Mirina şevên sar nexweş bû

Mirina şevên sar ne xweş bû. Cendekê min ji nêzîkbûna mirinê di lerizî an ji ber sermayê min ne dizanî. Lê rastî jî ne xem bû. Tenê di nava berfa bagerî de, dema ku goreyê min şil dibûn û çongê min di qerisîn, destê min bi cemedê dorpêç dibûn. Xwêdana meşa dirêj bi laşê min ve dibû cemed wê demê xewekî mirinê dikete çavê min.

Derveyî wê mirona şevên sar ne xweş bû. Jiyan îro didomî, sibe jî dê bidome, dû sibe û sê sibe û rojên berdewam jî dê jiyan bidome. Yên ku dimrin tenê ji kêliyê bêparin wekî dîtir di jiyanê de tu guhertin çênabe. Bi qasî ku ji xweşî û coşiya jiyanê bêparin ew qas jî ji êş û azara jiyanê jî bêparin. Min digot ku ez şervanim. Her kêliya min ji bo mirovên dîtire. Her kêlî, her kêliyên mirinî, her kêliyê xwînî, ji bo herkesî dijîm. Çiqas ji dil bû, heman wekî hevaltiya min. Ewqasî ji dil bû. Çima di vê jiyanê de kesek ji kesî ne bawere? Çima mirov tenê ji xwere rêz digrin? Hemî jiyan di nava kêliyê de kom bûye. Eger tu ew mirovê jîr û mezin bê tê karibê jiyanê di kêliyê de bibîne. Eger tu jiyanê di kêliyê de nabîne tu ne mirovê jîr û zana yî.

Em mirovên jêrdest û ji azadiyê bêpar, ji herkesî bêhtir dixwazin jiyanê parve bikin, li gorî afyon û bêhişkera serdemê navê vê taybetmendiya me –Demokrasî- ye. Ez, tu, ew, em Kurd berê wekî dîn û olan neha jî bi vê gotina jihişbir hatine razandin. Em ji herkesî re dixwazin. Û em hemî xwe wekî hev dibînin. Na em ne wekî hevin, kes ne wekî heve. Mirovekî ku ji bo hemî mirovan başiyê dixwaze û mirovê ku hertiştî tenê ji bo xwe dixwaze ne yekin. Mirovekî ku zane bê rêzgirtin çiye û mirovekî ku nizane bê rêzgirtin çiye ne wekî hevin. Mirovekî ku zane ku rêka hezkirina mirovî di mêjî û zanistê de ye, ew mirovê ku vê yekê nizane ne wekî hevin. Ew mirovê ku zane ku mirov hemî di vê gerdûnê de zindîye temenkurtin û ew mirovê ku nizane bê gerdûn çiye ne wekî hevin. Ew mirovê ku di zanebûna kêliyê de ye û ew mirovê ku heya xwe ji rojan, salan, mehan û temen tuneye ne wekî hevin. Zagon û yasayên jiyan û xwezayê ji bo herkesî her yekin, lê ew mirovê ku wêrek û jîre dikare serê xwe, cendekê xwe têxê nav metirsiyê de û jiyana xwe di bin sîbera mirinê de bi rêve bibe û ew mirovê ku xîret nake herê destavê, ew mirovê ku ji sîbera xwe di tirsê nabin yek.

Şervan; kundek e, di ciyê xwe de li ser şikêrê xwe giran e, şervan pilinge ke, çalek û êrîşker, şervan pezkoviyeke li ser zinaran nihênî, di rêkên peya de jêhatî. Şervan çukeke, li ser çiqlan sivik û durbîn. Lê şervan ne kereke di kolanên welatê xwe de sêwelek. Şervan ne bêhiş û nezaneke di civatên pûç û vala de pêken û qirdik. Şervan ne leyistokeke di rêzikên siyasetê de galte, di devê tirsonekan de benişt. Şervan ne riziyê ber deriyê qunmezinan e û ne parsekê ber deriyê –doner-firoş û mêrkujan e.

Erê, mirina şevên sar ne xweş bû. Lê ez hingî bêhtir serbilind bûm ku neha dibînim kundên zinaran di destê qunmezinan de bûne kewê qefesê. Dema ku dilê min yê birîndar li ser şanê min xwîn dirijande nav kincên min ez gelek hêrs dibûm ji hevalên xwe yên ku ez bi tenê dihiştim, lê ez hingî bêhtir serbilind û rehet bûm ji vê kêliyê ku pilingên nêçîrên giran, mirovên ku laşê xwe û mêjiyê xwe kirî sola piyê hevalê xwe vê kêliyê bûne beniyê neçariya xwe di nav kolanên welatê xwe û xerîbiyê de.

Jiyan didome, dihunê jî didomî, îro jî didome dê sibê jî bidome. Demeke dirêj min xwe di xapand, min wisan dizanî ku tenê mirî cangorin. Lê neha dibînim ku zindiyên me ji miroyên me bêhtir cangorin. Vê çîrokê ez baş dizanim. Ji ber ku dema çîrokvanan dîrok dinivîsî ez hevalê wan bûm. Neha hevaltiya min jî têra dîroka wan nake.

Mirina şevên sar ne xweş bû. Min ne dizanî lerzîna min ji sermayêye an ji tirsê. Mirina şevên sar ne xweş bû, min ne dizanî ku mîza min nizanim ji sermayê tê an ji tirsê. Lê tenê min yek tişt baş dizanî ew jî mirin bi hevalê xwere bi hemî rengî xweş bû. Herçend em gênc û ciwan jî bûn min hest dikir ku ew mirovê kêleka min dê di kolanên derewîn, di nav rûçikên xwehez, di nav destên kedkuj de dîsan dê min bi tenê nehêlin.

Ewqasî xweş bû ku min hest dikir, eger herkes pişta xwe bidê me jî em bi hevalin.  

 

27.04.2012

You may also like...

Bersivekê binivîsin

E-posta hesabınız yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.