Name

Îro ne dinivîsî pênûsa rojaneya min
destê min di recifî li ser pelê xemgîn
çavên min kiz dibûn nedidîtin êdî
ne didomîn rêzikên evîna minû te
tîpên qof, bêhnokên şikestî û xalên birîndar
Helbesta min bênav mabû di bin barê eşqa te de.

ev namejî  ne qediya vê şevê…
waye çiraya min heliya,
agir semayê nake êdî
bi min re xembariyê dilîze

perperîka ber çirayê jî mexeliye
giriyê tenêtiyê dike
şereba nav piyaleyê ne serxweşe îro
ne dizanî ku ez sermestê teme

Bêhna te tê ji şevê
ji wê sêva nîvçemayî
Ji qetê lêva min ya jor
Ji tiliyê minî lerzok
ev name jî ne qediya dîsan
wekî dilê min nîvqetî ma
berê beyanî min pêça nameya dilê xwe
bi rondikên xwe yên şil
min dizanî ku wê bê bersiv bimîne dîsan
ji ber ku te xatir ne xwestibû û çûbûyî…

 

09.06.2010

You may also like...

Bersivekê binivîsin

E-posta hesabınız yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.