Li ser zarokan û dê û bavê zarok

 

Dema tê gotin zarok cîhan radiweste. Av di qerisin, herikîna jiyanê navbeynê dide, çav vekirî dimînin, dil na livin. Dema zarok tê gotin, yasayên cîhanê, tevger û livên welat û dewletan hemî radiwestin. Dema zarok tê gotin herkesek di ciyê xwede radiweste û guh didê. Jiber ku zindiya herî qels ya cîhanê û jiyanê ye zarok.
Ji ber ku zindara herî bi tenê û xaliye zarok. Ji ber ku zarok ji ajel û lawirên dîtir yên jiyanê cûda gelek dereng pêş dikeve, gelek dereng radibe ser xwe û di vê pêvajoya rabûna ser xwe de pêdivî bi hêz û arîkariyê heye, wate pêdivî bi dê û bav heye. Dê û bav parezvan tenê na di heman demê de afranderê zarokin. Him di warê can û laş de, him di warê kesayet û mêjî de çêkerê zarokin. Dê û bav biqasî ku parezvanin di heman demê de mamostene û zarok ji bo jiyanê amade dikin. Giringiya dê û bav ji bo zarok bêgûman ji çêkirina biyolojîk û cendekî zêdetir ji çêbûnê mezinkirin û ew li gorî xwe xwedîkirine. Di gelik civakan de rewş gelek tête gûhertin. Li gorî çand û kevneşopa gelan xwedîkirin û mezinkirina zarokan jî tête guhertin. Di nav gelek civakan de zarok wekî diyardeyekî hestyar pir nayête dîtin. Piranî wekî pêdiviyekî berdewamkirina jiyanê tê dîtin ji ber vê yekê jî ji hest bêhtir tenê wekî berpirsiyariyekê mezinkirina wî hetanî bi temenekî giring tê dîtin. Jê pêve êdî giringî pê nayê dayîn. Lê di gelek civakan de jî him di warê cendekî û biyolojîk de, him di warê berdewamkirina malbatê û tuxmê dê û bav de, him jî di warê hest û xweparêziya malbatî de tê şirovekirin.

Di civakek wekî ya Kurdan de jî zarok bi gelik aliyên xwe ve tê hejmartin. Him wekî parêzvaniya malbatê û berdewamiya tuxmê malbatê, bi aliyê qelebalixbûna malbatê û rakirina arîşeyên aborî, bi aliyê nûnertiya malbatê û yekgirtin, bi aliyê hestyarî û hezkirina navbeyna xwiş û birayan ve tête dîtin.

Lê mixabin wekî min li jorê gotî hertiş li gorî xwestek û pêvidiya zarokan nameşe. Jiyan di nava diyalektîka xwe de, di nava rastiya xwe de serî li mirovan dizîvirîne. Cahil tête serxweş dibin, mirovên xwehez jî di nav de li gorî xwe dilîzin. Zarok tenê di wateya bîyolojîk de gelek tiştan dernabire. Di warê biyolojîk de gelik jinên ku bi destdirêjiya zilaman ducan mane û zarok çêkirine jî hene li cîhanê. Gelek jinên di encama êrîşên leşkerî de bi zorê ducan mane û zarok çêkirine, gelek jinên ku bi xwesteka dê, bav, desthilat, zilimkar û hwd. ve bi hemil mayî û zarok çêkirî jî hene. Gelek jinên ku zarokê wan hene lê ji kê çêbûne ne diyare. Bi milyonan mînakên bi vî rengî hene. Lê ev yek nabe sedemek ku dê zarokên xwe ji bo berjewendiyên xwe bikar bîne û wan bişixulîne. An jî ev yek nabe sedem ku ew zarokana nikarin bijîn û ciyê jiyanê ji wan re namîne.

Bi milyonan zarok hene ku dayika xwe û bavê xwe nas nakin. Ev rewş çiqas ji mere bi êş tê ?. Bi taybet civakekî wekî me Kurdan gelo ev rewş çiqas tiştekî ecêb û seyre. Gelik zarokên ku bi destê xesuyê hatine jehrdan, gelik zarokên ku bi destê dayikê hatî kuştin, gelik zarokên ku bi destê bav hatî tunekirin û gelik mînakên bi vî rengî.

