Mirov li himber xwedê nankorin

Hun derewînin. Hun xwedê dixwapînin. An ku hun him yasayên xwezayê ji bo xwe bikar tînin, him jî dema hêza we têrê nekir hun nankoriyê lê dikin û pişta xwe didinê. Hun dizanin ku we çi jiyan kiribe carekî dîtir şûnve nayê. Hun dizanin ku demên bihurî di rabihurînê de mane, carekî dîtir xweda wî derfetî nade we hun ji dayika dixwazin çêbibin, li welatê hun dixwazin çavên xwe vekin, devera dixwazên bêne dinê, li gundê hun dixwazin zaroktiya xwe bibihurînin, li bajarê hun dixwazin dibistanê bixwînin, asta hun bixwazin ya civakî bighêjnê de. We ev mafê xwe winda kiriye.

Di dema zîndariya xwe de hetanî deverekê hun bêyî vîn û îradeya xwe hatin, lê piştî demekê hemî pêlekanên temenê xwe we yek bi yek hilbijartin û we derbas kirin. Hun gazinên xwe ji çi dikin? ji kê dikin?
Ji dayika xwe? an ji bavê xwe? (Çima wê şevê, hema wê kêliyê we hevdû hez kir û we tovê çêbûna min avêt) evin gazinê we?

Na! hun hez li dayika xwe dikin, hun hez li bavê xwe dikin. Her çend li serê we bûbine bela jî, her çend jiyana we têk bidin jî, her çend pêçiya xwe di nav dimsa we da dikin jî, her çend we bêkêr û pûç bibînin jî hun hez li wan dikin. Wê demê derdê we çiye?
Hun çima ji jiyanê gazinê xwe dikin?
Ji mirovan?. qaşo dostên we ne dostin? xizm û kesên we ne tu mirovin? gundiyên we ne tekuzin? Mal xesû, mal ap, mal xal, mal xaltî, mal metik ne tiştekin?
Dawiya dawî hun gazina dikin. Hun gazinokî ne…
Dawiya dawî hun xemgînin, hun poşmanin, hun bêçarin, hun bêhêzin.
Xwedê çima em Kurd çêkirin? xwedê çima erda me bindest kir? xwedê çima ev jin da min, xwedê çima ev hejarî û perîşanî kiriye para min? xwedê çima ez nekirim ev tişt û ew tişt? Xwedê çima da wî û ne da min?

