Nameyek ji birêz Hejarê Şamil re

Piştî ku birêz Hejarê Şamil nameya ku min jêre şiyandî di rûpelê xwe yê Facebookê de weşand min jî êdî di vira de weşand. Êdî name vebû bo vê yekê ez jî diweşînim.

Silav ji were birêz Hejarê Şamil!

Eve demeke dirêje ku ez dixwazim nameyekê bo we birêbikim lê mixabin min gelek dudilî jiya û min nenivîsî.

Berî bi çend salan dema ku min navê we bihîst (dibe ku berî neha jî me hevdû nasî be lê pir nayê bîra min) gelek kêfa min hat. Ji ber ku ez hez li navên Kurdî û bi taybet yên risen dikim. Bi vê boneyê jî min her dixwest ku li gel we di peywendiyê de bim û karên we yên Kurdewarî him karibim bişopînim him jî eger çêbibe piştevaniya xwe rave bikim.

Lê wê demê tiştekî xweş çêbû hun wekî nivîskarê Gelavej.com ê di malpera gelavej de bicî bûn. Ez bi vê yekê gelek kêfxweş bûm. Ji ber hel û mercan her çend me gelavej baş bilind nekiribe jî malperek ji malperên sereke bû ji bo nivîsîna zimanê Kurdî. Paşê me gelavej bi dawî anî me wekî berdewamiya wê rewanbej.com vekir. Lê herçend ne duvdirêj û demdirêj jî be me nivîseke we girtibû gelavej.

Ji ber navê we min qet hizir nedikir ku hun bi Tirkî dizanin û bi tirkî jî dinivîsin.

Sal ketne navberê û facebook derket holê û Kurd jî ketin nav rûpelên facebookê de.

Herroj bûme şahidê nivîsên we yên Tirkî. Hîna jî ji min re xerîb tê. Ez naxwazim ku bi were xerîb bikevim, ji ber ku navê we ji minre risen tê. Di me Kurdên ku piçek dersa dibistanê Tirkan dîtî (bawerim li gel we jî wisane) di derûnê me hizrê me de gumanek hewe, ew guman jî eveye ku em dema mirovek bi navê xwe an bi kincên xwe an bi zimanê xwe piçekî Kurdî be, em ji xwe Kurdtir dibînin û wisan dihizirin. Hîna jî naxwazim ku bawer bikim ku hun bi Tirkî dizanin. Dest ji Tirkî nivîsandinê berdin ez Tirkî zanîna we jî hêjayî we nabînim. Ev ne rexneye ez hizrê xwe dibêjim. Ez wisan hest dikim û li ser we wisan dihizirim.

Di derbarê we de pir zanyariyê min nîne rastî. Lê ne pir giringe jî. Tiştê ez dizanim ji navê we jî diyare û ji nivîsên we jî hun Kurdên kafkasin û hun tekoşerekî Kurdin.

Bêguman ez wekî hindek nexweşan her kesê ku PKK an jî PDK rexne bike xizmetkarê dewletên serdest nabînim. Ez bo hizir û rexneyên we tiştekî nabêjim. Her Kurd, her mirovekî Kurd ku xwîna wî ya Kurdan be mafê wiye hemî hêzên Kurdan rexne bike. Heq û mafê tu kesî nîne ku pêşî li vêya jî bigre. Ji ber ku Kurdîtî ne milkê tu serok an jî partiyekê ye. Lê tiştê ku hişt ez vê nameyê bo we binivîsim ne hizrê we ye lê belê nêzîkatiya we ya Kurdîtiyê ye, şêwaz û rêçika we ya tekoşîna Kurdewarî ye.

