Ku xewa we bê bibin demokrat

Ku xewa we bê bibin Demokrat Eger hun bixwazin mirovekî xwedî bawerî razînin û dagir bikin bibin misilman. Eger hun bixwazin mirovekî zana, xwende û pêşketî razînin bibin Demokrat.

Ew civaka ku van 2 hezar salên dawî bi rêka ol û baweriya dînî hatî razandin û birêvebirin û dagirkirin, di sedsala bîstûyekan de, di serdema modern û teknîka pêşketî de jî bi demokratiyê ve tête razandin û dagirkirin. Ew emerikaya ku bûye rizgarkerê cîhanê û yê me Kurdan jî welatê herî –demokrat- yê cîhanê ye.

Di nava belgenameyên Wikileaks de jî aşkere bû bê çawan zarokan li pêş çavên dayikê wan dikujin, bê çawan guleyên helikopteran li nav koma kesên civakî dixin û zarokan di terembêlan de dikujin. Me gelik caran gazinê xwe ji felsefeya şerê sînî û japoniya dikir. Sun tzu berî bi hezar salan rêk û rêbazên şer nivîsîne û di van rêbazan de jî mirov tête kuştin lê nayête perçiqandin û nayête xapandin. Di hunera şer yê Sun tzu de jî rêk û rêbazên heyî îro bune yasayên navnetewî li ser kaxezan. Herçend kesek van yasayan pêk neyênê jî hene. Demokrat; kertiya demê. Eroîn û esrara serdema nû. Bixwin û razên, bêjin û serxweve biçin. Xwe bixwapînin da ku herkes karibe we bixapîne. Raste. Divê civak birêve biçe, bi çi awayî dibe bila bibe.

Rêvebir Kurdbin, Tirkbin, Ewrupîbin, Emerîka be, qet cewaziya wê nine. Ji bo ku ev civak birêve biçe divê –Demokratî- hebe. Me Kurdan, ji hemî deverên Kurdistanê berê xwe da welatên Ewrupa. Di wan rêk û rêçikên sext û zehmet de gelik ciwanên Kurd yên ku hîna temenê wan negeheştibû panzde salan mirin. Gelek jê bi salan di rêkan de man. Li ser rêkên Geverê û Colemêrgê ew panzêrên 8 teker yên Leopard, Elmanya firotine Tirkî. Şer li herêma Kurdistanê û bajarên Kurdistanê dijwar dibû, gund hatin şewitandin, mirov hatin kuştin. Welatê Kurdan hate valakirin. Û welatên Ewrûpa deriyê xwe ji Kurdan re vekirin. “Hun ji kurdistanê hatine? Erê, we êşkence dîtiye? Erê, komarê gundê we şewitandiye? Erê. De fermon naxwe mafê runiştinê û mafê mayinê li ewrûpa em didine we. “ Hetanî berî bi çend salan jî ku yekî bigotana “Ez endamê pkk ê me” yekser mafê daniştinê digirt. Êê welatên ewrûpa demokratin û mafê mirovan ji wan tête pirsîn. Ez naxwazim dirêj bikim û serê we biêşînim. Çîroka demokratiyê û dermanê xewê Demokratî gelek dirêje.

