Li ser rewşa bi alîbûna Kurdan

Di nava Kurdan de 3 çemk an jî alî berbiçav çêdibin. Bêhtir jî ref û aliyê wan diyar dibin.

1. Kurd, kes, nêzîkatî an jî hizrên ku Kurdîtî û Kurdistanê, hemî tiştên Kurdan bi gelên serdest ve girê didin. Bêyî dewlet û siyasetên serdest azadî, çand, ziman û heta hebûna Kurdan bêyî wan nabînin û nahizirin. Dighêjine wê radeyê ji serdestan xirabtir hebûna Kurdîtiyê biçuk dibînin bêguman zimanê Kurdî jî.

 

2. Kurd, kes û nêzîkatiya ku heya wan ji ziman, çand û dîroka Kurd û Kurdistanê heye. Jiyana xwe di serî de di zimanê Kurdî de dibînin û hebûna xwe tenê di azadbûna Kurd û Kurdistanê de dibînin. Baweriya wan tu carî bi serdestan nayê. Dewlemendiya ziman û çanda Kurdî dizanin û îmanê pê tînin. Henekê xwe bi peyvên çiruk yên xapandinê yên wekî “biratiya gelan” tînin û jiyana xwe bi Kurdî dijîn.

 

3. Kurd, kes an jî nêzîkatiya ku him di baweriya xwe de arîşe û qelsiyan dijîn. Hertim di nava dudiliyê dene an jî hesabên wan yên berjewendiyê hene. An erk û karên ji aliyekî girtî, an pere û tişt, an nav û deng an jî bê vîn û îradeyî wana di nîvê aliyan de dihêle. An dibin Kurdperwer an dibin demokrat û komunist. Ji herdu aliyan dixwin û wisan dixwzin bibin xwedî par.

 

Ev rastiya Kurdan bi peyvên “yekîtî” ” hevgirtin” nayê veşartin. Ji neha ve kesên Kurdîtiyê diparêzin ji aliyê “demokratan” ve wekî xayin heta wekî faşîsten tirk hatine rahihandin.

Ev rewşeka asta herî bilind ya metirsiyê ye.

Ev nakokîyeka Kurdîtî û dijî Kurdîtiyê ye ne nakokiya çîn an ku sinifên nav civakê ye.

Çawan ku “demokrat” cihê quna xwe dixwazin biparêzin û bo vê yekê xwe ji serî heta nigan bi çekê giran rext dikin, zehmetkeşên Kurdîtiyê jî ji bo xwe fedakirinekê ji bo sed salên dî jî amadene. Diyarê “demokrat” bi dewletên li pişt xwe gelek bawerin lê, qonaxeka nû destpêdike. Xwîna mirovan bi şêlokirina hindekan ve şêlo nabe.

 

Yên di nêvî de jî li gorî bihêzbuna aliyan dê herkêlî ref biguherin… yên herî ku dê bi sud û fêde derkevin dê ew bin. Lê ne bi abrû û rewiştê, dibe ku di aliyê pere û derfetên biçuk ve.

 

Bêguman eve ne teoriyeka komplo ye. Rastiyeke ku bi dehsalane ez di şopînim.

 

You may also like...

Bersivekê binivîsin

E-posta hesabınız yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.