Konsera Şivan Perwer li Frankfurtê – 2006

Amadeyiyên Konserekî dihate kirin. Wêne û posterên rengreng li kolanên Frankfurtê bi ciyên pesinan û reklaman ve hatibune zeliqandin, li ser poster wêneyekî Hunermendê dengxweş û navdar Şivan Perwer, weneyekî diyar bu ji rupelên bihurî.


Wekî gelik hunermend, leyistikvan û navdarên cîhanî Şivan Perwer jî navekî rojevê ye. Mirovên navdar bê guman gelik caran rojeva civakan dadigrin. Şivan Perwer jî xwedî dengekî cîhanî û bi taybet Kurdewarî ye. Lê bawerim piranî Kurdan jî ji vê konserê agahdar nebun.
Lê mebesta me jî çend nerîn di derbarê konserê û Hunermendê navdar yê Kurd Şivan Perwer de ne.
Konser bi hevkarî û pêşengiya Saziya ragihandin û weşanê ya Elmanyaeyaleta Hessen ê hr2(Hesische Rundfunk) ve hatibu amadekirin. Ciyê ku konser wî lê bihata kirin salona hr2 bixwe bu. Ji ber wê jî tenê jib o hezar mêvanî hatibu amadekirin.
Qelebalixa mirovan salon dagirt, herçend çend şunek ji salonê vala mabin jî tijî bu.
Roja 15 ê miha Êlunê demhijmêr 7 an mêvan ketine hindiru, demhijmêr derdorê heştû nîvan bernamê dest pêkir. Rêvebira bernamê an jî pêşkeşvanê wê, karmenda Hesîsche Rundfunk berî hertiştî piştî ku bixêrhatiniya mêvanan kir, danasînekî çanda Kurdî, Sitranên Kurdî, Mûzîka Kurdî û Mamoste Şivan Perwer kir. Bêguman ev danasîn ji piraniya Kurdên di salonê de zêdetir, ji bo mêvanên Elman û yên ku di radio û TV yande bernamê bişopînin dihate kirin. Herçend wisan jî be van gotinên karmenda hr2 heyecan û lerzînek bi Kurdên mêvan re jî çêdikir.
Di wê navberê de diyar bu ku mêvanên Şivan Perwer, ji mirov, parçe û netewên curbecur pêk tên. Ji herçar parçeyên Kurdistanê, ji her zaraveyê Kurdî hindek mirov, wekî mêvanên Kurd jî mêvanên Eman amade bun.
Piştî derbirîn û pênasînekî kurt di derbarê çand û mûzîka Kurdî de, xanima karmenda hr2 enstrumentalîstên kurd bangî ser dike kirin. Piştî wê hozan Sena hate ser dike û bi dengê xwe yê zelal çend sitranên Kurdî bi Zaravayên Dimilî û Kurmancî gotin.
Mêvan û temaşevanan bi coşekî mezin Hozan Sena godar kirin, lê ew li benda Şivan Perwer bun. Gelik jê cara yekem bu tevlî Konserekî Şivan Perwer dibun. Gelekan jî jî cara yekem bu Şivan Perwer zindî didîtin.
Piştî ku Hozan Sena Sitranên xwe qedandin, Hunermendê Kurd bi banga karmenda hr2 hate ser dike, bi coşî û çepkekî xurt û dirêj hate pêşwazkirin. Hunermendê Kurd wekî hertim li ser xwe bu, tevger û bizavên wî yê “Şivan Perwer” bun.
Bi herdu sazên xwe ve, Piştî rêzgirtina xwe da diyarkirin li cihê xwe danişî û saza xwe amade kir. Wekî ku di “tembura min” de anî ziman, wekî ku keçikekî ciwan ji bo dîlanê ama de bike, wekî ku zarokekî ji bo meşê amade bike û wekî ku çekekî ji şer amade bike.
Dema ku dest pê kir, Salon bi wî dengê risen, dengê Kurdewarî, dengê dîrokî û zêrîn olan da.
Bê guman xala herî balkêş di vê konserê de ew bu ku Şivan Perwer berî her kilamekî, şirove û wateya sitranê bi Elamnî derdibirî paşê jî dest bi gotina sitranê dikir.
Sitranên xwe yên hilbijartî, yên risen û watedar li pey hevdu rêz kirin. Bi hemu zaravayên Kurdî sitran gotin. Wekî tevayî konserên dîtir û wekî hertim mêvanên Şivan Perwer ji herçar parçeyên Kurdistanê bun.
Di destpêka her sitranekê de rewşa Kurdan, bindestiya Kurdan, azadîxwaziya Kurdan bi zimanê Elmanî derbirî, bê guman Sitranên xwe yên li ser komkujî û jenosîdan, bi giranî bun.
Bê guman Mamoste Şivan Perwer, bala mêvanên xwe û beşdarvanên xwe kişande ser buyera Amedê ku 12 mirovên bê tawan ji aliyê mirovkuj û xwînmijên Tirk ve hatine kuştin, û tevayî mêvanên xwe ji bo rêzgirtina wan Şehîdan deqeyekê rakirin ser piya.
Konser bi têkilaviyekî hestan û coşiyekî Kurdewarî bihurî, berbi dawiya konserê beşdarvan rabune dîlanê û Şivan Perwer jî bi dengê xwe yê hestdar ji wanre di sitirand.
Dema ku Şivan Perwer tevayî temburvan, û enstrumentalistên xwe dane nasîn û xwest konserê biqedîne, xortan dawa sitrana “Kine em” kir. Wê demê Şivan carkî din bi çelengî xwe avête dike û dest bi sitirana “Kine em?” kir. Wê demê jî ew hewaya hestdar û giran rengê xwe guhert û Hip-Hip a Kurdî dest pê kir. Mamoste Şivan wê kêliyê bu Hip-Hip vanekî Kurd û Xortên Kurd coşandin. Konser bi kêf û coşî bi dawî bu.
TV ya hr2, Kurdistan TV û radia hr2 jî konser tomar kirin ji bo ku biweşînin.