Dawiya we ne başe. Ji ber ku hun li himber xwedê ne dirustin.
Hun dizanin dema ku hezkiriyê we an jî mêrê we an jî jina we li gel yekî dî kete doşekê de tu sûda wê nîne ku hun bigrîn. Hun dizanin dema ku bavê we mir, miriye, ew çûye, ew nîne. Ew êdî ne dibihîze, ne dibîne, ne hest pê dike. Dema ku dayka we mir hun dizanin ku êdî ev cîhan bêyî dayka we diçerixe. Dema dostekî we mir hun dizanin ku êdî carekî dîtir silavê nade we, hun dizanin ku carekî tîtir hun pêkve laqirdiya nakin, pêkve naçin nêçîra an jî kêf û seyranê.
Dema mirovek ji netewên dîtir bi erz û rûmeta te henekê xwe kir, hun zanin ku ew zimanê we tênaghêje, hun nikarin bersivê bidinê, hun zanin ku hun wî nakujin. Dema jin û eyalên we û zarokên we ji aliyê hindek kesên bêhest ve hatin revandin û destdirêjiya wan hate kirin û di êşkenceyan ve hatine derbaskirin, hun dizanin ku hun nikarin xwe bighînin wan, hun dizanin ku hun nikarin bibin Supermannek û wana rizgar bikin, hun dizanin ku hun nikarin cîhanê tev xirab bikin û rewşê biguherin. Dema ku milkê we hate talankirin, gundê we hate şewitandin, henekê xwe bi zimanê we, kincên we hate kirin hun dizanin ku ew kesên dijî we bi tu rengî we guhdar nakin.
Heya we ji birêveçûna jiyanê heye, heya we ji yasayên xwezayê heye. Hun hemî tiştî dizanin.
Başê wê demê çima hun derewa li xwe dikin û dixwazin xwedê jî bixwapînin? Ji bo çi hun digrîn?, ji bo çi hun nava xwe agir pê dixin û şevan li xwe dikin dojeh, rojan li xwe dikin reş û tarî. Çima hun dilê xwe dax didin û keserên kur ji mofika piştê hetanî muyê porê dikişînin û nifiran li qederê dikin û tifê li bê siûdiya xwe tînin?. Çima hun di nava gotina poşmaniyê de digevizin û xwe di nava zindana derûnê xwe de kilît dikin û dest û piyê xwe hun bixwe girê didin? Çima hun rojên xwe bi nexşên destpêkirinên nû, şevên xwe bi xeyalên ku pêkanîna wan ne pêkane dibihurînin û sibehên xweş yên bi sitêrka gelavêj li xwe dikin jehr û vedixwin.
Çima hun derewa li xwedê dikin? hun dibêjin kesek derdê min tênaghêje, kesekî wekî min bê pere nemaye, keçika hevala kesekî wekî ya min nekiriye, dê û bavê kesekî wekî yê min nekirine, dewletê tiştê anî serê min ne aniye serê kesekî, jiyana min ne wekî ya kesekî ye û hun maf dixwede dibînin da ku dest û piyên xwe ji jiyanê bikşînin di nava derya gazin û giliyan de bigevizin.
An hun hîna tiştinan nizanin? Hun nizanin ku xweza, yasayên xwezayê pir jî guh nade başbûna dilê we û rastiya xwezayê hestyariya we û giriyê we, poşmanî û axîn û keserên we yên qederê guhdar nake. Hun nizanin ku ew xweşbîniyên mirovî ya di nava hinavê we de têra jiyankirinê nake. Ji bo jiyankirinê rastbînî pêwiste. Tenê hest kerê mirovan di evrazan ve biser naxe mixabin. Divê ku tu navtenga wî baş girê bide, berî ku bikeve evrazî zikê wî ter bikî, heta da ku dema zor da xwe rîxan bi ser rûyê te de bernede paliya wî jî bixe bin dûvê wî. Tenê serkeftina kerê evqas û hîna ewqas tiştên dîtir dixwaze, başe ji bo jiyaneka xweş û geş hîna çi pêwiste û çi ne pêwiste êdî hun ji nav hev derxin.
Lê çareya min û bi zimanê fizîkê formula min jî Bexteweriye. Bextewerî û jihev derxistina bûyer û arîşeyan ne xemsariye. Bêxemî û mirovên bêxem kurmên bêkêrin li ser rûyê erdê û cîhanê. Lê belê xweşbînî şêwazê herî serkeftiye di jiyaneka xweş û geş de. Mirov tu car hez li xemgînî û êşê nakin. Eger mirov dibin êşhez(mazoşîst) ew jî ji ber bêkêriya wane ji ber ku nikarin bextewer bibin.
Ne xwe bixapîni û ne xwedê bixwapînin. Tiştên ku hun nikaribin bikin ji bo wê xemgîn nebin. Hêrsa xwe bikin çare û li pêş xwe binêrin. Pir zêde bibîranîna rabihurînê du sedemên xwe hene. 1 an hun dema bihurî ji bo xwe bikar tînin da ku hun rêkekî jiyanê bo xwe vekin 2 an jî hun neçarin ku dahatiya xwe ava bikin hun bi dûvê rabihurînê digrin.

Rêka bexteweriyê ne rizgarbûna arîşeya û bidawîbûna problemaye. Çareseriya tevayî arîşeyan Bexteweriye.

 

 

You may also like...

Bersivekê binivîsin

E-posta hesabınız yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.