Ka çi dike – Nameyekî evînê

Ka çi dike?, dizanim ku vê gavê li ber pencera çarqorzî, berê te li heyva çardehêye û bi keziyê xwe dilîzê. Dizanim ku kesera dilê xwe bi hêrsekî bêrehm di pekînê ser navê min. Dizanim…

Henaseya te di ber difna min re dewran li xwe dixe û di nava sermestiyekî bê hempa de min li hev di herbilîne. Gotina te ya ji gûndê me dûr tête bîra min. – Ka were kuro em vexwin meya sor, em xweş bibin lê em serxweş nebin- Dema ku di kolanên xerîbiyê de di nava tenêtiya zalim û bêbext de digeriyam ev gotina te bala min dikişande ser şuşeyên meya sor. Lê bi tenê bûm. bê te… bê destê te… bê çavên te… bê henaseya te… bê zerdekenê te… bê lêvên te… ma çawan vexwim vê meya ku bi salane di nava şûşê de sermest bûyî? nikarim. Dema ku destê xwe di avêjime şûşê di ricifim, di lerizin tiliyên min, dilê min zêdetir lê dide û nikarim hilgirim. Mixabin, bê te ne-xweşim ne-serxweşim.
Wê rojê bazirganek hatibû, min pirsa bavê te jê kir. Bi xêra wê min hindekî halê te fêm kir. Tu hîna li benda min bûyî… çavê te li riya min bû. Di nava sipîndarên gund de, gelik caran te bi çûkan re xeber dida, te kulên xwe bi çemê bi herik re parve dikirin. Te ji simoreyên ser daran pirsa pêşerojê dikir. Wekî ku tu xweziyên xwe jêre bibêje.
– Simoreya şîrîn û xweşik, deka bêje ji minre, dê çawan be çareya min, dê çawan be ev jiyana ku di bin piyê bêbextiyê de zingar girtiye. Dê biqetên gelo ev sînorên dûr, ev kulên kur? dê ronî bibe gelo asîmanê gundê min. Dê vegerin penaberên welatê min? Ez, tu, ev sipîndarên bejin dirêj, ev darên şewitî, ev kevirên êşkêş, ev çûkên tenêmayî, ev gihayên zer bûyî, ev axa berhevoka jiyana min, dê kengî ji vê hesreta evîndariyê û bêrîkirinê rizgar bibin. –
Belê evîna min… bê gûman bazirgan ev gotinana ji min re negotin, lê wê rojê li vî welatê zuha dema ku rastî sitêrka gelavêj hatim ji min re got. Min silavên xwe pêre şiyandin ji bo te. Û min jêre gotinekî din jî got;
-Ji kerema xwe re, dema ku te beyanî çav li evîna min kir jêre bêje; Cendekê min wekî peykerekî, li vê erdê dijî û tevdigere, lê bi hilma te dijîm, lê bi germî û keşxebûna lamên te dijîm, Bi jiyandana wan kujên çavên te dijîm. Û jibîr neke, bîbikên çavên te ji min re bûne ew roja pîroz, ew roja ku pêşiya me ronî dike da ku em li vê jiyana kin û ewqasî jî dirêj ne terpilin û bijîn. Hîna jî her ku neçar dibim di vê jîna bê ser û bê bend de dixwazim mijangên te ji bo xwe bikim seywan, xwe bisipêrim parezvaniya wan wekî sepandgehekî xwedayî. Û birhên te heman wekî wê heyvekevana ku ji minre di şevên hişkesayî de bûye heval bi hêzekî sehrawî ez xistime himbêza hêza xwe de. Û gelavêj; ji kerema xwere ji evîna min re bêje. Bi tevayî hêza xwe, bi tevayî serhişkî û ser bilindiya xwe ez bûme parsekê hestên xwe. Di deryaya evînê de parsekiya hestan dikim. Bila bizane, bila bizane ku ew cil û çekên rengîn û berîkên germ û kenên derew û rûçikên çerxok û gotinên pûç, ji minre bûne bendîxaneyekî heft qat di bin erdê de. Û ez wekî dîlekî di nava kelepçeyên van derewande bi hêviyekî kiz roja hatina xwe dipêm. Ne beybûn hene ku çirîskekî hêviyê jê bistînim, ne sosin, ne nêrgiz ne berfîn. Ne baz hene ku bi hesidimê de, ne kund, ne kew, ne kevok. Ne ew kerên kedkar, ne hespên kiheyl, ne golikên hêc, ne çêlekên bi şîr. Ne êzing, ne tepik, ne sergîn ne jî darên qaçê. Ne xar, ne pelo, ne erebokên têlî, ne jî ew rêka gund ya herî. Nînin… tiştek nîne, tenê berheva cîhana min, berheva gûnd û welatê min ruçikê te yê biken, bedena te ya bi hez û hesret û bêhna laşê te ya ku di hinavê min de çikiya yî heye. Tenê tu heyî evîna min.
23.02.2009

You may also like...

Bersivekê binivîsin

E-posta hesabınız yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.