin dibînin. Ji ber vê yekê jî dema yek kete malpera we de bi rêka reklamê û xwe tomar kir pere ji we têne wergirtin.  Êdî bikaranîna wan tomara an jî nirxandina wan û werçerxandina wan ji bo sûd û dirafan jî di destê we deye.

Şêwazê dîtir yê herî bi karîgerî û encam jî CPA (Cost per Action) e. Ev jî tê wê wateyê ku serê çalekiyê hun dirafa didin. Ev çalekî jî ji aliyê we ve hatiye diyarkirin. Çalekî di wateya firoştina tiştan an jî tomarekî bi pera an jî karekî dîtîr çalekiyekî dîtir ya bi peran e.. Her serê firotinekî hun dirafan didin ciyê  ku we reklam dayiyê de. Eger ji devera reklamwergêr hindek kesan tişt ji we kirîbin û sûdeke we divê yekê de çêbûbê ev jî divê ku hun dirafan bidin ji bo wan reklaman.

Şêwaz dîtir jî CPS (Cost per sale) Ev jî rasterast di encama firotina berhemekî de hun bûhayê reklamê didin. Yekser armanca vî şêwazî firoştina tiştane.

16.06.2013

You may also like...

Bersivekê binivîsin

E-posta hesabınız yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.