Evana tev jî yek wateya xwe heye. Ew jî eve ku zarok di encama biryar û xwesteka kesên ku wî/wê çêdikin de çêdibe û mezin dibe. Tu zarok bi biryara xwe nayête dinê û tu zarok bi biryara xwe jiyanê diyar nake. Ev çarenivîs di destê dê an jî bav de ye, hebin an jî nebin di destê wan de ye. Ji ber vê yekê jî bi bîra min di vê cîhanê de tu zarok ne tawanberê gemarî û qirêja dayik an jî bavê xwe ye. Lê wekî encama gemarî û pîsatiya dê û bavê xwe dikare bête dinayê. Jin dikare zarokê ji bo hesûdiyê çêbike, jin dikare zarokê ji bo cîran û dewr û beran çêbike, jin dikare ji bo derbirîna jinbûna xwe, peyitandina jinbûna xwe zarokan çêbike, Bav jî dikare ji bo peyitandina bavtiya xwe, ji bo civat û gotinan, ji bo xwestek û bala dewr û ber zarokan çêbike.

Em çiqas jiyanê bi edebiyateke xweş derbibirin jî nava mirovan ewqas jî ne bi bexte. Jinek dikare zaroka xwe wekî çekekê bikar bîne û di dema hêrsbûna xwe de zarokên xwe gorî xwestekên xwe bike. Bi milyonan mînakên vêya hene.
Ji bo ku mirov rewşa malbat û zarok û dê û bav bizane bi hizra min divê mirov piçek di jiyanê de pêgihiştîbe, bi hişê sivik û tenê bi xwendina hindek tiştan ve ev xalana wisan hesan nayêne şirovekirin. Ez jî li gorî azmûna xwe vêya vekirî dikarim bibêjim.

Piranî di civaka me Kurdan de, jin jiyana xwe bi çemberekî leyistokan ava dike û zarok jî di nava vê çemberê de wekî dermanekî jehrê tête bikaranîn. Gelik caran zarok wekî mekîneyekî pera, gelik caran wekî mekîneyekî hestan tête bikaranîn. Di van leyistikan de rondikên çavan wekî rondikên tîmsahan dirêjin nava çemberê. Bav zarokan bifirîne jî jin li fêl û fenên xapandinê digere da ku jiyana xwe karibe dabîn bike û hêrs, rik û hesûdiya xwe aram bike. Xewnên şevê xwe bi fêl û fenan dadigre da ku karibe hemî hêl û aliyê girêdanên malbatê bikar bîne da ku karibe sadîzma nava xwe bixê jiyanê. Di virade çeka herî mezin zarok in. Ew zarokên ku cîhan li ser wan di heje, ew zarokên ku dibê biyanoyeke mezin ji bo herkesî di vê rewşê de dibin çek, dibin sîleh. Wê demê bê gûman malik li wan zarokan xirab dibe. Eger ku bavê wan yê demekê di warê îrade û hişê xwe û hestên xwe de qels û ketî be dê bête leyistikê û hetanî saxe dê wekî kuçikekî li ber deriyê jinê potîna bijmêre û di bin navê malbat û hezkirinê de hetanî saxin derewan li hev bikin. Na eger Bav li ser xwe be û xwedî îrade be bê gûman dê wan zarokan jibîr bike.Gelek jê jî  wekî ku di warê pratîkî de jî tê jiyandin hindek jê zarokên xwe û jinê pêkve an di penceran de davêjin an jî bi malê ve dişewitînin. Sedemên van bûyerên civakî gelek kurin û mirov dikare dûr û dirêj şirove bike.

Lê di mêjiyê mirovan de rastiyek heye ku guhertina wê gelek zehmete. Ew jî eve ku mirov nezan û cahil be bêhtir rik û kîna xwe bi ehmeqî bikar tîna. Hestên zarokê jî bê hesab bikar tîne. Di vêderê de derveyî rikberiya nava wê kesê bêhtir tiştek nayête pêş çavan. Herkes, hertişt, hemî pîvanên mirovatîyê, hemî pîvanên ked û destkeftiyan hertiştek ji bo hêrs û rikê tête gorîkirin. Ev piranî di jinan de derdikeve. Zilam praniya wan an jinê dikujin an jî xwe pêre dikujin an jî qut dibin dur dikevin û jibîr dikin. Lê di jinê de rewş cûdaye. Ev rewşa derûnî bi hezran biyano jêre heye. Bi taybet jî çeka herî baş di vê rewşê de rondikên tîmsaha ne ku piştî bi rondikan dikarin 5 deqîdî xwe bixin bin zilamekî dîtir de an jî rabin quna xwe bihejînin.

