Min ji welatekî bêhtir tişt winda kirin

Ev gotin îro zêde zêde kete serê min, ez gûvaştim ez eciqandim,ez perçiqandim, ez hêram, ez herbilandim,ez gevizandim,ez peritandim,ez mirandim…

Şervanek kiye? Şervanek çiye?. gelik caran ew şervan bixwe jî di bersivdayina vê pirsê de astengî dikşînin û mat dimînin. Lê herkes vêya dizane ku çîrokekî nihêniye, çîrokekî kesnezane. Ev çîrokekî kesnezan di salên 1995 an de min dinivîsî, temenê min hingî 19 sal bû. Piçûkê me Mezlûm bu.
Mezlumê piçûk me digot. Ciwanekî Kurd, na na zarokekî Kurd. Dema ku tevlî Gerîlla bû temenê xwe hîna 12 sal bû. Ji Bazîdê tevlî bûbû. Zimanê xwe yê xweş, ruçikê xwe yê biken. Axxxx axxx, çi bêjim dilo perîşano…
Gelik caran mirovin jê dibêjin, gelo çima mirov dema dijîn nirxê wan nîne, çima piştî mirinê herkes pesnê wan dide. Lê ez ne wisa me û ez bawer dikim ku tu şervan jî ne wisane. Ew şervan dizanin ku ew mirovê dijîn wekî wan binirxin û parezvanê wane. Dizanin ku kêfa wan, wêrekî û mêrxasiya wan ew hevalê wane. Şervan berî mirinê nirxê hevalê xwe dizanin.
Em di serdemekî wisan de dijîn ku herkesek dijî şere, tu bi kêre bi axife yekser dê bêje ku şer kirête, kuştin kirête, mêrkujî tawanekî mirovatiyê ye. Lê mixabin serdema ku herî zêde mirov têne kuştin, têne enciqandin, têne tunekirin, têne pûç û valakirin jî ev serdeme. Bê çi nakokiyekî seyr û sam. Çi nakokiyekî serzîvrêner û bigûman.
Em bi mirinê re dijîn. Lê em dijîn, em dikenîn, Mezlum dikenî. Lê ma çi ken, kenekî ku hîna jî pêlên wê di nava dilê min de di nava hişê min de di nava mêjiyê min deye. Ez dikarim bi evîndarên herî bi xwe bawer, bi dildarên herî zêde dijwar re têkevim pêşbirkê di warê hezkirin û girêdana xwe û vî kenî de. Ez miriyê vî zarokî bûm.
De vekin pelê pirtûkên derunnasên(pisikolog) berî bi sed salî hettanî neha û li vê nexweşiyê bigerin. Hun rewşenbîrin, an jî sîyasetvan. Vekin wan rûpelan û bixwînin bê ka ya min çi nexweşiye, çi sendrume, çi deprasione û çi derman û rêk ji çareseriya wê re divê. Na na zanim ku ne nexweşim. Ez miriyê vî zarokî bûm. Di beziya, ji wî girî bo wî girî, ji wî çiyayî bo wî çiyayî, ji vî karî bo wî karî, û dikenî. Mezlumê piçûk hertim dikenî. Xweda ji bo Mezlum Zagros çêkiribûn, Ararat çêkiribûn, Karker çêkiribûn, çiyayê Şehîdan çêkiribûn, zozanê Geverê çêkiribûn. Bi wê bejna xwe ya kinik bi wî laşê xwe yê sivik, bi wan cil û bergên xwe yê sererast, bi wî rextê xwe yê şidayî, bi wê çeka xwe ya ser milên wî pezkuviyek bû Mezlum. Ku sax jî bane minê heman tişt bigotane, minê çûbane cem ku li serê dî dinyayê jî bane ezî çûbane cem û minê ew pîroz kiribane, minê jiyana xwe kiribane tac û xistiba serê wî. Heman wekî gelek mirovên ku neha dijîn. Wekî Ehmedê Rindikî, wekî Zerdeştê Gûyî, wekî Iskenderê Başûrê piçûk û hîna gelek egîd, gelek mezlum gelek kajînên dîtir yên ku hîna dijîn. Dema ku min ne dizanî bê welat çiye bi hesret, hewes û coşiya ku van mirovan dida min, ji bo welat min jiyan dida.
Herkes li ser Zagrosan dinivîse û dibêje. Zagros buye remza welatê Kurdan. Lê pêşniyara min ewe ku her kesê dixwaze Zagrosan bila here bibîne. Ji ber ku di her gavekî Zagrosan de ne tenê dîroka Kurdan ya şervanên komara Mediya di heman demê de di her gavekê de dîroka Gerîllayan jî heye. Li aliyê başûr, aliyê Rojhelat û aliyê Bakur, her sê aliyan jî şopê lingê Mezlum hene, Zozanên rojhelat, aliyê Deşta ûrmiyê, Xakurkê, û aliyê Gelêşim aliyê Şemzînanê. Dalamper, ew girê navsera Zagros, xala navîn ya Zagros Dalamper jî di nîvê vandeye. Mezlûm li çardorê Dalamper jiyana xwe di neqişand, mirina xwe jî li çiyê kir wekî kirasekî bûkaniyê. Min jibîr nekir, jibîr nakim, Zagros jî jibîr nake. Kî jibîr bike bila bike, sonda min jî ewe ku ez herim navê Mezlum li ser kevirekî ji wan kevirên çiyayê şehîdan binivîsim. Runim û têra xwe bigrîm. Runim û têra xwe bigrim, rûnim û têra xwe bigrîm. Ji ber ku dema Mezlum dikenî pêwistî bi girî ne dikir.
Qirik li min tê girtin, lê tiliyê min jî nanivîsin ma çi bêjim. Min ji welatekî zêdetir tişt wenda kirin…

16.07.2010

You may also like...

Bersivekê binivîsin

E-posta hesabınız yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.