Mirovekî ji xwe durim

Ez mirovekî ji xwe durim, mirovekî ku heya kesî ji min û qolincê nava min nine. ( heyamin jî),gelek caran li jor ve seyrî cîhanê û mirovan dikim. Lê dikim û nakim ne xwe dibînim ne jî wan dibînim.
Tê bîra min ez di kavilekî gundekî kavil yê Welat de hatme dine. Roja ku hatime dinê, tê bîra min wê kêliyê ew pîrejina wekî ecuzpîra ya ku di ser sere min re rawastayî û ew jinika difin nikil henekê xwe bi min dikirin, heman çawan ez neha henekê xwe bi wan dikim. Wê roja li derve, cîhanekî serzîvrêner deshilat bu. Baran û befir bi hevre dihatin lê ne şêlu bu. Teyrok jî pêre dihat lê kesekî ne dipirsî bê ka çima wisa ne. diya minî xoco hîna nehatibu dine. Hatibê dine jî min ne dizanî, ji ber wê jî di mala me de tu tiştekî ku bibê sedema şer nebu. Ma ne sedema şer jin bun. Ji ber ku jin pir hestyar û tenenazin. Cihana bêkêr ji bo wan hola buyerên kesnezane û her bizavek ji bo wan rudawekî mezine, lê ne di warê çareserkirinê de di warê pit pit û dinyaxirakirinê de.

Dema ku min zanî navê min kirine quling ez ji çêbuna xwe poşman bum. Lê ma ez çi bikim, carê ku mirov ji nava diya xwe derket nikare carekedîtir xwe vegerêniyê de. Gelek kes dibêjin ku dewra zik xak dibîne û xak dayike. Lê ez gelekî ketme bin axê, min nedît ku bu dayika min. heke dabê min jî ev derveyî zanebun û pêhisîna mine. Ji ber ku ez neha dizanim ku ez ewqasî zane nînim.

Her ku roj bi ser buyîna min re di bihûrîn hîn zêdetir min hestkir ku xeletiyek di buyina min de heye. Ji ber ku min gelek caran di xewnê xwe de xwîn û idab didît. Gelek caran ez wekî ku ji deverekî bilinde werbim di ketim û di veciniqîm. Dema ku min xewnên wisan didîtin hîna temenê min heşt meh bu.

Gelek caran min bi mirovan ve gelek lebat û amêrên nemirovî didîtin. Hîna jî ez nizanim bê ka ew çibun. Lê wê demê min tiştek baş zanî ew jî ew bu ku mirov hertim berê xwe didine tiştên ku tu car tênaghêjin, tiştên ku mirov tu car tênaghêjin û jê fam nakin zêdetir balkêşin, zêdetir bi nirxin, zêdetir hêja ne. Ha ez ji bîr nekim zêdetir deshilatin, gelek caran dighine asta xwedayê dilovan de jî. Hîna di wî temenê xweyî piçuk de,( biqasî ku tê bîra min temenê min berbi sê salan ve dihat,) min dît ku mêjiyê mirovan bi glek têgehên tevlîhev, bêwate û bêsud ve tijîye, bi kurtayî cîhana mirovan ya hizir û raman bi têgehên vala, aloz,zehrawî ve tijiye. Ev jî têrê nake, ez gihiştime wê zanebunê ku cîhana mirovan ya têkiliyan, bi navekî dîtir cîhana civakî li ser rêya zagonan dimeşe, (reya zagonan reya bihevleyistinê ye) di demên kevin de ji ber ku tu derfetê mirovan nebun û mijuliya mirovan zêdetir li ser xwedana jiyandinê bu ji ber wê jî ew hest û ramanê pîroz yê li ser pêlekanên ku ji cendekê mivoran hatî çêkirin hîna di mirov de cî negirti bu. Erê nizanim çawan çêbu lê di sêsaliya xwe de ez fêrî vana bum. Kê ez fêr kirim gelo, xwezka min zanîbane bê kê ez fêr kirim. Ji ber ku ez kê dibînim dibêjê. <min tu zane kirî> ( hun jî wisan nînin gelo? Rast bêjin bê derew… heke hun derewa bikin ezê bikevime xewnê we de, ezê we bixum, roj bi roj, kêlî bi kêlî ezê we bi keritênim. Ezê bime sam û jînê li we bikme dojeh. Lê ez desturê didime we ku hun hetanî li ser vê nivîsê bin li ser vê hizrê bi ramin. Erê, gelo herkes ji were nabêje <min tu zane kirî, zanebun hebune ji ber wê jî tu berhemê minî> erê ji hertiştî goman bikin û hertiştî bipirsin. Ezê dawiya nivîsê ji we bi pirsim bêka hun gihiştine çi encaman.

