Me kî rast kî xelet naskir

Me kî Rast naskir me kî xelet nas kiriye Em baş zanin kekê Helîm… zarok ji mezinan bêhtir dirustin.

Dema ku me got em ji zimanê Tirkî, çanda tirkî, exlaq û rewiştê tirkî par negrin, me destê xwe avête pirtûkên nivîskarên me yên Rojava. Di navbeyna salên 85 hetanî dû hezaran me ev kir.
Wê demê û gelik demên berî wê, hîna ji seydayê cigerxwîn û berî wê jî bakuriyan gelek sûd ji wêjevan û wêjenivîsevanên Rojava wergirt. Em karin bêjin ku me nivîsa xwe ya Kurdî ji wan wergirt. Me bi navê Kurdîtiyê û tekoşîna Kurdîtiyê hewil dida ku tiştekî ji bo gelê xwe bikin, lê mixabin çand û tesîra zimanê Tirkî metirsiyeke mezin bû, dikarim vekirî bêjim ku tiştê pêşî li vê yekê girtî ji bo xwe û bi sedan nas û dostên xwe bêjim pirtûkên nivîskarên me yên Rojava bûn. Di serî de Mamoste Helîm Yusiv, hîna me ew ne dinasî, hîna me ew nedîtibû, hîna em jî di temenê ciwan de bûn, çend pirtûkekî kurdî ku bi dest me ketî jî ji mere giran dihatin. Lê Mêrê Avis, peyre Jinên Qatên bilind, peyre, peyre Mirî Ranazên, Peyre Sobarto û peyre jî yên din me xwendin. Her çend riya kurdîtiya me diyar jî bû bi van berheman me riya xwe xelet nekir. Me zimanê xwe ne aliqand bi deverne dîtir ve.

Ji bo nivîskarekî wateya wê çiye ez nizanim. Lê ji bo xwendevanekî geleke. Dema ku li serê çiyayekî bilind û bêkes de, di nav berf û baranê de tenê kişikeke ji textikan çêkirî û pirtûka Mêrê Avis hebê. Wê demê temenê min 19 sal bû, min ji xwere digot gelo mirovekî evqas bi Kurdî xweş binivîsê dê rojekê bibe nesîbê min ku bibînim.

Dema ku me Mamoste Helîm Yusiv di nav kar û xizmeta Kurdewarî de jî dît rastî rewş hate gûhertin. Êdî Kêfa me pirtir hat. Me zanî ku weke herkesî, PKK dibe, PDK dibe YNK dibe, û bi dehan hêz û rêxistinên dîtir yên Kurdan, her Kurdekî ku beşdarî van dibe bi dilê xwe yê pak, bi hestên xwe yên xizmetkariya Kurdî beşdar dibe. Me dît ku mamoste helîm jî bi nivîskariya xwe, xwe têr nabîne û dixwazin hin pirtir xizmetekê ji bo gelê xwe bike.

Bêgûman ev hestekî gelekî xweş bi me xwendevanên Kurdî re çêkir, hêz û defdaneke mezin bû ji bo nivîsîna Kurdî.

Sal bihûrîn, rewş hate gûhertin, me Helîm Yusiv dît. Dema min didît ez di kêleka wî ve dibihûrîm, min ji xwere digot – Gelo mirovekî çawane? dê silava min li min vegerîne?, gelo dê kêliyek dema xwe bo min veqetîne ku ez hestên xwe jêre rave bikim. Dema ku Em çend heval kom dibûn û me beşên Jinên qatên bilind dixwendin û em di keniyan? na min ew hêvî nedidît, ji bo min mirovekî payebilind bû min ji silavekê zêdetir tiştek jêre nedigot.

Paşê dem bihûrî, derfetê me çêbû ku em hevdû ji nêzîk de bibînin, Wê demê min dît ku rastî jî nivîskarî çawan ji faşîstan, ji xayinan, ji mêrkujan, ji dizan, ji fêlbazan, ji dîktatoran, ji sîxuran çêdibe, di heman demê de ji mirovhezan, ji kedhezan, ji dilnimzan, ji zanayan, ji xizmetkaran, ji mirovên têgihiştî yên wekî helîm yusiv jî çêdibe.

Vê yekê em gelek kêfxweş kirin – dibêjim em- ji ber ku em bi hezaran kesên wekî min.

Dema ku tu xwarinekî dixwaze pêre bixwe – Hey jê hebe tiştekî bi mesref bê pêwist nake, em kêmtir jî karin bixwin-
Dema ku tu karekî pêre dike – Binêre bila bo te sextî û zehmetî çênebe, barê te giran nebe, eger nebê jî dibe-
Dema ku tu pêre bernameyekê di deynê- Binêre eger dawî bo te bargiranî be em nekin jî dibe-

Min Helîm piştî xwendina rojên sar, şevên li ber çiraya rûn, sermaya çiyayên zagrosê bi vî rengî di quntara dêrên elmanya de jî dît. Bi vê dilnizmiyê, bi vê mirovbûna xwe.

Min qet qala Kurdîtiyê nekir. Ez qala Kurdîtiya Helîm Yusiv nakim. Min qala mirovbûna Helîm Yusiv kir, Êdî nasnama Helîm Yusiv çiye?, Kîye? Xizmeta kê dike?
ne heddê mine ez vêya bêjim, ne heddê tu kesî dîtir vêya bêje, ji ber ku helîm mirovekî cîhanîye û bi nasnameya xwe ya Kurdî.

Tiştên dîtir hemî nexweşiyên ku bune kunêrin.

29.06.2013 / rewanbej.com

You may also like...

Bersivekê binivîsin

E-posta hesabınız yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.