Li ser çapa nû ya “Sobarto” ya Helîm Yusiv.

Piranî wisan dibe wêje û  wêjevanî. Wêjevan di quncika mala xwe de çîrokên dilê xwe dirêje ser pelê sipî. Hest, ji wê çavkaniyê diherikin dibin çem, dibin rûbar, li deverên duuuurrrr yê ser erdê ji aliyê zarokekî ve têne vexwarin.

Di kêliyên xemgîn de dibe ken, di kêliyên dilteng de dibe bêhnfirehî, di kêliyên sext û  zehmet de dibe hêvî.

Heya nivîskar jî  jê çênabe piranî caran. Ew çirok dibin rêçikek di nava qelşên zinarên asê de û mêjiyê wî zarokî berbi pêşerojê ve di kelîne.

Peyvên wî  rubarî dilop bi dilop dibine pêlekanê temenê wî zarokî hetanî ku mezin dibe û  pê dighêje. Carinan heya nivîskar jî  ji vê yekê çênabe, jiber ku ew rûbarê ji pênûsa wî, serpêhatî û  çîrokên wî gelik fireh bûye.

Çîroka min, Sobarto û   Helim Yusiv jî çirokeke wisane.

 

Ji bo zarokên vê demê yên ku li dilopek wêje digerin pîroz be. Careka dîtir dest û  dilê te xweş.

 

You may also like...

Bersivekê binivîsin

E-posta hesabınız yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.