Dema ez hîna nû di dema xwe ya kamilbûnê debûm. Temenê 13-14 salî de min rojnameyên Serxwebûn û Berxwedan nasîn. Wê demê bi karîgerî û bandora bavê xwe min tevger û tekoşîna PKK dinasî. Zarok xeletiya zû dibînin an jî tiştên tazî zû dibînin ji ber ku çavê wan hîna nehatine helxelitandin. Ji min re gelek seyr bû. Min kovara Serxwebûn girte dest xwe, nav bi Kurdî naverok tev bi Tirkî bû. Min kovara Berxwedan girte dest xwe nîvî bi Tirkî nîvî bi Kurdî bû. Gelek kovar, rojname, televizyon û radyo yên bi vî rengî me dîtin. Ez her çend bi hestê tekoşînê tijî jî bim, min tu wate neda vê rewşê. Çawan çêdibe nav bi Kurdî û naverok bi Tirkî be. Med tv vebû medya tv vebû roj tv vebû û gelik weşangerên dîtir yên ku me ji bo xwe wekî çavkaniya hizir û tekoşînê didîtin bi vî rengî em hînî tirkî dikirin.

Paşê ez bûme şahidê gelek tiştên dîtir bêguman, ne dem heye ne jî pêwist dik wan tiştan tevan binivîsim. Bi kin û Kurdî em ji bo Kurdîtiyê bi Tirkî tekoşîn.  Hemî Mêrdîn, serhad, Cizîr, Colemêrg, Gever, hetanî bi herêma Amedê, Xerzanê, bi xêra rêvebirên Rihayî, Dersîmî, Tirkî hînî Tirkî bûn. Hetanî bi Kurdên başûrê biçûk bi navê nû Kurdên Rojava jî.

Gelek palewanên Kurd di berîka wan de helbestên gerîlla yên bi Tirkî hebûn û şehîd ketin. Derveyî wergêran pirtûkên li ser gerîlla yên Kurdî ji yek an du liban bêhtir nînin.

Bêguman ew mafê min û hizra min nîne ez hizir bidime we an jî rêkan pêşanî we bidim. Bêguman daxwaza min jî ne ewe. Tenê êdî mêjî û hestên min ranakê ku hun bi Tirkî dinivîsin.

Başe Kud çima bi Tirkî dinivîsin?

Bersiva vê li cem min eve; kêfa wa tê ji ber wê

Wekî din tu sedemê wê nînin. Hetanî salên notî asîmîlasyona Tirkan hebû piştî salên notî jî asîmîlasyona siyaseta Kurdan heye. Ji bo hemî tekoşînên Kurdewarî rêzgirim. Bi her rengî û bi her zimanî ji bo hemî cangorî û tevger û livên Kurdewarî rêzgirim lê baweriya min bi tu tevger, liv, kar û projeyên bi tirkî nayên ku ji bo Kurdan suda xwe hebe. Hîna jî di mêjiyê min de ev heye ku ez dibêm Kurdên bi Tirkî dijîn û dinivîsin û têdikoşin tenê ji bo ku Tirk wan fam bikin vêya dikin. Min dinivîsê we de gelek xwendiye, hun dibên ; – ji bo ku bête têgihiştin ez dê bi Tirkî binivîsim- hun jî ji bo ku Kurd we têbighêjin bi Tirkî dinivîsin.

Ez vê felsefê û nêzîkatiyê gelek xelet dibînim û çewt dibînim. Min li ser vê mijarê gelek babet û pexşan nivîsîne. Bawer bikin pêwistiya Kurdan bi siyaseta klasîk û hizrên siyasî yên jiberkirî nîne. Ew şirove û nêrînên ku gelik rewşenbîr û nivîskar û kesên Kurd ku ( gelek ji wan jî di malpera we de jî nivîsin) bi tirkî dinivîsin heman tiştên ku siyasetmedarên Kurd dibêjin dûbare dikin. Tiştê ku îro piraniya Kurdan qala wê dikin û dibêjin –bo Kurdan azadî û aştî pêwiste, serxwebûn û xwebirêvebirin pêwiste- di salên şêsta de ji aliyê Mele Mistefa Barzanî ve bi rêka Mir Celadet Bedirxan ve ji bo şoreşgerên Fransa bi nameyekê hatibû nivîsin.

