Mirovên ehmeq

Gerdun 14 milyar salî be,
Erd 6 milyar salî be,
Tuxmê mirovan 200 hezar salî be,
Şaristanî 5 hezar salî be,
Mirin wekî siya mirovî hevalbendê mirovan be û temenê asayî 60 heta 100 salî be wê demê;

-Guman, tirs û newêrekiya mirovan li himber mirov û jiyanê qelsiyeka bê wateye. Di encam de ehmeqî ye.
-Bê zanebûn û bi xwe xapandin, bi adizî û diltengî, Xwe bi pivanên çêker, hizir û ideolojiyên asê, baweriyên encama mirovan ve zindanîkirin ehmeqî ye.
-Pozbilindî, xwe ji mirovèn dîtir dur, dirêj û bilindtir dîtin, zanebûn, nav, milk, an jî ne tu tişt kirina pêlekanê pozbilindiyê biçûkbûn û ketîbûne. Di encam de ew jî ehmeqî ye.
Bi kinayî piraniya mirovan bi navê azadiyê kole ne (ez tengasiya mêjî, kulên derûnî, êş û azara jiyan û cihanî koletî dibînim).
Piraniya mirovan bi navê “mezin”bûnê di nava derûnê biçûkbûna xwe de herroj di fetisin
Piraniya mirovan bi navê bawerî û hêzên baweriyên derveyî xwe yên giştî di nava hêzbûnê de di bîra bêkêrî û bê tiştekbûnê de di fetisin.

Pir kêm mirov azadin ji ber bextewerin
Pir kêm mirov wêrekin ji ber piyên ku wan radigre hene, mejiye kî tenê semyanê waye heye.
Pir kêm mirov “na hizirin”,
Pir kêm mirov “na meyzênin”
Pir kêm mirov ” nabêjin”
Pir kêm mirov ” nagirîn”
Ji ber ku ew pêgihîştî ne… heya wan ji biçûkbûna mirovatiyê heye…

You may also like...

Bersivekê binivîsin

E-posta hesabınız yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.