Ez bûme şahidên gelek bûyerên bi vî rengî. Tiştekî ewqas seyre ku tu zilam nikare bigrî piştî girî bi 5 xulekan rabe xwe bihejîne, an jî bigrî piştî 5 xulekan biçe cem jineka dîtir. Lê jin dikare vê yekê bike.

Mirov çawan hevdû bipejirînin an jî nêrînên hevdû dikarin dicîda bibînin? dibe ku ev piresekî tewş jî be lê li ser vê yekê ez kin karim van gotina bêjim. Di pirtûka xwe de ez dê berfirehî li ser van mijaran rawestim. Bêgûman qet xema min de nîne kesek bixwîne an nexwîne, kesek bipejirîne an ne pejirîne. Heta eger ku yên dixwînin nivîs û pirtûka min nepejirînin ez dê ewqas kêfxweş û dilxweş bibim ji ber ku ez dê bizanibim ku rastî ez rast dibêjim. Ji ber ku bi hizrê min xalên jêrê rastiya vê zîndariyê ne.

Bêgûman jiyan ji nakokiyan û hêzê pêk tê. Hêz li gorî dem û kesan, sîstem û çandan tête gûhertin. Kesik di vê cîhanê ne hizre kesekî dipejirîne, ne jî dixwaze bawerî bi kesekî bîne. Eger ku li ser hesabê wî be, û bikêr bê wê demê herkes hizrê herkesî dipejirîne, lê ku li hesabê wî an jî wê neyê bêgûman wî hizrî û wê nerînê tu carî napejirîne. Mirovek eger ku bizane dê ji PKK nan bixwe, dikare lanetê li mirovekî ku 20 salan ked dayî bike. Lê hezaran rengê nanxwarinê heye. Hindek jê bi erk û bilindbûnê xwe rehet dikin, hindek jê pera didizin, hindek jê kêfa wan ji hewayê re tê, şêş bêş lê dixin. Lê bi her awayî hesabek û berjewendiyek di nav nêzîkatiyê de heye. Eger ku mirovekî lanet li mirovekî dîtir anî bizanin ku xisarê dide hesabê wî. Lê eger mirovekî pesnê tiştekî û kesekî da bizanîn ku dîsan berjewendiyê wî heye têde. Ev berjewendî ne tenê di wateya darayî û maddîdeye. Manewiyat û derûn jî berjewendiye. Ji ber wê yekê jî dema ku ez jî nêrînên xwe derdibim ez li hêviyê me ku gelik jin lanetê li min bînin. Ji ber ku kiryarên min li hesabê wan nayên û gotinên min jî.Lê dema hatim dinyayê ne bi gotina wan kesan hatim, dema min emrê xwe hetanî vira anî, min xew li xwe kire agir, şev kire ronî, meş kire hizir, liv kire kar, kar kire berhem min destûr ji wan nexwestibû û di vê jiyanê de derveyî min mineta dê û bavê min jî li ser min nîne. Di encama kêfa xwe ya rigezî de ez anîme dinê, ez di nav herî û lêdanê de mezin bûm, ji xwe piştî 9 salî jî ketim dibistanên tirka, di 15 saliya xwe de jî çûme çiyê. 9 sala li malê( di kolanên gund yên herî de) mezin bûm 27 salan jî bi tena xwe mezin bûm. Ji ber vê yekê jî ew kesên ku diranê wan wekî yê gura li benda parçeyek bûyer û biyanone da ku gez bikin, diranê wan di laşê min re naçin mixabin. Ji ber ku ew jî heman hestî û nêzîkatiyê jiyan dikin dê hêrs bibin. Di vê jiyanê de hindek mirov bi xweşkirin û bilindkirina jiyana hindeke dîtir ve mezin dibin. Lê ew kesên ku bi xweşkirin û bilindkirina jiyana hindeke dîtir ve mezin bûyî hertim wan mirovên mezin gez dikin. Dixwazin xwîna laşê wan bi gezê xwe birêjin, derûnê wan birîndar bikin, lê nizanin ku herkêlî û herşev derûnê wan dirize û perçe dibe. Ji ber ku mêjiyê wan têra têgihiştina vê jiyanê nake. biyanoyê wan wekî penîrê kufikî bêhn pê dikeve.
Herkes li gorî tiştê jiyan dike jiyanê dibîne. Felsefeya xwe ya jiyan û cîhanê û mirovan dibîne. Mirovek ku bi jina xwe re gelek xweş be dê qûtbûna jin û mêran jî xirab bibîne, mirovek ku bi jina xwe re di nava bazariyê de be dê jiyanê tevî bazarî bibîne û dê bazariya xwe pêşjiyarî te jî bike. Jineke ku mêrê xwe tenê ji bo peran û rehetiya xwe bikar tîne ji jinên dîtir jî tehemmul û pîlanên pera dê bixwaze. Ev rastyeke, misilman yên ne misilman mirov nabînin, şervan ji herkesî helwestê şervantiyê hêvî dikin, siyasetmedar herkesî siyasî û fêlbaz dizanin. Ker jî herkesî ker dibînin. Ji ber ku herkes pêşniyarên jiyanê li gorî jiyana xwe ji yê dîtir re dike, gelik caran pêşniyar pûç û vala ne. Ji ber ku diyalektîka jiyanê her yek be jî rewşa her mirovî, hel û mercên ku jiyayî ya tu kesî ne wekî heve. Ji ber vê yekê jî herçend gelek mirov ji adet û fêrbûnên xwe hîn bûbe ji xwere yasayeke rexne û zimandirêjiyan pêk anîbe jî ew yasa pênc pere nake. Biçe ciyekî bilind û sibê hettanî êvarê quna xwe biqetîne jî ew nêrînin û hizrên ku ji jiyana mirovekî dîtir re dike pûçin.

