Nivîs di jiyanê de

  Wêje hertim û hertim di nava xwe de giraniyekî xeyal û nîgaşan radigre, bêguman sedema wêjeyê û hunera wêjeyê, an jî sedema derçuna wê jî zêdetir bi derun û xeyalê mirov ve girêdayî ye.

Ji ber vê yekê jî buyerên ku bi zimanekî wêjeyî werin derbirîn, ji xwe nivîs ji rastiyê pir dure, ew wêje jî ewqasî ji rastiyê dur dixe û rêka xeyalên pir durî wê buyerê ji mirovên ku dixwîne re vedike.

Bê guman tu nivîs, rastiyan li gorî ku têne jiyandin nikare derbibire û bide xuyakirin. Ji ber ku rastî hebunek, an jî diyardeyekî têkilav, aloz, şêlu, mijokî, bi girêk, lihevherbilî û di heman demê de nediyar e. Ji ber vê yekî jî nivîs, ji bo derbirîna tiştên ku hatî jiyandin, tu dewrekî xweyî mezin û diyarker nine, nikare hertiştî derbibire lê ji bo jiyana ku dê were jiyandin xwedî dewrekî giringe.
Tenê rastî ji bo nivîsê dibe siyek, dibe piştpalek, dibe biyanoyek, dibe çavkaniyek, dibe şakarekî dewlemend.

Li gorî min tu mirov nikare jiyana ku hatiye jiyandin bi mirovan bidin têgihiştin, watedar bikin û pêşan bidin.. Lê dikarin bi nivîsê kêm an jî zêde mirovan ji buyina hindek buyeran an jî jiyandina jiyanekî bi xetên xweyî qalind û berçav agahdar bikim ewqas.

Hindek taybetmendiyên mirov hene ku, nahêle bi gotin, nivîsandin û bihîstinê; buyeran têbighe.
Herçend mirov wisan dizane ku gelik tiştan bi bihîstin, xwendin û gotinên mirovên din ve buyer û jiyanê hîndibin, an jî agahdar dibin, an jî têdighin, ev yek wisan ne asane an jî raste.
Mirov piranîya xwe an jî her mirov di piraniya kesayeta xwe de, hettanî ku bi çavên xwe buyeran nebîne, ew dîmenên ku dîtin jêre nebine xeyal û xewn. Di binhişê xwe de bawerî bi gotin,nivîs û bihîstinan nayênê. Lê mirov bixwe jî bi vê bêbaweriya xwe agahdar nine. Çend mînak:

1- Mirov ji ber ku hertim mirina dibîne, dibe qey ew jî wê bimre, li gorî ramanê xwe û jiyana ku birêve diçe bawer dike ku wê bimre, lê di rastî de mirov di binhişê xwe de, an jî dibin ramanê xwe de tu carî bawerî bi mirina xwe nayêne. Mirina herkesî dikare xeyal bike, lê mirina xwe nikare xeyal bike, tiştê ku xeyal dike tenê xewe, herçend xew jî nîvê mirinê be, ew dawiya xewê, hişyarbune di rame, lê ew nabe xeyalkirina mirinê. Ji ber wê ye ku tevayî mirov di rastî de wisan di hizirin ku bê dawî bijîn.

2- Mirovên ku bixwe bi navgihînan tu soysebat(bela-kaza) nedîtine, di ramanên xwe de bawer dikin ku soysebatên navgihînan di qewimin, ji ber ku herroj di mirovên din re dibînin, lê di binhişê xwe de, an jî dibin ramanê xwe de tu car bawerîya wan bi soysebatên navgihînan nayê,( bê guman ev xale ne tiştekî sedî sede, lê ji bo piraniya mirovan dibêjim, dibe ku yên ne wisan jî bin hebin.)
3-Mirovekî mîmgêr(Mirovên ku teqemenî-bomba-yên erdê çêdikin) hettanî nebîne ku mîma wî an jî teqînoka wî bi wî de diteqê, baweriya xwe dibin hişê xwe de nayê ku teqînok pêde biteqe. Ji ber vê yekê jî mirovên ku bi vî karî re mijul dibin piranî dibine qurbanên karê xwe.

4- Herkes li gorî xwe bawer dike ku dinya gilovere, lê ji ber ku mirov tev neçune sitêrkan, an jî derdorê dinê re ne çerixî ne, di rastî de dibin hişê xwe de baweriya wan naye ku dinya gilovere û di çerixe. Ji ber ku hîv û roj gilover û piçuk xuyan dikin, asîman hertim wekî perdeyekî tarî an jî wekî perdeyekî şîn li ser sere mirovane, hertim ji asîmana tiştên wekî baran, befir, gijlok û tîrî têne xwar. Ji ber vê jî mirov di binhişê xwe de bawerî bi giloverbuna dinê û çerixîna dinê nayê. Tenê yên ku çuyîne ser sitêrkan di hiş û bîra xwe de bawer dikin ku dinya gilovere.