Serokê Parlemena Ewrûpa Martin Schulz hate tirkî. Bi dîroka îro ve 28.05.2012. yekser rojnamevana pirsa bûyera kuştina 34 mirovên Kurd li Roboskiyê kirine. Gotinên ku serokê parlemena Ewrûpa gotî min di CNN Turk de xwendin. Him gotinên wî û him nêrînên xwe ji bo gotinên wî bi xetên giştî dinivîsim; “Êrîşa leşkerî ya dijî kesên civakî senaryoya herî xirabe” Dibêje ku operasyona leşkerî li dijî cemawer nayête meşandin, divê cemawer wisan bihizire. Operasyonan bikin lê senaryoya wê û gotinên wê divê neyêne kirin. Ew gotin û çîrokên bi vî rengî xirabin. Bi kinî dibêje ku divê hun nehêlin da nêrîn û gotinin bi vî rengî bêne kirin û kes wisan bihizire. Hêzên leşkerî dijî gel operasyona nake, divê hun vêya bêjin û bidin nîşandan. “Gotinên ku vaye êş tê dîtin wê aloziyê kêm bikê” Di virade dibêje ku divê hun vî gelî razênin. Qala êşê wan bikin, wisan bidin diyarkirin ku hun êşê wan têdighêjin. Hun wan dibînin, wekî ku hun ber wan dikevin bikin. Kurd ji xwe ji berê ve ji aliyê Ewrûpiyan ve wekî gelekî razayî, gelekî bêhiş û bê vîn bi gotinekî bêxêr kerin, ji ber vê yekê jî wisan gotinan bikin ku hun dilê xwe bi wan bişewitînin. “bersivdayîna vê pirsê gelek zehmete” Bersiva pirsa bûyera Roboskî nikare bide. Jiber ku bûyerekî derveyî mirovî ye, lê serokê parlemena Ewrûpa nikare vêya bibêje. Ji bo wan tiştên pêwist rastin, ne yê rast. Ezê vê gotinê carekî din binivîsim. Carê siyasetmedarekî Kurd ji minre gotibû. “ tiştên pêwsit ji bo me rastin, ne tiştên rast” Neha ev felsefeya siyasî ne ya Ewrûpa tenê ye. Ya cîhanê ye. Ji bo tu kesî rastî ne giringe. Tiştên ku ji bo wan pêwist rastî tête pejirandin. Ji ber wê jî rehmetiyê Schulz nikare bi hesanî bersiva pirsa kuştina 34 Kurdan bide. “rêka kuştina kesên sivîl ji cemawer ne rêka çareseriyê ye û li Efxanistanê jî ev yek hatiye dîtin.” Li vira dibêje ku eger çareseriyek di kuştina sivîlandebe bikujin. Lê li gorî tecrûbe û azmûnê me yên Efxanistanê bi kuştina sivîlan ve bûyer nayête çareserkirin. Bawerim ewrûpiyan gelek kesên sivîl li Efxanistanê kuştine, xwedî azmûnin. “operasiyonên leşkerî yên ku ji aliyê rêvebirî û hikumetan ve têne lidarxistin gelek zehmetin.” Dibêje ku operasyonên ku têne kirin gelek zehmetin, kê bikujin kê nekujin ne diyare. Mirov nikare zû zû biryarê bide, zehmetiya wan di wiradeye ku carinan divê sivîlan jî bikujin lê raya giştê pê dihese û arîşe derdikevin. “Ev operasyon li ser xelkên sivîl jî tesîrekî mezin dikin.” Operasyonên ku têne lidarxistin hun bixwazin nexwazin dê dijî gelê sivîl jî bêne kirin û ew jî xisarekî mezin jê dibînin. Bi kinî dibêje ku carcaran ew jî dê bêne kuştin eve rewşekî asayî ye. Şer tesîra xwe li ser zarok, jin, pîr, kal û gundiyan jî dê bike. Hevalê me yê demokrat bi kinî dibêje ku kuştina wan encamekî asayî yê şere. “li gorî min jî divê bêhtir li ser êşê mirovan bête rawestandin. Wê aloziyê û hêrsa mirovan daxînê” Wan bixwapînin dibêje. Dilê xwe bi wan bişewitînin, gotinên nerm û dilşewat bikin, qala êşê wan bikin. “bêjin ku bûyerekî bi vî rengî carekî dîtir nayête dûbarekirin gotinin bi vî rengî bêjin” Dibêje ku bi wan bidin bawerkirin ku carekî dîtir ewşekî bi vî rengî rû nade. Tenê dilê wan bigrin bi çi rengî digrin bigrin. Lê bi wanre mijûl bibin da ku bûyerê mezin nekin. Rewşa hun jiyan dikin rewşekî asayî ye. Lê divê hun dilê wan bigrin. “Ev bûyer arîşeyekî navxweyîye, beşdarbûna vê gotûbêjê neketiye ser şanê min de, lê divê bête gotin ku bûyera Roboskî karîgeriyekî xirab û tesîrekî nebaş li ser mirovan kiriye. Divê ev gotin bêne kirin” Di virade vekirî dibêje, dibê şerê Kurd û Tirkan ne karê me ye, arîşeyekî navxweyîye, kî kê dikuje ne karê mine ku li ser bi peyivim. Hun çi li Kurdan dikin bikin, em dengê xwe nikarin bikin. Lê belê wateyekî weha jî jê derdikeve. Bikujin bes dilê wan bigrin. Çawa hun canê wan digrin, dilê wan jî bigrin, nehêlin ku hêrsa wan belav bibe û zêde bibe. Wekî dî hun çi dikin bikin, em wekî Ewrûpa we destek dikin. Lê hettanî ji we bê nehêlin ku xwediyê bûyerê hêrs bibin. Hetanî ji we tê derewa bikin û dilê wan bigrin. Binêrin bê Serokê Ewrûpa çi dibêje; Ji bo bûyera Kayseriyê ya cangorî jî dibêje ku; “Tu tiş nikare Terorê rast û lirê nîşan bide. Bi her awayî em vê bûyerê şermezar dikin û ne dicîdeye. Êrîş û bûyerên dijî sivîlan neraste” Bi kinî hun jî bawerim gihştin heman encamî. Komar, dewlet, hikumet, pergal, serdestî dikare bikuje, eve mafê rewa yê komarê ye. Lê dema ku ji vî gelî hindek liber xwe bikin û çalekiyan lidar bixin evana teroristin. Divê neyêne bexşîn. Dema kêfa wan hat, di navenda belcîka de telîs kişandin serê karmendên Roj tv de. Bi sext û zorê tv belawela kirin. Karin kuştinên zarokan, girtin û êşkence û destdirêjiya zarokan rewa bibînin, lê berxwedana zarokan û gel teror e. Ji xwe ji roja destpêkê de ku ez bi xwe hesiyam û min gotina demokratiyê bihîst kêfa min jêre nehatibû. Baweriya min hertim bi bêwezin, û bêdadiya navbera mirovan tê. Baweriya min bi hewildan, vîn û îradeya mirovan tê. Ne tenê di mafên netewî û gel de, di hemî aliyê jiyanê de bê tekoşîn, bê hewil bê vîn jiyan nabête ya mirov. Jiber vê yekê jî gotinên Schulz tu nirxê wan bo me Kurdan nîne. Ji ber ku Kurdan mafê xwe ji Schulz nexwestine.

28.05.2012

You may also like...

Bersivekê binivîsin

E-posta hesabınız yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.