Ez werim ser mijara zarokê. Zarok divê bête bêhnkirin hetanî ku bibe zaroka mirov, zarok divê pêre bête leyistin hetanî ku bibe zaroka mirov, zarok divê bête perwerdekirin hetanî ku bibe zaroka mirov. Ji bo ku zarok zarokê min bin divê ez wan perwerde bikim. Eger ku ez bi jinê an jî dayika wan ve nikaribim perwerde bikim zarokan an ez dê perwerde bikim an dayika wan. Tu jin û mêr ne mecbûr û neçare ku bi navê zaroka qehrê rezaleta navbeyna xwe bikşîne. Ez ne neçar û bêgavim ku tenê ji ber navê zarokan û vê gotina ku di devê herkesekî de bi rehetî tête bikaranîn peyva zarok jiyanê bikim dojeh û li benda beheşta xwedê bim. Ez tu carî ne mecbûr û neçar û bêgavim ku bibim leyistokek di destê diya zarokan û zarokan de da wekî qirdik bigrin dest xwe û derûnê min bikin ker ker ji bo mêjiyekî seqet. Ez ne ji çîna yekê ya ku min diyar kirî ya zilama me. Di bin navê zarokan de, di bin navê eyb û şermê de hetanî temen bi dawî bibe, jiyanekê pûç bike, tûne bike, bê wate bike, pêde birî, hêrs, dijûn, zimandirêjî, hesab, pîlan, fen, fêl û paşê jî bêje wele ez sîstema malbata xwe diparêzim. Ez geleke malbatan dinasim jin xwe didê gan, mêr diçê gan, lê ji derveve dinêre malbat ser wanre bextewer nînin. Hetta dikarin xwe wekî ekol û nimûne jî bo derve rave bikin. An jî piraniya gelê me bi hizrekî civakî tevdigere, herçend hezkirin, rêzgirtin, girêdan û jibo hev mirin nebe jî tenê ji bo pîvanên civakê, ji bo eybî û şermiyê hevûdû îdare dikin. Car wisan lê tê sê meha carê li gel hev narazin, gelek jê razanê jî jibîr dikin, wekî dîtir pergala malbatê, zilam pera didê jinê ji ber ku bave û mêrê malê ye, jin pera dide zilam bi deyn. Zilam zêra dikire ji ber ku bav û mêr e, jin zêra dide diya xwe da ku zilam rojekê nexê tu karan de. Zilam hesab û karê xwe li ser semyanê xwe mal û zarokê dike, jin hesabê xwe li ser rojeke qutbûnê dike. Û wisan lê tê ev rengên jin û mêr carinan 40-50 salî pêk ve dijîn. Her çend di serdema me ya îro de êdî kes ewqas nikare bi hevre bijî jî yên ku îdare dikin pirin. Dawiya dawî dema ku arîşe û pirsgirêk derdikevin jî tawanbar -hezkirine- tawanbar – evîndariye- tawanbar –zewace. Mirov heûdû tênaghêjin, rêz nagrin, hez nakin, bi xeyal û xwexapandinên pûç bihevve digrin paşê jî lanetê li hezkirin, zewac an jî zarokan tînin. Wekî ku min ji jinekê bihîstî digot ez dê ji qehrê te zarokên xwe bikim orispî û rastî jî pêk anî ji ber ku hîna di destpêka arîşeya probleman de bû bi navê tolhildanê li mêran digeriya û ev yek pêk anî jî. Di serê gelek jinan de derbas dibe dema ku mêr li gel nemeşî û nexwest pêre bijî di bin navê tolhildanê de tiştê destpêkê ku tê bîra wan eve ku xwe û zarokan pêşkeşî zilamne dîtir bikin. Nizanin ku wê demê û herdem ew zilam dê henekê xwe bi wan bike di vê rewşê de.

