Mişextî

Dîsan di himbêza heyvekevanêdebûm

Hilma te jê dipejiqiya nav hinavên minî sar

Şevekî sar

     Heyvekî sar

Di hesidîmêde dîsan

Min dizanî ku işev tu jî bûbûyê mêvanê heyvê

Ji min bê xeber…

 

Beyî ku silavên min bighînê te

Berê xwe dida diyarên xerîb

Û diçû dîsan

 

Bendewanê teyrekî çîrokî bûm

Da kû min di sînorên mayinkirîre

                             Bighînê te

Da kû min li ser deryayên kur re bifirînê ba te

Da kû min wekî guleyekê bi teqênê ser sînga bêbextiyê

Lê ne dihat…

Dîsan şikestibû dîkika demhijmêra min

Qerisîbû çemê hêviya min,

                          ne diherikî…

 

têniyê teme yara min

xerîbê xwebûm di kolanên welatê xerîb de

serseriyekî sermest

meyxwerekî bê mey

bablîsokek bû di nava min de di çerixî

bendîxaneyekî beriyên kavilbûyî

çîrokekî mişextî bû derûnê min

 

ew erdê welatên di navbera me de

bi keziyên ecuzpîrên hesûdiyê hatibûn girêdan

bi xencera nezanên hêc dorpêckirî bûn

conge min westiyayî

qidûmên min şikestî

di nava dojekî xerîbde di şewitîm ez

 

tenê xewna xwe min himbêz dikir şûna te

li aliyekî min muwên biskên te

li aliyê din tîrêjên çavên te

bila di dojeha çiyayên te de bi şewitim yara min

bila bibim xwelî bibim toz

lê nebim mişextê warê bê roj

                            warê bê dost

                            warê bê soz…

 

01.01.2009

You may also like...

Bersivekê binivîsin

E-posta hesabınız yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.