Ma hun hêrs nabin

Her roj gelik çirayên xaniyên gûndên me vedimirin, ode tarî dibin, jiyan tarî dibin. Can koç dikin, derûn difirine jor. Çav şil dibin, dil kiz dibin. Zarok dimrin, xort dimrin, jin dimrin kal dimrin.
Her guleyek rik û hêrsekî nû di nava hinavên me de, di nava hinavên we de vedijîne, û dilê me, dilê we bêhtir dikelîne. Em her Kurdek dibin bizota agir û li ciyekî digerin ku bişewitînin. Ev çil sale bê navber şer û tekoşîne, eve heştê sale serhildan û berxwedan, eve dûsed sale şer û pevçûn, eve hezar sale fêl û leyistok, eve nêzîkî dûhezar û pênsed sale jî bindestî û bê desthilatiyê em dijîn.

Her roj, bi pêşveçûna cîhanî û teknîkê ve diyar dibe ku yekgirtin û hevgirtina Kurdî bêhtir bihêz dibe û mezin dibe. Her roj bêhtir bihevgihştin û têgeheştin çêdibe û hêza Kurdî mezin dibe. Bi tevayî komkujî û tunekirinan ve dîsan jî em xwe bi helwest û raperînan dilxweş dikin û hestên tolhildanê di hinavên xwe de têr dikin. Em gelik caran li himber bûyeran bê helwest man, gelik caran jî em li xwînê geriyan.

Li Amedê zarokên dibistanê kuştin, li heftanînê gûnd bimbebaran kirin, li berpalên Qendîlê dibistan serûbin kirin, li gelik gund û bajarên Kurdsitanê kesên hejar kuştin, neha jî li herêma Botan ê zarok bimbebaran kirin.

Li Parlemenê mafê Kurdan tête axaftin, li kolanan zarok jî di navde herkes tank û panzêran kevirbaran dike, li şaredariyan rêvebirên Kurd li rêkên Kurdewarî digerin, li kolanan Kurd li xwe dipirsin an jî ji bo xwe dibezînin.  Bi hemî neyênî û xirabiyan ve bayê viyan û xwebûnê di weşe.

Lê di nava vê aloziyê de dîsan jî çirûskekî agir mêjiyê min xirab dike dilê min sar, çavên min tarî, asoyê min kin, zivinga min gemar dike.  “Tirkî”

Bixwe bê binema bû. Çêker û lêker bû. Beşek bi Erebî, beşek bi Kurdî beşek bi Farisî bû. Yên mayî jî peyvên çelexwehrî, yên bi xefk û fen a bûn.  Li gor ewrûpiyan rêziman, li gor rojhilatiyan peyv hatibûn çêkirin.

Me gelek xwe êşand ji bo ku em bibin xwedî vî zimanê piştreçêkirî, vî zimanê ku herî zêde bersiva nijadperestî, kirêtî, bêrewiştî û zordestiyê dide.  Me gelek biyano bo xwe çêkirin da ku em vî zimanî bixin bingehê hemî tevger û bizavên xwe.  Kurdên Serhedê, Mêrdînê, Cizîrê, Efrînê, Duhokê, Silêmaniyê jî fêrî vî zimanî bûbûn. Çend seyr û same ku me hertim baweriya xwe bi vê yekê îna ku em tenê karin bi vî zimanî bi hizirin, em tenê karin bi vî zimanî tevbigerin, em tenê karin bi vî zimanî hevdû têbighêjin, em tenê karin bi vî zimanî bighêjin armancên xwe.
Çend seyr û same ku me bawerî bi vî zimanî anî. Di sengerên şer de me ev ziman bikar anî, di kolanên şer de me ev ziman bikar anî, me di dirûşmên xwe de ev ziman bikar anî, me di pirtûkên xwe de ev ziman bikar anî, di nava her albûmekî xwe ya muzîkê de hûnermendê me yê herî Kurd ev ziman bikar anîn, di malên xwe de îro jî dema ku em telefonekê ji gûndiyekî nisêbînê an cizîrê an amedê re bikin, gotina – buyrun – tê pêşwaziya me. di hemî aliyên jiyanê de me ev ziman bikar anî… di evînên xwe de jî me ev ziman bikar anî.

Li aliyê dîtir, erê li wî ciyê dur, li wî ciyê ku em herroj qala wê dikin lê em nabînin, di pişt perdeya tarî de dîrokek veşartî heye. Dîrokekî veşartî û vekirî, vekirî û veşartî. Li nêzîk û dûrî me xezîneyek heye. Ew gencîneya çand, ziman, wêje, huner û jiyana Kurdî. Ew gencîneya ku em herroj qala wê dikin, ji bo wê şer dikin, ji bo wê tevdigerin, ji bo wê hêrs dibin. Ew dîroka ku em ji bo wê dijîn lê em bikar nayênin. “Zimanê Kurdî”

Gelik caran fermandarên Tirkan derdiketin pêş şaşeyên televizyonan û digotin, “Zimanek bi navê zimanê Kurdî nîne. Ev zimanê ku dibêjin zimanê Kurdî ye ji bo tu hêl û aliyên jiyanê nayête bikar anîn. Bi vî zimanî wêje, bi vî zimanê siyaset, bi vî zimanî derûnnasîn, bi vî zimanî jiyan nabe.”  Min ew fermandar pîroz dikirin ji ber ku karên xwe baş bicî tanîn, lê ez wan Kurdan nikarim pîroz bikim ku wekî van xwînmijan dihizirin.

