Li ser Şengalê

Ez berê jî ne misilman bûm lê ez îro Ezîdîme.

Bersiva pismamekî min li welêt:(Mutî)
Bere tu newulobuyi, bere te bang dıda u belki lı peşiya xelke te nımej ji dikir.şiyar be…
Bersiva min bo vê nivîsê:
Keko pewisti bi siyariye nine. Dema ez zarokbum min bang dida jî min bo hizur û aramiya mirovan dikir. Min hertim bo mirovan jiyan kir. Dema mezin bûm min ev xeyal û reka xwe dewam kir. Tu caran ji reka xwe şaş nebume. Ne razame jî ku şiyar bibim. Ji bo vê xeyala xwe ji zaroktiya xwe min dest bi tekoşinê kir. Şuna ku wekî hindekan runêm û çarenivîsa mirovan ji xwedere bihêlim. Şuna ku weki hindekan li ber deriye camiyan xizmete ji mêrkuj û dagirkeran re bikim, şuna ku bi navê “rêka xwedê” çavê xwe ji pîsatî, talan, kuştin, zilm û zordestiyê bigrim. Min li pey xeyalên xwe ji zaroktiya xwe dijî van pîsatiyan şer kir.
Min di zaroktiya xwe de bo çi nimej kiribe îro jî tenê ji bo wê êzdîme. Min di zaroktiya xwe ji bo çi bang dabe îro jî ji ber wê êzdîme.
Mixabin. Kesên razayî ew kesin ku îro destekê didin hovên li şengalê destdirêjiya jinên Kurd dikin, mirovên razayî ewin yên ku piştevaniya dewlet û hikumeta tirkî dikin ku van hovan li nav xwe perwerde dike.
Eger îro şengal misilmanbane û rastî êrîşa xirîstiyana bihatana min dê dîsan bang bidaya. Lê îro şengal namuse. Kesê olekê, dînekî û xwedayekî bêyî şengal bihebênê û çavê xwe ji vêya re bigre û di nava hesabê kesanede be. Xwedayê wî kesî nîne, ola wî kesî nîne. Hemî imana wî kesî derewîne.
Ez berê jî ne misilmanbum keko. Ez ji berê ve insan bûm. Ez ji bo insanetî û kurdayetiye herdem amadebûme her olekê bihebînim.
Şuna ku ez neviyê erebabim, bila neviyê Zerdeştê Kurdbim. Tu dibê ne bi rûmettire?
Bersiva pismam:
kekemın mın jıtere du peyv nivisi te çuye nameyek nivisiye peşi, paşi, çekdari, siyaset ,ereb,tirk u nızanım çı tevlihêv kiriye… dıxuye ku hıneki dagirtiyi.. ya bi rûmet lıgorite çıkas wisajibê le lıgorimın ne wisaye peşi, neviti ne dı deste mirovandeye u ne bı xosteka xoe mere dibe neviyê hınekâ,(te em jıbir kırıbun le dıxuye go camernan em anine bira te… ) bele belki em neviyê erebane em weke hınake asle xoa inkâr nakin le vegâ, zimane dayika me kurdiye u lı axa kurdistane jiyane xo berdewam dıkın u xebatemêji jı bo kurdaye u emkurd lawe kurdane,ya tali wexta ku jiyane me jıbo mirovan be ne giringa tu neviye kija qawmi be.wega tu lı ser çı behweriye be tu serbesti ki çı dıfıkıre bı serbesti kare fikre xoe bêje,lı ser we peywateyi go te got bereji ez wisabum , dı birayamınde bere tu ne wisabuyi mın ev got u tişta ez dızanım we çaxeji tu ne zarok buyi ile wexta te leşker di u te çeke xoe şilkir hingi tu zarok buyi raste… ice ya rumet çiye ligori xoe ez bejim,rumet ewe go zıman,dıl ,kar u doza merew bı hevrebın tişta go zıman bêjê gerek dile merevji wi tişti bêjê u karu doza merewji weke zımanu dılbe… kekemın bahse islamê jımire bıke bahsa hınek mıslımane jımınre neke,lewra İslam nabêje kesi here wi bıkuje here zılme lı wike bıke here ne başiye bêhaqiye bike wexta ku hınek be ez mıslımanım ı lı ser nave İslamiyete bêhaqiye u kuştine bike ne go İslam dıbeje wa herin wi tişti bıkın gerek em ferqe bıbinin….em ne piştevaniye keseki ne em misilmanin piştavane dine xoe u yego di riya rastde qenciye bo mirovan dike u kevireki deyne ser kevireki ji bo mirovan em piştavane vi tiştine… ki zilme dike ki haqsiziye bike em ne li piştawine xwede zane,iro ev zilme go daiş’e ışid’e be çı jehre dike lı misilmane be li ezidiye be li xiristane be u lı heywana ji be zilme kese go piştavaniye ji jiwara bike ew ji weke waya ewji şirike waye,lewra qur’an a piroz dı beje kese ku miroveki bi haqsizi bı kuje weke ku miroven li dinyaye tev kuştine gunıhe hemiye dıkeve sıtuwida,mirove ku piçek meji u misilimanti pêrê hebe piştavaniye nade va xwin mıja,le bele iro zılm ne li ezidiya tene te kirin wexta em bejin em peşi ınsanın jiayanme bo mirova ye gere lı ku ali zilm u haqsizi be kirin em bibinin u lıgor qawate xoe li qarşe we zilme bın… gelek tişte dı ez dıxazım bejim le geleki dırej bu wega bese… nivisandamın ya kurmancide kemasi heye (ew ji kemasiya meye em weji zanın) le ez bahwerim tu bixazi te fehm bike…. bımene dı xoaşiyede,silav…