Hiç xwe tawanbar nebînin li himber wan ramanên ku dibêjin <min tu zane kirî> heke hun xwe tawanbar bibînin, wê demê malik li we viritî. Hun hetanî saxin hunê mirî bin…

Erê ez van tiştan hîna di du saliya xwe de fêr bume, ji ber wê jî ez mirovekî nexweşim ji ber ku ez hîna di zaroktiya xwe de bi tiştên „mezin“ re mijul bum. Ji ber ku wekî min gotî, tiştên ku kês jî fam nake zêdetir balkêşin, zêdetir sehrawîne.

Dîsan hîndekî li xwe temaşe bikin ji kerema xwe re, dema hun li vê şeytanokê( televizyon) di meyzênin, dema hun pirtukekê dixwînin, dema hun bi mirovekî re di peyivin, an jî hun di meydanekî siyasî de ne, gelo kijan rengê derbirînê(hîtap), kijan rengê gotina û axaftinê, kijan raman bala we dikşîne, ji we re sehra wî tê…. gotinên tevlîhev yên ku hun tiştekî jê fam nakin, gotinên dirêj, bê serû bin, gotinên ku tijî têgehên seyr an jî gotinên ku bi hostayî hatine hilbijartin lê ewqasî jî asayî, gotinên bi rêz û pergal, gotinên zelal û bi naverok, kîjan gotin?

Li cem vê mirovên çawan bala we dikşînin? Mirovên rubiken, ruxweş, bi pergal, ji dil, nermok, mijulker an mirovên dijwar, tund û hişk, bêpergal û mirovên ku dibe ku we nexê şuna mirovan de jî, kîjan mirov ji van bala we dikşîne? Bê guman di destpêkê de hunê mivovê rutirş, hişk û bêrêz ne pejirînin, lê gotin tenê na, dakevine hinavên xwe. Dakevine kurayiya bîr û ramanê xwe. An jî azmuna xwe ya jiyanê di ber çavan re derbas bikin. Qet nebê buyerekî wisan vêga di serê we re derbas buye…

Û ez li ser vê nêrîna xwe bi dakokî me ji ber ku ev nêrîna minî zaroktiye erê di heşt mehî de ez pêhisabum. Tiştên tevlîhev, bêrêz, leyistoka peyvan, mirovên tevlîhev bala mirovan zêdetir dikşîne. Mirovên ku em dibêjin „dilnimz“ mirovên sakîn û li ser xwe hertim têne piştdestkirin. Dibe ku hun jî yek ji van mirovan bin. Dibe, ji ber ku hun gelek tiştên li gorî zeyn(mangiq) û bîra mirovan dibêjin kesek we godar jî nake.. dibe ku hun wisan bin.

Ez mezin bum lê hîna jî baş dizanim ku hîna mezin nebume. Bume zarok gotin „ zagonên vê cîhanê ewe, bê kê kî xwar“ bume ciwan gotin „ zagonên vê cîhanê ewe ku tu ji bo „ramanan bi livê“ bume bi temen gotin „zagonên cîhanê ewe ku tu li gorî mivoran bê“ li gorî herkesî.

 

21-1-2003

 

You may also like...

Bersivekê binivîsin

E-posta hesabınız yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.