Leyistika zarokan

Roj; wekî hertim bi keys û desthilatdariya xwe ve giran giran hildihat. Asoyê welatê Kurdan bi rengên Kurdî ve xemilî bu û rengekî zîndar dida erdnîgeriya welêt.

Nişteciyên bajêr, heryekî bi hewldana xwe ya asayî ve dest bi rojê dikir. Bê guman her çend welatê me welatê şer jî be, herkesî beyanî zu dest bi jiyanê dikir. Pîrejinên ku xwe di dane ber tîrêjên tavê. Kevaniyên ku ji bo amadekirina taştê tevdigeriyan. Kalên, bi pêçana tutinê dest bi rojê dikirin û ji tevan bêhtir jî zîndar, zarokên Helebçe ku bi berbangê re di rijiyane kolanan.

Her çend gemara hewaya bajêr nebe jî, dengê bajariyan bi yê terembêl û lawiran ve tevlîhev dibu û di nava kurayiya asîmande hunda dibu.

Li gorî evqas qerebalix, têkilawî û xir û cir, dîsan jî jiyan aram bu. Di nava vê gengeşiyê de dengê çuk û teyrikan, dengê pisîk û kuçikan jî dihate bihîstîn. Ji xwe qajêniya ku bi ser zarokan diket, li çardorê bajêr olan dida.

Hettanî wê rojê, jiyan asayî bu. Heya mirovên Helebçeyî ji tevgerîna cîhanê û arîşeyên di nava mirovên cîhanê de nebu. Ji xwe pêwist jî ne dikir ku li ser pirsgirêkên derveyî xwe mêjiyê xwe bi westînin. Derd û kesera wan tenê welatê wan bu. Malên wan yên kelpîçî, hewşên wan yê qirşikî, eywanên wan yên kevirî, zeviyên wan yê nîvşewitî, lawirên wan yên êş biwanketî  û zar û zêçên wan bun. Ji bo vê yekê bu çend caran di kolanên xwe de hatibune kuştin, ji bo vê yekê bu, di nava zeviyên xwe de bi bêbextî ji piştê ve hatibune lêxistin, ji bo vê yekê bu dihatine destgîrkirin û bi nêzîkbunên dirindeyî ve rubiru diman. Tenê derdê wan jiyana wan ya asayî bu.

Zarokên Helebçe, wekî tevayî zarokên welatê Kurdan bê ku heya xwe ji birêveçuna cîhanê hebin di leyistin. Tu carî ne dixwestin ku dem derbas bibe, ne dixwestin ku bibe êvar û berê xwe bidine rêka malê, tu carî ne dixwestin ku jiyan bi dome, leyistik bi qede. Her çend bi vê hêviyê di leyistin jî, mixabin li wan jî dibu êvar, berê wan jî dikete malê.

Dîsan di demhijmêrekî wisan de ku dengê zarok û çukan tevlîhev dibu de, xurrêniyek bi asîmanan ket. Zarok bi leyistikên xwe ve mijul bun. Kî zora kê bibe, kî bide pêşiya kê…

 

Dema ku deng bi asîmana ket, pîr û kalên bajêr ketine nava tirsê, lê wan jî li gorî ku tiştên hetanî neha dîtî, ne dikarîn bizanibin bê ka çi dibe. Herkes wisan ramî ku balefirên komarê ji bo gullebaranê hatine. Û dîsan jî wisan dihizirîn ku herin li ciyekî din bixin. Ji ber vê yekê bu tirsê zora mêjî nebur û herkes ma li çavlirêyê vî dengê giran û gur.

Û zarokan hîna leyistok di domandin. Wan digot balefir bila ser bajêr re derbas bibe da ku bibînin bê ka çiqas mezine. Wan digot bila balefir were, da zu bibînin û yê ku berî hevalê xwe bibîne, bêje “ min berî we dît.” Ji ber vê yekê bu dengê balefirên kesnezan, ji bo zarokan bubu leyistikekî nu.

Zarokên Kurd, ne dizanîn ev leyistok, dibe ku ji bo wan bibe leyistoka dawî. Ne dizanîn ku ev leyistok tenê bi wan ve bi sînor nîne, tevayî hêz û desthilatdarên cîhanê jî heman wekî wan di nava vê leyistokê de ciyekî xwe hene. Wan ne dizanîn ku rêvebirê vê leyistikê ne ewin yên ku destpêkê balefir dîtiye, an jî wan ne dizanîn ku destpêkê ne wan balefir dîtiye, yên ku vê leyistikê birêve dibin berî wan balefir dîtiye. Wan ne dizanîn ku evcar amêrên leyistikê; ne kevirên sor û qirşik in lê şuna wan çekên kuştdar û balefirên mezin in.

Wan leyistoka xwe di domandin, bi hêviya ku balefir jî bibe mebestek ji bo xweşkirina leyistikê. Lê wana ne dizanîn ku ew leyistik dê bi wan balefiran bi qede û leyistika balefiran, leyistika komkujiyê, leyistika tunekirina wan, leyistika şewitandina erda tuxmê mirovatiyê, leyistika mirinê dest pê dike.

Dema ku dukelê gewr li erd û asîmanê Helebçê belav bu, kal û pîrên Kurdan, dê û bavê Kurdan, bi ta û matbuna parestina zarokên xwe ve beziyane kolana. Lê mixabin wan jî ne dizanî bê ev çi soysebate qewimî. Evcar tiştê ku qewimî ne wekî yên berê bu. Yekser dengê balefiran û dukela ser bajêr dîtin.

Di nava demekî kin de, ew bajarê ku bi coşî û şahiya roja nu dest bi rojê kiribu, ketibu şevê de. Ew zîndariya ku mirov, lawir û xweza têkilav bubu, yekser miribu. Xwezayekî jehrawî, hewayekî gemar û erdekî peritî mabune li wê rastê. Dema ku cendekê zarokan bêcan man û hewldanên wan yên zîndariyê jî sud wernegirt û mirin, heya wan jê nebu ku bi salan wê qala wan were kirin. Heya wan jê nebu ku bajarê komkujiyê Helebçe wê bibe him ji wan re bibe gor, him jî bibe rupelekî dîrokê, wan ne dizanî ku her meytek dê bibe sed Kurd û zîndar bibe, wana ne dizanî ku ew hewaya mirinê, ew dîmenên ku bavê wan li wan digeriya, ew dîmenê ku kalên wan ew himbêz dikirin û ji mirinê dixwestin biparêzin. Heya wan ji tiştekî tunebu, ji qirik û laşên wan yên şewitî pê ve.

Her çend qata ser bajarê Helebçe bube qirêj û gemar, barut û jehr jî, ser wê qatê re dîsan asîman şîn bu. Dîsan asîman paqij bu. Dîsan asîman zîndar bu. Û dîsan rojê, tîrêjê xwe belavî erda welêt dikir.

Lê neyaran ne dizanîn ku wê kêliyê bu, tovê jiyana Kurdan bi cendekê wan mirovên hejar ve carekî din qewîm bu, bi hêz bu û zîndar bu.

Hest dikim ku wê rojê bu, şazdehê meha Adarê bu qurmê welatperweriya min bi xwîna zarokên Helebçe hate avdan. Hate avdan û xwunçe dan û pel vedan. Wê rojê bu dîmenek li ser bîbikên çavên min hate neqişandin, da ku tu carî jibîr nekim bê çawan di wan kolanan de zarokên Kurd hatine jehrdan. Wê rojê bu.. tê bîra we…

 

 

15 Sibat 2007

You may also like...

Bersivekê binivîsin

E-posta hesabınız yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.