Bersiva min:
belê dest xweş. Berî hertiştî destê te saxbin ku te bi Kurdî nivîsî. Eve ne kêmasiye.
Xala duyem ez tu car rasterast bo “kes” tiştekî nabêjim. Gotinên min bo girseyan, bo piraniyane. Min di nivîsa xwede got. Ez di zaroktiyê de çawanbûm neha jî her wisanim. Pêwist nîne ku kurtejiyana xwe berfireh vekim. Lê zaroktî ji 7 salî destpê dike.
Eve gelek giringe. Evro jî ez di heman rêkê deme. Hîna jî tekoşînvanekim. Hîna jî xizmetkarekim. Lê belê em ji kîjan olê dibin bila bibin evro, hel û mercên evro “nijad” “netew” “nasname” li ser her tiştekîreye. Di bingeh û derçûna hemî ol û îmana de mirovatî heye lê cîjan û jiyan xwe li ser nasnamê birêk dixe. Bo vê yekê berî îmana olî îmana min ya nasnameya min heye. Hemî welat û pergalên cîhanî bi rêka ol û îmanê nasnameyan tune dikin. Bo vê yekê jî îro Kurdek li kîjan devera cîhanê bi serê wî bêt ez jî parezvanê ol û îmana wî me. Kîjan kurdê ku ol û îmana xwe derxê pêş Kurdîtiya xwe ez dê tu cer nebim alîgir û piştevanê wî. Tu peywendiya van gotinê min wekî “kes” bo te nîne bira xelet têneghêje.
Û vêya jî jibîr neke hemî fêl û fenên ku bi destê îslamê têne kirin jî baş dizanim. Lê min pir jî eleqeder nake. Tişte neha bo min giring zilm û hovîtiya li ser Kurdane.
Dîsan dest xweş bo kurdiya te ya xweş. Hevidarim ku di demkee kin de em zindî hev bibînin

Bersiva pismam:
gotinê min ji bo girseyan bu xelet fehm neke, emê lı heviyate bın,bı ditinate kefxweşbin..

You may also like...

Bersivekê binivîsin

E-posta hesabınız yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.