Belê mijara perwerdekirin û mezinkirina zarokan. Bê dê û bê bav û bê şiroveyeke malbatî çênabe. Ji ber vê yekê jî mijar gelik caran diçête ser dê, bav, jin û mêr. Bi bîra min, ji dema ku zarokê dest bi meşê kir û berî wê jî divê ku ji aliyê dê û bav ve bête perwerdekirin. Him hînî peyvînê bibe him jî hînî çanda wê malbatê ya dê û bav pêkve. Dema ku ez zarokekê himbêz nekim ew zarok nabête ya min, dema ku ez ji dema axaftinê de zarok hînî roj baş û bi xatirê te û oxur be nekim ew zarok ne zaroka min. Di vira de mirov gelek xwe di xapînin. Eger ku diwarê biyolojîk de zarok ji te bê wê demê wekî ku divê tu bibe sûperman û jiyana wê zarokê tu bigrê dest xwe. Ev hizrekî gelekî xelete. Ji ber ku xirab jî be baş jî be zarok yê dê ye. Gelek jin veya bi pejirînin jî ne pejirînin jî dema ku arîşeyek di navbeyna jin û mêrde hebe, qutbûn çêbû wê demê zarok yê dê ne. Bav jî dikare wekî bav dûr nekeve û karibe di nêzîk de bavtiya xwe bike da ku zarok bavê xwe binasin û sendrumên hest û mêjî nejîn. Lê eger ku jin vê yekê ne hizire û wan zarokan ji bo hizrê xwe yê xirab bikar bîne, serê wan xirab û tevlîhev bike, jiyana wan têk bide, hîna di temenê biçûk de wana fêrê hesûdî, fesadî, xirabî û rikê bike wê demê peywendiyekî herî biçûk ya bav jî li gel zarokê rast nîne û dê xirabiyekî mezin bo zarokê jî çêbibe. Ji ber ku hetanî têkiliya bav li gel zarokê hebe dê dayika zarokê wê zarokê birêk bixe û bo tiştên xirab bikar bîne. Wekî min gotî eger ku cudabûn çêbûbe û ji herdu aliyan ve jî wekî du mirovan zarok bête xwedî kirin peywendî bi zarokan re bi her awayî çêdibe û zarok qûtbûna bavê xwe û dayika xwe hest nakin. Di warê teknîkî de bi herrengî çareyek tête dîtin ku zarok sûd ji bavê xwe wergirin.

Lê di civaka me de bi taybet û gelik civakên ewrûpî de jî bi vî rengî ye, dema qutbûn çêdibin piranî jin zarokan li himber bav bikar tîne bi taybet jî bav wekî benqeya pera bikar tîne, yek qirûşê ku ji bav biçelpîne davêjê turikê xwe û li zarokan jî mesref nake. Piranîya jinan di dema qutbûnê de rewşekî bi vî rengî dijîn. Jinên ku di dema qûtbûnê de tu arîkarî ji bav naxwazin û nastînin, bi tû rengî peywendî bi bavre çênakin û hêviyekê jê nakin, eger ku ji bav xisar dîtibin û ji ber vê yekê zarokan jî ji pere û keda bav bêpar dihêlin di vî alîde dewra ku bav bilîze ew jî dilîzin ev jinana piranî jî li gorî kevneşopa me him bêhtir bi namus û arin him jî bêhtir serê wan dişixule û hez li zarokên xwe dikin.

