Mêrdêr | Helbest

Gulxunçeyek
Di nava qelşa tehtande şîn tê
Di nava erda zuha

Mêrga kîmyabarankirî de
Ji nava hestiyên şewitandî di bişkuvê
Hel dibe û
Geş dibe û
Gur dibe
Pêşbirkvanê gorepana heyjixwehebûna mirov
Ji malzarokên xencerkirî giyandar bûbû
Di kortên çavên zarokên mirî de aj dida
Wekî sitêrka serê şûrê jiyanxwazan di teyisî
Dibû gul geş dibû
Dibû dil xweş dibû
Dilop bi dilop xwe di çand –Mêrdêr-
Şepolên awazê qîjêniya serê xencerê
Lerzîna jana dil û hinavên bi kul
Kiz û geşbûn bû meşa felekê
Ew her geş û keşxebû –mêrdêr-

Û di rawestiyam li pêş çemê Qendîl

Dengê wî ji min re tanî her dilopekî

Rengê wî ji min re tanî her … tirîfeyekê
Ew ji min re tanî
Her ew…
Her girîn û zarîn
Evîna min dorpêç dikir –mêrdêr-
Gulxunçeya min av dida bixwe
Û digrîm… bi tenê
Bi mêrdêr
Li asîman li hev diketin sitêrkên min û wî
Dibû birûsk di teqî li ser Qendîl
Di herikî jiyan
Dibû be ba
Di bû bablîsok
Dibû … baran
Û her di jiya mêrdêr

05.01.2001

Agirî Soran

You may also like...

Bersivekê binivîsin

E-posta hesabınız yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.