Bi vêya bawer bikin huner ne di zanistêdeye, huner di afirandinêdeye, hunera rewşenbîrî, hunera wêjeyî, hunera rojnamevanî, hunera şoreşgerî jî. Rojekî endamekî PKK yê asta bilind ev gotinana kir; – Ji bo me, ji bo PKK tiştê rast na tiştê pêwist raste-

Ev peyveke gelekî giringe. Ji bo hemî siyasetê cîhanê ev rastî dimeşe. Lê kesên ku ne siyasetmedar bin û dixwazin xizmetekê ji bo Kurdewarî bikin –BI KURDÎ NIVÎSÎN HIM RASTA, HIM JÎ PÊWISTE-

Sedemên ku hun bi Tirkî dinivîsin;

Xaleka dîtir ku min ji we hêvî nedikir heye; ew jî eve hun hîna bawer dikin ku sedema bi Tirkî nivîsîna we asîmîlasyone.

Hun xwe dixapînin. Ku îro li ser we zal bibe û ji neçarî be hun dê bi vî mêjiyê xwe di nava 3 mehan de di zimanekî cîhanî de bibin bilbil. Ez wan biyanoyên ku hun di warê ziman de qelsin û kêmin qet drust nabînim.

Xala dîtir ya ku hun wekî sedemekê derdixin pêş jî ewe ku mirov bi Kurdî tênaghêjin.

Hun bi çapemenî û medyayê ve jî mijûlin. We çend lêkolîn kirine? Em dur neçin, gelo ji dema ku we di gelavej de nivîsa yekem ya Kurdî weşandî hetanî neha, di nava van 4-5 salan de we çend lêkolîn kirine bê ka çiqas Kurd bi Kurdî dinivîsin û Kurdî bikar tînin? Ez ne bawerim ku we hetanî neha ne wekî kes ne wekî malper di vî warî de lêkolînek kiribe. Hun jî wekî siyasetên Bakurê Kurdistan di nava heman xwe xapandinê de diçin. Hun wisan dizanin ku hun dê bi Tirkî xizmeta gel bikin. Hun wisan dizanin ku hun dê bi Tirkî mêjiyê Tirkîtiya li bakur têk bibin. Hun wisan dizanin ku hun dê bi Tirkî rewşenbîrên Kurd ronak bikin û bandorekê li ser wan bikin û bi vî rengî xizmetekê bo Kurdan bikin. Hun wisan dizanin ku piştî tiştên rast û zanistî ji pênusa we derkevin êdî hun erkên xwe yên netewî pêk tînin. Hun wisan dizanin ku hun dê bi vegotin, dazanîn, aşkerekirin, raxistin û darêştina siyasetê ve mirovan ronak bikin.

Hun xeletin birêz Hejarê Şamil.

Pêşniyareke min heye bo we; 1: An têkevin nav siyaseta bakur û hun jî wekî hemî siyatmedarên Kurdên Bakur bi Tirkî di vê rêkê de berdewam bikin. 2: An jî rewşenbîrî, rojnamevanî, nivîskarî, tekoşervanî û welatperweriya xwe wekî Kurdekî bijî û şanî mirovan bidin. Her çend we lêkolîn nekiribe jî ez bi kin û Kurtayî bêjim. Bi hezaran rewşenbîr, nivîskar, helbestvan, romannivîs, rojnamevan, ciwanên xwendevan, kesên nexweşê Kurdî, hunrmend, weşanvan hene ku dilê wan bi PKK reye û ewqas jî hene ku dilê wan bi PDK, an PYD an jî partiyên dîtir ve ye. Û bawer bikin ev mirovana ji dil dikin ev mirovana tenê yek derdê wan heye ew jî Kurdîtî û çanda Kurdî û zimanê Kurdî û berjewendiyê Kurdî ne. Eger hun tenê dixwazin xwe bi çend Tirkînivîs û kesên ku hizrên wan tirkî ye bidin danasîn û têgihiştin ez dibêm tiştê herî baş ewe ku hun karên siyasî bikin.

