Pêşangeha pirtukan ya Frankfurtê 2010

Wekî hersal îsal jî bi xwestek, hewes û coşekî taybet çûme pêşangeha pirtûkan ya bajarê Elmanya Frankfurtê. Nêzîkî mine lê ku nêzîk jî nebane bawerim ezî dîsan çûbaya û minê bala xwe dabaya ser pêşangehên Kurdî, minê çavên xwe li pirtûkên Kurdî gerandibaya û minê xwestibane ku tiştekî nû têbighêjim.


Pêşangehên ku li Frankfurtê têne lidarxistin, xebatekî gelekî mezin ya diyardeya yekbûn û hêza raman ya mirovatiyê ye. Hejmarekî zêde welat,sazî,weşanxane û kesên nivîskar yên cîhanî beşdar dibin û vê xebate Navnetewî wekî derfetekî danasîn û dazanînê bo xwe bikar tînin. Her kesek dikare di derbarê her çandekî cîhanî de dîmenan bibîne. Mirovên her deverên cîhanê bibîne û hema her wêjeyekî cîhanê bixwîne.
Her dema ku dikevime pêşangeha pirtûkan de wê demê xwe di nava hemî cîhanê de dihizirim û dibînim. Xwe li hemî welatan dibînim, xwe li gel hemî mirovên cîhanê dibînim, xwe di nava hemî zimanan de dibînim û di heman demê de xwe di nava hemî ramande dibînim. Li alîkî nivîserên Ermenî yên navdar wêneyên wan li ser dîwarên pêşangehê, li aliyê dîtir Şahnameya Firdewsî, li alîkî zanist û romannivîsên Ewrûpî li aliyê dîtir pênivîsên bi hêz yên Erebî, bi hemî rengê xwe ve cîhan li vê deverê berhev dibe û ez jî xwe di nava vê kombûna cîhanî de dibînim. Her carê jî rêkekê dibînim, kar û barê xwe li gorî wê birêk dixim ne tenê rojekê diçim ji destpêkê hetanî qedandina wê diçim.
Bê gûman rojên destpêkê ji ber ku ji bo mêvanên asayî ne vekiriye, her dema ku giftûgoyek an jî dayin û sitandinekî devkî pêk tê pirsa yekem ewe ye – Tu çiyî?- divê nivîskar be, divê weşanger be, divê rojnamevan be. Lê ez jî dibêjim ez ne tiştekim û dest bi gotûbêjên rengîn dikim. Zimanan nizanim zêde, lê ne bi Ereban re ne bi Farisan re ne jî bi Tirkan re zehmetî nakêşim. Bawerim ev parçebûn û zordestiya li ser welatê me tenê ji bo vê pêşangehê bikêrî min tê. Ji ber ku dayin û sitandina bi van pêşangehan ve jî balkêş dibe û xweş dibe.
Lê eve bû nêzîkî çar salan tême pêşangeha Frankfurtê her carê jî di rojên taybet de çavên xwe li nivîserên Kurd digerînim. Çavên xwe li weşanxaneyên Kurdan digerînim. Çavên xwe li saziyên çandî yên Kurdan digerînim. Hema dibêjim nivîskarekî Kurd kanî ku bibînim pirtûka xwe belav bike û navê xwe li bin bixe. Lê mixabin li çardorê min tenê dengên bi Ingilîzî an jî bi zimanên dîtir tên.
Dîsan dihizirim dibêjim gelo ma ez jî wekî ku îro Tirkan kirî bikim. Navê hemî weşanxaneyên Kurdan binivîsim, her weşanxaneyekê çend pirtûkan jê bênim, herim rêk û rêçikên vî karî pêk bînim û destûrê bigrim. Bi navê Kurdewari.com cî bistînim, aleyekî Kurdistanê ya 2 metro pêve daleqînim, du danistekan daynim kêlekî, maseyekî biçûk daynim pêş wan, dû pênûs û dû kaxezên vala daynim, alayekî Kurdistanê ya biçûk jî daynim ser masê. Hema kengî min kesekî Kurd dît li ser masê daynim rûniştandin û dest pê bikim gotûbêjekê li dar bixim. Hema bila bi Ingilîzî bê çi dibê bila bibê. Ez bawerim ku çîrokek ji pirtûka Omer Dewran, an jî ji çîrokekî Evdile Koçer bête xwendin an jî tenê bête darêjtin an jî hema çend rûpelek ji “Erothika” ya Arjen Arî jî bête gotin dê di nava wan pênc rojên cîhana taybet de hertim 30-40 kesek li pêş wê maseya zuha û wan kaxezên vala kom bibe û gûh bide çîroka Kurdan û Kurdistanê.
Gelo eve xeyaleke? na. ne xeyale hertim di wê baweriyêdebûme ku xeyalên xe hemiyan pêk tînim. Eve jî dê pêk werê.
Hevalên li pêş dezgeha weşanên Mezopotamya ji xwe hînî vî karî bûne. Tenê Semawera wan kêm bû vê carê, wekî din ji
xwe pirtûk amadene. Her kesek serdana wira dike û derbasî Pêşangeha Kurdistanê dibe. Kesên li Pêşangehê piranî bi Soranî yek dok jî bi Kurmancî dizanin û bixêrhatiniya kesên ku tên dikin. Lê dîsan jî hizirê tû kesekî yê van karmendan li ser heyecan û hizirê nava mêvanan nîne. Ji ber ku nêrîna Kurdekî di nava wê cîhana taybet de li gorî derve gelekî cûdaye. Heyecanekî bi serê xwe ye û her Kurdê ku li derve Kurdîtî nekê jî li wira bi kêfxweşî tête ber pêşangeha Kurdan. Lê mixabin wekî min li jorê jî gotî bawerim hikumeta Kurdistanê an jî hêzên Kurdî û Kurdistanî an vê deverê gelek biçûk dibînin û ji bo xwe karekî bêsûd dibînin an jî dil nahêlin ku çend euroyekî zêde, çend seetekî zêde û çend gotinên zêde li vêrê mesref bikin.
Hertim dilgermiya nava min hemî karekî bimin dide xweşkirin lê hêvîdarim ku mêvanên ku herdû rojên dawî werin bi dilsarî venegerin malên xwe. ( Ji xwe eger werin jî nivîskarên Kurd piştî ku pêşangeh ji herkesî re vedibe tên. Êdî karê wan nemaye ji xwe).

08.10.2010

You may also like...

Bersivekê binivîsin

E-posta hesabınız yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.