Li ser hunermendê Kurd Behcet Yehya

Hîna di temenê ciwanî de min sitranên Behcet Yehya guhdar dikirin. Bi taybet jî ew helbesta Melayê Cizîrî ya – Şox û Şengê- dema bi dengê hunermendê mezin Behcet Yehya min guhar dikir ez ser xwe ve diçûm.
Ji xwe li Qendîlê di radyoya Dengê Gerîlla de bernameya Çand û Hunerê min pêşkeş dikir, him vekirina bernamê him girtina bernamê min bi dengê Behcet Yehya ve dikir.
Sala 2011 ê li Frankfurtê di Pêşangeha Pirtûkan de wê demê min stand vekiribû bi navê Hêvî Group. Rûdaw jî piştevaniya me kir û beşek ji standê wana jî girt. 17 ê Cotmeha 2011 ê  min hunermendê hêja Behcet Yehya dît. Xeyaleka demdirêj bû lê wê rojê pêk hat. Kesayeta Behcet Yehya kesayeta mirovekî hunermend bû. Behcet Yehya ne sitranbêj bû. Lê belê ew afrander, derhêner û çêkerekî jîr yê muzîka Kurdî bû. Kesayeta wî jî heman kesayeteka hunermendî bû.

Jiber ku hîna di temenê 16 salî de min dest bi guhdarkirina sitranên soranî kiribû ez evînarê soranî bûm. Him axaftin, him sitran. Bo vê yekê jî min zû Behcet Yehya nas kiribû. Wê roja pêşangehê em rûniştin û axifîn. Albûma wî ya nû derçûbû min hindek jê girtin.

Roj bihûrîn vê carê ez mêvanê Hunermendê hêja bûm. 24 ê Adara 2012 ê demhijmêr 12:05, li Silêmanî Restoranta Shkar.

Ev mirovê giranbûha, dîtina wî li gel wî rûniştin û axaftin ji bo min rûmet û serbilindiyeka mezin bû. Lê mixabin piştevaniyeka wisan ku em karibin berhemekî wî derbênin an klîbekê jêre çêbikin wê demê nebû. Lê wê rojê min bo xwe kire armanc ku rojekê ez piştevaniya hunermendê mezin bikim û berhemekî wî an jî klîbeke wî ya baş bidim çêkirin.

Di axaftina me ya wê rojê de çend xalên dîtir yên derveyî huner û nivîsê jî bihurîn.

Behcet Yehya; Kak Agirî ev TRT 6 çi televizyone?
-Mamoste televizyona dewleta Tirkî ye lê belê bala xwe didin ser muzîk û çanda Kurdî bêguman da ku karibin karîgeriya xwe li ser Kurdan bikin.

Behcet Yehya; Bo min dawetname hinartine, dixwazin ku ez beşdarî bernameyên wan bibim.
-Başe hun çi dihizirin Mamoste? gelik kes ji başûr diçin beşdar dibin, hizrê we çiye di vê warî de?

Behcet Yehya; Kak Agirî ez mirovekî hunermendim, cih û şûna hunerê nîne lê belê televizyoneka ku gelê min jê hez nekê û bi armancên xirab dijî gelê min vebûbe ez perîşan jî bim naçim bername çênakim an jî beşdarî bernameyên wan nabim. bo vê yekê jî min bersiva wan neda ji ber ku bo xwe, kesayet û hunera xwe qebûl nakim.

Wê demê herçend min rengê rûyê xwe û şilbûna çavê xwe şanî wiya nedabe jî ez bi xwe serbilind bûm ku ewe 9 sal bû, ji sala 1993 yê ve min Behcet Yehya guhdar dikir. Ew dilpakiya Behcet di stiranên wî de hertim min hest pê dikir. Gelik caran hevalên min digotin vî şêwazê muzîkî tu çawan guhdar dike, wekî ilahiyan an jî hicaze tu çi çêj û tamê jê digre.

Min jî digot ev îlahiya Kurdî ye, Îmana Kurdî ye, min digre bin sehra xwe û radike asîmana.

Behcet Yehya em ezimandibûn. Ez, dostê minî hêja xelkê Silêmaniyê DJ Aso û hevalî min yê Siryanî Îsa em ezimandin, bûhayê xwarinê jî wî da me çend wêneyên xwe jî girtin û em ji wira derketin. Lê dilê min ma li wira û peymana min ya piştevaniyê ji bo Hunermendê Kurd carekî dîtir min bo xwe dûbare kir.

 

You may also like...

Bersivekê binivîsin

E-posta hesabınız yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.