Ji ber ku gelek mirovên ku bi tirkî dijîn bi rastî jî kedkarin û tekoşîneka bê hempa dane û hemî jiyana xwe di vê rêkê de dane. Lê wekî min li jorî gotî tiştên him rast him jî pêwist hene ji bo Kurdan. Kesê bixwaze ku xizmetekê bike bi hizra min wekî miroven ji xelayê filitî û yekî dewlemend bêt û av û nan bide devê wan. Pêdiviya Kurdan evqasî bi hizrê rewşenbîrî yên Kurdî heye.

Her cara ku min hewl daye ez nivîseka we bixwînim, herdu rêzên destpêkê Kurdî ne paşê dibe tirkî ez jî naxwînim. Bêguman dibe ku ji bo we ne giring jî be xwendina min an nexwendina min. Lê belê sedî sed hun dê bixwazin ku hemî Kurd dengê we bibihîzin û hizrê we bizanin naxwe hun vala vala narûnên û roj û şevên xwe nadin van karan.

Eger na hun tevlî hizrê min nabin. Rica û tikayeka min heye ji we, naxwe Kurdî û Tirkî tevlîhev nekin. An bila nav jî bi Tirkî be an jî bila naverok jî bi Kurdî be. Rengê hizrê we daye malpera we jî. Bi biya min ji hev qut bikin. An malpereka du zimanî çêkin an jî tenê bikin yek ziman.

Mixabin hun nimuneyeka ne başin ji bo me. Ev heyfe, ji keda were heyfe, ji tekoşîna were heyfe, ji hizrê we re heyfe. Ez mirovekî bi kompleks û xwe firandî nînim. Ji dema ku min navê we bihîstî hetanî neha min dixwest ji we sud wergirim. Lê ev bendewanî vala derdikeve. Hizrên siyasî yên kesan ez ji tevan re rêz digrim. Ji ber ku dema mirovek Kurd be mafê wî heye hemî partî û serokên Kurdan li erdê bixe, derveyî dijûnkirinê ez tevî tevan dibim. Hizrên min jî nêrînên min jî hene lê ez qala rêzgirtina ji hizran re dikim.

Lê dema mijar dibe Kurdîtî kiryar derdikevin pêş hizir.

Bi dehan proje û karên Kurdewarî hene ku tenê di xizmeta Kurdan dene, tu peywendiyên xwe bi siyasetê re jî tunene. Bi hizra min ew hêza we heye hun jî giranî bidin prjeyên balkêş yên Kurdewarî. Ew hêza we heye lê ew hizra we jî heye an na nizanim. Ku ne bi Kurdî be dîsan dibêjim ji bo hemî, zarokên Somalî derfetê jiyanê jî mirovekî Kurd çêbike bo min tu wateya wê tune.

 

Îşev li Roma yê di bin karîgeriya dîroka Romayê de dema min facebok vekir, nivîsa we bi Kurdî destpê kir ez pêde çûm û di binî de yek rêz we dîsan wekî îsota nav Tirşo Tirkî êxistiye navê de ewqas xirab kir vê îsotê nayê gotin. Piştî min ew rêza îsotî jî dît min ev name nivîsî. Hêvîdarim min karîbû xwe bidim têgehandin.

Dilxwazim ku hun di jiyana xwe de her bextewerbin û di tekoşîna xwe de jî serkeftî bin.

Demeke xweş.

Agirî Soran

 

Têbînî; piraniya nameyên bi vî rengî ji raya giştî re vekirî têne nivîsîn lê min ev ji aliyê xwe ve di cîde nedît. Ez wêya ji xwesteka we re dihêlim. Hun bixwazin hun dê ji xwendevanan re vekin hun nexwazin ev name bo we ye.

22.04.2014
ROMA / ITALIA

 

 

You may also like...

Bersivekê binivîsin

E-posta hesabınız yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.