Li Hamburg ê rojên filmên Kurdî

Şevîdî derengê şevê em gehane Hamburgê.
Vê sibê em hindekî zû rabûn. ji xwe berê sibê em razabûn. Pir jî kolanên Hamburgê nas nakim. Lê me berê xwe da rawestgeha şemendîferê. Li gorî dihûnê hewa hênik bû. Li gorî min hênik bû, li gorî herkesî sar bû.

Qelebalixekî bê hempa di rawestgehê debû. Biyanî pir xuyan nedikirin îro. Dawiya heftiyê bû, elman zû radibûn biyanî dereng. Ji xwe kesekî bersiva peyamên me nedida.

Tavikê tîrêjên xwe li serê dêrê dida. Aliyekî me ji firoşgehên mezin pêk dihat ku bi camên mezin bilind dibûn. aliyê dîtir ji rawestgeha şemendîferan ku bi awayê dêrê avabûbû pêk dihat. Hîna qetên ewran asîman rewşû sipî dikir.

Hamburg bajarê herî mezin yê bazirganiya keştiya yê Elmanya û bajarekî sereke yê bazirganiya keştiya yê cîhanê ye. Hindekî demên berî zayinê dema Atîna ya yunan tîne hizra mirov. Deriyê Hamburgê bi keştiya vedibe Okyanosa Atlantîk ya bakur. Di vê okyanosê de hertim  keştî her tiştekî cîhanê ji Asya vedighuzênine Ewrûpa. Hamburg bûye bazirgangeheke mezin ya kendavî.

Ber bi nîvro ve jî ewrên asîman ji ser deryayê û ji ser bajêr neçûn. Bayê okyanosê xwe li holên vala dida.
Bilal nivîsî. Me hevdu dît. Bîlal bîdonkekî piçûk tirşoyê îsota û hindek dendikê zebeşa anîbû ji mere. Asmîn dest danî ser tirşo min jî dest danî ser dendika. Bawerim hetan em biçin malê em dê biqedînin.

Ciyê sînemeya 3001 ê sînemeya ku filmên Kurdî dihatin pêşandan ne dur bû. Lê me nexwest neha li wira mijûl bibin ji ber ku li Hamburgê hertişt rehet bû lê dîtina ciyê rawestandina navgihînê gelek zehmet bû.

Paşê ciwanê Kurd Rênas Mîran ê ku bi bilindkirina Hous Musîk a Kurdî tête nasîn nivîsî. Hesen Şerîf ji bo Projeyekê hatibû def Rênas. Min şevîdî ji Rênas re gotibû ku divê xwarina êvarê bibin mêvanê min.

Bi vî rengî êdî hêdî hêdî telefonê kar dikir. Peyam li pey peyamê dihatin. Dem dema piştî nîvro bû. Dema xwarinê jî dihat. Bi Rênas re me biryar da ku biçin cihekî xwarin bixwin.

Li gel Rênas, Brusk û Hunermendê Kurd Hesen Şerîf hatibûn. Li gel min jî hevsera min Asmîn û Filmjen û lîstikvanê Kurd Bîlal Bulut hebun.
Dîsan di dîtina cihê navgihînê de me zehmetî kişand. Em rûniştin bo xwarinê.

Hesen Şerîf her çend eve çend salbû min hewil dabû ku pêre karekî muzîkê an jî çalekiyekê bikim lê derfet çênebûbû. Îro cara yekem bû ku me hev didît. Lê em pir xerîbê hevû du nebûn.

Hesen Şerîf bi dilnizmiya xwe bala min kişandibû. Ji xwe di hunermend an jî sitranbêjekî de xala herî giring ku min bala xwe dida ser evbû. Ku dilnizmiya mirovekî nebê tenê dibe ku carekê li cem rûnim wekî din ez wî jibîr dikim.

Lê Hesen Şerîf mirovekî dilnizm bû, di heman demê de mirovekî azad bû. Di demên nazik yê navbera hêzên Kurd de wiya xwe ji tu alî bêpar nehişt û bo xizmeta hemî Kurdan tev geriya. Neha jî bi hunera xwe ve xizmetkariya xwe berdewam dike.
Hesen Şerîf heman helwestek wekî yê Behcet Yehya pêşanî min dida; Kekê Agirî dema di navbera PDK û PKK de şer hebû jî min xizmeta hemî gelê xwe kir, ez bi xwe jî pêşmerge me, lê belê dilê mi, xizmeta min hestên min bo hemî Kurda ne. Dilê min wekî sînorên Kurdistanê ne parçe ye.

Bi gotinên xweş me xwarinekî xweş pêkve xwar. Me çend wêneyên ciwan jî pêkve girtin, me çayên xwe yên zelal û pêtam jî vexwarin û em rabûn.  Demeke kin bû lê demeke xweş bû.

Paşê em çûna ciyê sînemê. Li gel Veysî Altay min hevpeyvînek lidar xist. Kesayeta Veysel Altay û karên wî ji bo min gele balkêş bûn. Mijara ku di jiyana xwe de an jî di salên vê dawiyê yên jiyana xwe de hildigirte dest gelek balkêş bûn. Bi taybet li ser mirovên winda radiweste û eve jî dikire belge û dîmen.
Di heman demê de Wênevanekî jîr û jêhatîye.
Hevpeyvîna min 40 xulekî dewam kir me ji bo 15 xulekan axifîbû. Lê gotinên wî pirbûn ji ber ku şahidê gelek tiştan bû. Belge û berdestên wî gelek balkêş bûn.

Li wira ji bo arîkariyê û ji bo ku ez jî belav bikim, çend belgefilmên wî min birin û me xatirê xwe ji wî û Bîlal xwest.
Hevpeyvîna ku min bi Bîlal re dayî pêş xwe jî vêcarê jî min pêk nanî. Bîlal jî di sînemegeriya Kurdan de kesayeteka giringe. Hetanî carekî dî…
Paşê me berê xwe da otelê dîsan. tirşoyê bîlal hinavê me hînik kir.

Foto 19.10.13 17 36 39 Foto 19.10.13 17 38 22 Foto 19.10.13 17 38 53 Foto 19.10.13 17 40 43

 

You may also like...

Bersivekê binivîsin

E-posta hesabınız yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.