Li ser mirovan

Di vê cîhanê de tu mirovî ji mirovê dîtir mezintir, baştir, qenctir, hêjatir û binirxtir nabînim. Gelek rastî vê yekê hatime ku gelek mirov xwe ji mirovên dîtir baştir, çêtir, hêjatir û bilindtir dibînin. Di derûnê van mirovan de qelsî heye. Mirovê ku ne dilnimz be, berê qelsiyên xwe, li piçûkdîtin û piçûkxistina mirovê dîtir bigere ew kes qels û bêhêze. Di nava xwe de bixwe bêbawere. Jiyanê biser naxe û serkeftinên xwe yên jiyanê nînin. Dikare xwe bi fêlbazî û rêkên veşartî bixwapîne lê bixwe jî dizane ku bêhêze.

Mirovekî ku li kolanan radikeve û mirovekî serokê dewletekê be, di warê nirx û paya bilind ya mirovbûnê de tu cewaziya wan nîne. Kesên li gorî pîvanên xwe yên jiyanê mirovê dîtir piçûk, kêm qels dibînin qelsbûna xwe didin der.

Lê xalek heye ku di vê cîhanê de gelek giringe. Ew jî ewe ku mirov bi hunera xwe, bi kiryarên xwe, bi kesayeta xwe, bi dewrû berê xwe, bi tevgera xwe ji hev cuda dibin. Di vê cîhanê de mirovêj ji hev hêjatir dibe ku nebin lê mirovên ji hev mezintir, bihêztir hene. Meziniya mirovan bi hunera wan, bi kiryarên wan ve tê pîvan. Lê mirovên bêhuner, mirovên bêkêr, mirovên qels û naşî û nezan hertim bi gotina -wekhevî-, demokratî û yekbûna mirovan ve derdikevin pêş. Eger ku ji wan bê dê biçin bibin şirîkê karê dewlemendên cîhanê. Para xwe di nava keda herkesî de dibînin. Ji bêxîretî û qungiraniyê nikarin tiştekî biafirînin lê çavê wan hertim li keda mirovên dîtire. Di parvekirina kedê û berhemên kedê de gelek wekhevin, lê di karkirinê de zordestin. Bixwe rûdinên û li mirovên kedkar temaşe dikin. Ji ber vê yekê jî mirovên berhemdêr pir na axifin, lê mirovên bêhuner û bêberhem gelek zimandirêjin û di warê axaftinan de peyvbazin.

You may also like...

Bersivekê binivîsin

E-posta hesabınız yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.