Hîna bi hezaran mînakê wekî vê hene ku mirov di rastî de tiştekî ku bixwe jiyan neke nikare têbighêje an jî pir xalên qalind û berçav dikare têbighêje.

Ku mirov hez li buyerekî ku buyî bike û dixwaze bibihîze, -wekî Kurdekî dilxwazê gerîlla ku dixwaze hertim buyerên şer yên Gerîlla bibihîze- wê demê çawan were gotin bila were gotin, ew mirovê ku godar dike, ji ber ku buyer jêre pîroz tê, ji bo wî wateyekî xwe heye, an jî di nava dilê xwe de cîyekî didiyê de, lê mixabin wekî ku me li jor jî derbirî nayê wê wateyê ku ew mirovana tiştên ku têne gotin wekî ku hatî jiyandin tê bighin û wate bidnê de.

Di her aliyê jiyanê de mirov rastî van xalên girin tê. Dema ku mirovekî buyerek, diyardeyek an jî pirsgirêkek bi giştî tênegihiştibe ne gengaze ku ew mirove baş wate jî bidiyê, dema ku wate jî nedayê de ne gengaze ku nirxekî hêjayî wan xalana jî bidiyê de.

Ji ber vê rastiyê jî ez dibêjim ku nivîs jî di ciyekî wisan de ye. Nivîs hertim, bi çi rengî dibe bila bibe tiştinan dide mirovan, lê ne wan rastiyên ku sîya nivîsê an an jî piştpalê nivîsê ne. piranî caran, nivîs jiyana mirovan diguherin, lê ew karîgerî û tesîra li ser xwendevan, him derveyî pêşdîtinê nivîskarin jî û derveyî mebestên nivîsê ne jî. gelik nivîs hene ku bi giştî karîgerî û tesîrekî dijber bi xwendevan re çêkirine.

Li gorî ramanê min nivîsandin him ji bo nivîskar, him jî ji bo xwendevan, xwedî dewrekî pir mezine, mirov dikare him ji aliyê nivîskar ve him jî ji aliyê xwendevan ve pir berfireh veke. Lê bi kurtî; nivîskar bi nivîsê ve, xwe û kesayeta xwe, derunê xwe, xeyal û nîgaşên xwe, tirs,pêşbînî, guman,rexne û coşên xwe derdibire. Bi kurtayî kesayeta xwe derdibire. Carcaran nivîs ji bo nivîskarekî yek heval tenê ye, carina yek hevkar û hawrê tenê ye, carinan yek sipartek, yek destek, yek çare, yek rêk tenê ye.

Ji bo xwendevan jî pir xalên curbecur hene ku em dikarin li vira rêz bikin, lê bi kinî: xwendevan dikare xwendinê ji bo xwe bike coş û dilaramiya jiyanê, dikare ji bo xwe bike kêf û dilaramiyekî rojane, dikare bike bawerî, dikare bike îman, dikare bike hêza êrîşkirinekî dirinde, dikare bike caniwêrekî hov, dikare bike mirovekî sergiran û bîrewer, dikare bike sermest û bêxem, dikare bike serserî û pêxas, dikare bike nexweş û dîn.

Wekî min li jor jî gotî, nivîs; piraniyên xwe ji buyerên qala wan dike pir dur tesîrekî dike.
Lê em jî wekî hertim û herkesî, bixwînin, ka bê wê nivîs çi bidineme, çi hest û raman bi mere çêkir, çi guhertin û tevger bi mere çêkir, çi zanyarî û agahdarî dana me. Bila nivîskarên me jî binivîsin bê ka ewê çiqasî nêzîkî rastiyan bibin û karibin buyer û diyardeyên ku qewimî û jiyana ku hîna birêve dice ji bo me aşkire, pêşçav, ronak bikin û derbibirin.

Hêvîdarim ku her mirovekî nivîskar bi taybet nivîskarên me Kurdan karibin bala me ji xeyalan pirtir bidine birêveçuna nihênî ya jiyanê. Û hêvîdarim ku em jî ji bo jiyanekî pêşketî, jiyanekî ku bi Kurdewarî me tevlî cîhanê bike, ji yanekî ku tevayî dîroka rabihurî di me de kom bike û birêve bibê tiştan ji nivîsan bigrin û binirxînin.

18.10.2006

You may also like...

Bersivekê binivîsin

E-posta hesabınız yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.