Ku bi axaftina tirkî ya Kurdan arîşe û bêdadiya li ser Kurdan hatibane çareserkirin ji zûve Kurd azad bubun ji ber ku Kurd ji zûve bi Tirkî di peyivin.  Dem û serdemên bihûrî me digot ku encama sere taybet, encama serdestî û desthilatiya dijminane, lê neha?, îro?, vê kêliyê ji bo çiye?. Di şeş mehan de mirov dikare hînî zimanekî bibe, çil sal ji bo 80 zimanî demekî têre. Dema ku hun bixwazin civakekî vekolin an jî binasin li ciwanên wê civakê yên li kolanan an jî dibistanan binêrin, hun dê pêşeroja wê civakê bibînin. Herroj ev ziman di nav me de zêdetir dibe, herroj hezkirina zimanê Tirkî zêde dibe.

Yên ku heya wan ji zimanê Kurdî, kurayî, firehî û dewlemendiya zimanê Kurdî nîne, an jî ew wêrekî, ew merdî û ew mêjî bi wanre nîne ku bi Kurdî bi peyivin,  dibêjin ku Kurdî girane, dibêjin ku em bi Kurdî nikarin xwe derbibirin, dibêjin ku bi Kurdî siyaset, bi Kurdî nivîs, bi Kurdî peywendî, bi Kurdî wêje bi Kurdî huner nayête kirin. Hemî zimanzan, derûnnas, fîlozof, zanyar û kesên hişmend, yên tirk jî di navde vê yekê aşkere dikin ku her zimanek hestek û kurayiya hestekî ye. Hizirandina Kurdî û ya tirkî ne yeke. Ew kesê bi Kurdî bi hizirê xwedî hestekî cûdaye. Hestên van herdû zimana ne yekin.
Mixabin tê naghêjim. Herkesek nifir û şermezariya xwe dijî komkujiyên li dijî Kurdan tîne ziman bes bi tirkî, herkes hêrsa xwe helwestê xwe bi tundî tîne ziman bes bi zimanê Tirkî. Gelo bi tirkî peyivîn tola van mirovan radike? Gelo bi tirkî dijûn kirin an jî şirovekirin an jî lêkolînkirin erda me, dayika me, zarokên me, xwîna me xwêdana me bêhtir azad dike?.  Ji bo çi kes vê xalê dernaxe pêş?  Ji bo çi yek dernakeve nabêje ez bi tirkî dihizirim û guleyekê li mêjiyê xwe naxe.?  Ji bo çi yek dernakeve nabêje ez bi tirkî di peyivim û zimanê xwe jênake.?  Herkesek vê yekê vekirî dibîne û dizane ku di vê cîhanê de ew hewldana vala ya piştî hilweşîna Sowyetê, ew gotinên giloverizmê, yekbûna cîhanê û xiroverîzmê, pêşketina mafê mirovan û cîhana demokrat di vê cîhanê de ne rûniştiye û vê demê ji bo me Kurdan ev xeyalekî xave.  Piştî kuştina hejmarekî zêde ya leşkerên tirk li Wanê erd hejiya me got xwedê kir. Piştî wê laşê bistû çar gerîlla şewitî hatin deştê me got leşkeriyê kiriye. Neha sih û pênc zarok hatin kuştin em dibên Erdoxan wisan kiriye. Bê gûman sedem û berpirsên van bûyerên lawirî bi awayekî giran divê bêne cezakirin. Bes berpirsên dîtir yên kur, yên nayêne dîtin, zimanê me, mêjiyê me, derûnê me dê çawan hesabê vê yekê bide?

Kurdekî bê Kurdî, Tekoşînekî Kurdan bê Kurdî, çandekî kurdan bê Kurdî, wêjeyekî Kurdan bê Kurdî nabe. Em herin heyvê jî ku ne bi Kurdî be mixabin dê ne karibe pêdiviyên me yên netewî û Kurdewarî di nava xwe de ragire.

Di vê cîhanê de herkesek berî hertiştî bi zimanê xwe yê zikmakî di peyive, kesek ji zimanê kesekî dî re nabêje ku zimanê min yê bingehîn eve. Gelo ev yasaya civakî tenê ji me Kurdan re tête gûhertin?  Na.

Pivana Kurdbûnê ya herî bingehîn zanîna zimanê zikmakî yê Kurdî ye. Tawanbarê vê yekê, ne komara tirk e, ne tû kesîdî. Lêkolînekî biçûk dê bide aşkerekirin ku dewlemendî, pêşketin, bersivdayin, firehî û kurayiya zimanê zikmakî ji gelik zimanan bêhtir kare bersiva jiyana me bide. Eger ev nayête pêk anîn eve ne kêmasiya zimanê me ye, eve nexweşiyeke di derûnê me de.

Dema ku nav bi Kurdî naverok bû Tirkî, dema ku hertist bi Kurdî lê yek tişt bi tirkî, dema ku axaftin bi Kurdî hejmar jimartin bi Tirkî çêbû ew zimanê gemar yê ku ji diziyê berhev bûye li ser derûnê me serdestiya xwe di sepînê.

Kengî me bi Kurdî jiya, kengî me bi Kurdî hizirî wê demê tolhildana van kuştinan dê gelek hesanî bête wergirtin.

2010

You may also like...

Bersivekê binivîsin

E-posta hesabınız yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.