Perwerdeya zarokan eger ku bav jî neke û jê bêpar be, di dema qutbûnê de ev hîn bêhtir kur bibe. Bê gûman ew bav nabê bav. Tenê di warê biyolojîk de zarok çêkirine eve nabê destnîşanek ku bave. Eger ku zarok di vicatên wisan de mezin bibe, jin bi rehetiyekî bêsînor, di bin navê bî bûnê de bi şev û roj mêran bigûhere û zarok jî di gotûbêjên sibehê hetanî êvarê yên ku hîna di temenê 4-5-6-7-8-9 salî de dayika wan di civatên jinane de behsê kîr û qûzan bikê de zarok nayêne perwerdekirin. Tu zilam jî ji bo zarokên di wê rewşê de ku bi zora dayikê hatî dûrgirtin û durxistin wekî febrîqeyekî pera  hatî bikar anîn tiştekî nake û xwe bav jî nabîne. Ew zilamê ku bi vaqqas pîsatiyan ve hîna jî bêje wele zarokên minin ez divê têkilî çêkim an jî tiştekî bo wan bikim ew zilam tenê mirov dikare bêje ku mezhebî wî firehe di zimanê civakê de.

Xalekî dîtir ya herî giring jî ewe ku zarok di vê rewşê de ne xwedî gunehin. Zarok karibin biryara xwe bidin jî di temenê hetanî 12-13 salan de jî nikare zûzû biryara çûyina cem bav bide ji ber ku dê ji bo zarok hertim ciyekî, titekî cûdaye. Zilamê ku dayiktî bike jî zarok dîsan jî dayikê dihilbijêre û divê hilbijêre, ji ber ku piranî zaroka piçûk li cem dê dimîne dema zaroka piçûk dimîne jî ya mezin naxwaze ji ya piçûk qut bibe.

Karim vêya bêjim ku cîhana zarok, çarenivîsa zarok di destê dêdeye. Li gelik deveran bav zilimkare, zarokan bi zorê ji dê digre li deverên wekî gundan û li welat, dikare zarokan ji dê qut bike û radestî jina xwe ya nû bike an jî dayika xwe. Lê ev tiştekî hîn xirabtire. Ji ber ku zarok bi temamî di nava biyanîbûnekê de mezin dibin wê demê. Li cem dayika xwe kur bibin gangster, keç bibin qehb jî ew jiyan ji wanre baştire.

Ez hertim di nava rêçik û alternatîfên jiyanê de ya herî baş dihilbijêrim. Duaya ku nebê jêre nabêm amîn, kiryara ku pêk neyê xeyala wê çênakim tu carî. Ji 15 saliya xwe ve ez wisame. Ji ber wê yekê jî ew jiyana ji bo zarokan ya baş ku ji du mirovên bîrewer çêbûbûn di vê cîhanê de gelekî rewşekî qels û kême. Piranî aliyek dibe ker. Û zarok dibe qurbana wê kertiyê.

Zarok eger ku neyête himbêzkirin, neyête perwerdekirin, neyête leyistin pêre ew zarok nabê zaroka wî/wê kesî/kesê.  Tiştên dîtir tev derew û tiştên pûçin. Zarok ku di warê biyolojîk de ne ji te çêbûbe jî eger ku tu wê/wî xwedan bike, tu wê/wî mezin bike û bêhn bike û himbêz bike ew bi herrengî dibe zaroka te û tu kare biqasî zaroka xwe ya ku di warê biyolojîk de ji te çêbûyî hez bike.

Di encam de mirov vê mijarê dikare fireh bike. Ji xwe min li gorî amadeyiya pirtûkê nenivîsî. Naxwe bi rêzê û xal bi xal û hîn berferehtir ez dê binivîsim. Dawî dikarim vêya bibêjim ku Hest û hestyarî di destê xwehez û tenê hestdarê xwe de dibe qelsiya herî mezin. Ew hestyariya ku xisarê bide derûnê mirov û mirovên te û derdorê te hestên gemarî ne û wekî kunêrê divê bête birîn. Eger na dê laşê te bi jehrê dorpêç bike, hindek kesên ku hesta tenê ji bo xwestekên xwe yên rigezî û xwestekên jiyanî bikar tînin dê ji vêya sûd wergirin û bêhtir di nava gemar û xirabiyê de bigevizin. Ji bo van mirovan rondikên çavan, dijûn, bêrûtî, bêarî, bêrêzî, û bêsînoriya erz û abrûyê çanda herî kur û mezine. Li himber van taybetmendiya ne mumkune ku mirovekî xwedî hestyariyekî bê mantiq û hiş li ber xwe bide an jî bi ser bikeve. Lê mirovê bi aqil, hişmend, xwedî hestên birêkxistî, xwedî mêjiyê bi hêz û îrade tenê bi van taybetmendiyên kesayetê yên kurmî dê bikene û jiyanê li gorî xwe bi hemî aliyan ve di bin xweşî, geşî û saxlemiyê de bimeşîne.

 

 

You may also like...