Kurteşiroveyek:

Bê guman wekî ku me di serî de jî gotî mirovên navdar hertim bi gelik gotin, tevger û hewldanên xwe ve dikevine rojeva civakan de. Civakekî wekî ya Kurdan ku xwedî pirsgirêk û arîşeyên mezine di van xalan de bêhtir nazik e. Şivan Perwer jî berî konsera xwe bi çend rojekî bi daxuyaniya xwe ya di rojnameya Frankfurter Rundschau de kete rojevê de, û ji aliyê gelik Kurdan ve bi awayê ku hatî fêmkirin hate rexnekirin. Li himber van rexneyan wî jî da diyarkirin ku “Ez xelet hatime têgihştîn” û bersiv da.
Ev xalana bê guman bi rojevên siyasî re girêdayî ne.
Dema ku min bi cave Şervanekî Kurd yê Kevin bala xwe da Şivan Perwer, siya siyasetê li ser nebu.Dîsan her çend ez rojnamevan nebim jî wekî rojnamevanekî jî min xwest bala xwe bidimê de û vê jî ramanekî pir cuda biminre çîkir. Ji xwe dema ku wekî Kurdekî min bala xwe da Şivan Perwer, ji minve xizmetekî mezin û suddar ji bo Kurdan û xebata Kurdewarî hate xuyanî.
Navê “Şivan Perwer” Îro wekî gelik pêşeng, serok, remz û navên Kurdî ew kesê ku bi nave Şivan Perwer tê binavkirin derbas kiriye. Bi taybet diyardeyên Çandî, tevger û bizavên çandî, berovajî siyasetê tevayî pile û beşên civakê digrine nava xwe. Dema ku kes an jî tevgerekî çandî yekalî ma, bi yek hêz, yek rêk, yek ramanî xwe derxiste pêş ew jî nabê male netewê û bê guman hebunekî çandî jî nayê nirxandin.
Ji ber ku her çend çand û siyaset tesîrê li ser hev dikin û di gelik deverande hêzê ji hev bigrin jî, ji bo kesan pir ji hevdu durin. Hasten xwe, ramanên xwe, kesayetên xwe û nêrînên xwe yên cîhanî ji hevdu pir durin.
Hunermendek jî eger bixwazê ku bibê malê tevayî Netewê divê, karibê herkesî ximbêz bike û bersiva hestên tevayî çîn û kesên civakê bide.
Hunermendê mezin û navdar, Mamoste Hêmin Mukriyanî ji bo vê mijare, mînakekî balkêşe. Wî jî demekî dirêj di nava refên Pêşmergeyan de cî girt û piştî demekê giranî da xebata xwe ya nivîskarî, helbestvanî û hûnermendî. Bê guman Mamoste Hêmin neha jî di çand û wêjeya Kurdî de mirovekî nemir e.
Dîsan Hunermendên Hêja û navdar Mamoste Nasir Rezazî û Merziye Xan (ku bi bêwextê ji nav me koç kir) jî heman rewş jiyane.
Ev yek ji bo Mamoste Şivan Perwer jî derbas dibe. Rexne rast an jî şaş hatiye fêm kirin. An jî çepemeniya Kurdî rexne kirine vana bê guman xalên pir asayî ne. Lê ev yek jî rastiyeke. Bi taybet ji bo gelê Kurd dema ku şiroveyek li ser rêxistin, sazî, partî an jî kesayetên navdar hate kirin divê ku eniya dijber, an jî hêzên dijîKurd werin hesabkirin. Li gorî min Her rexneyekî ku bibe amêrek di destê dijberan an jî hêzên ku hez li Kurdan nakin de, ew rexne nabê rexne. Ji ber ku dikeve nav hêza dijberande û li dijî Kurdan tê karanîn. Şirovekirina siyaseta Kurdî, Şiroveya siyasetmedar û hêzên siyasî yên Kurdî ev jî xalekî dîtire û bê guman ciyê wê, wextê wê û holên wê jî hene. Dema ku di van xalên nazik de hunermendekî xwe xiste nava zimanê siyasî de. Zererekî mezin ji bo xwe derdixe holê evjî neheqiyeke li himber xwe.
Mamoste Şivan wekî ku min li banî da xuyanîkirin. Him ji bo Kurdên Bakur him ji bo Kurdên Başur, him ji bo Kurdên Başurê rojava, him ji bo Kurdên Kafkasya, him ji bo Kurdên Cîhanê buye remza çanda Kurdî. Ev yek jî ji pêşveçun û birêveçuna siyasî pir dure. Herçend gelik caran navê Şivan Perwer û Siyaseta Kurdî di gelik aliyanda tesîr lihev kiribe jî. Hunera Şivan Perwer, bibîranîna dîroka hestî, çandî, hûnerî ya Kurdewarî ye, yek mafê vî navî heye ku bibe hêzekî mezin ji bo tevayî Kurdan. Bibe coş, bibe şahî, bibe kevneşop, bibe risena Kurdî ji bo tevayî Beşên civaka Kurd.
Hêvîdarim ku Dengê Şivan Perwer, navê Şivan Perwer û tevayî Hunermendê Kurd bibe hêzekî mezin ji bo biserketina tevger û bizava Kurdî ya siyasî û Leşkerî jî.

Agirî Soran
16.09.2006

You may also like...

Bersivekê binivîsin

E-posta hesabınız yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.