Ji Qoserê hetanî Frankfurtê

Dema ku mijar û pirsgirêkên serekî hebin bê guman mirov gotinên xwe bi kîjan alî ve bide dîsan diçe û tê vedigerê mijar an jî nexweşiya di mêjiyê xwe de.

Bawerim ya min ji wisan lê hatiye. Her çend bala xwe bidim ser gelek reng û dengên rojane yên jiyanê yên dîtir jî, dîsan xwe di nava pirsgirêkên me Kurdan de dibînim. Pirsgirêka zimanî, ya çandî, ya ramyarî û bi giştî pirsgirêkên civakî.

Bala xwe didime werziş û leyistikên gokê, dîsan Kurdayetî wekî asîmanekî hişkesayî xwe ber bi çavên min ve berdide.

-Silav birayê delal, çawanî?

  -Slm. Heval nasilsin

-Ez jî başim bira  sipas, bira bi Kurdî?

  -Arê fakat Kûrtçe bilmiyorum

-Bira tu ji kîderê yî qey?

  -Kiziltepelîyîm hevalim

——

Demekê( ne demekî dur berî bi çend salekî) di gundekî Kurdistanê de dema ku hindekan bi Tirkî xeber dida rewşekî gelek seyr bû. Her çend wekî mirovekî pêşketî dihate dîtin jî, ewqasî ne xweş jî bû. Lê bi şerkerî û tekoşîna Kurdan ve her gundek an jî bajarekî welêt di bin karîgerî û tesîra li berxwedanê gelek guhertinên mezin jiyan. Di navbera gelê Tirk û Kurd de ew qutbûna ku heyî wekî ku zêdetir bû û bi hezaran xort ji van gundan, ji van bajaran berê xwe dane çiyê. Heman wekî berî bi 2-3 hezar sal dîsan xwestin ku Kurdayetiya xwe, nav û çanda xwe bi piştpaliya şax û çiyayên bilind bi parêzin.

Wan rojan di wan gundan de, ji Şirnexê, ji Cizîrê bigrin hetanî bi Dersîm û Elazîzê, bi Tirkî xeberdan gelek xerîb bû. Şivanên gundan wekî remzekî bilurvanî û berhevakarî kevneşopa Kurdewarî ciyên xwe di nava çîrok û çîrvanokan de girtibûn. Berîvan bûbûne mijara destan û sitranên xweş. Kalên ber dîwaran hertim mijara gotubêjan bûn. Ji ber ku dîroka Kurdî bi devê wan digiha pêşerojê. Wê demê înternet nebû ku wekî neha her kalekî me wêneyê xwe bi nivîsa xwe bi ser rupelekî ve pîne bike. Dapîrên me gelik caran wekî rêvebirê malê dihatine nasîn û hiş didane biçukan. Bi Kurdî bû hertişt. Teyrên baz yên ku ser zinaran ve dewr li xwe didan jî di nava remzên serekî yên Kurdî de ciyê xwe digirt. Her çend telefon û messenger nebû jî, dema mirovek ji herêmekê biçûna herêmekî dîtir, rastî zimanekî biyanî ne dihat. Dizanî ku hîna di nava sînorê heman erdî deye. Dizanî ku hîna ne ketiye nava mirovên xerîb.

 

Li gorî ku xuyan dike, dê dîsan mijar gelek dirêj bibe, lê ez dîsan kurt bibirim. Dema ku wekî li jorê jî we xwendî rastî ciwanên wisan mêrxas dibim. Her yekî wekî bizotekî agir, her yekî wekî palewenekî ji bo welat amade ne. Lê mixabin dibêjin em bi Kurdî nizanin. Dema ku mirovek dikeve nava kolanên Nisêbînê û di kolanan de êdî bi gotinên xerîb ve rastî hev tê, êdî ew kolanên ku bi gotinên Kurdî ve hatî xemilandin, ew suka ku bi kilamên Kurdî ve hişyar dibû, ew kolanên ku bi Kurdî bangî Qamişlo dikir, êdî xerib bûne. Bi zimanekî biyanî di sitirên, Bi zimanekî biyanî silav didine hev, Bi zimanekî biyanî û tevgerên rizî bi hevre xeber didin. Kolanên Amedê, kolanên Geverê, kolanên Şirnexê û tevayî kolanên gund û bajarên welatê Kurdan. Bi zimanekî dîtir dijîn.

Xwezka ez di vê destnîşana xwe de xelet bim. Ji ber ku eve demekî dirêje ez di wan kolanan de ne meşiyame. Lê li gorî destnîşanên min rastî eve.

Her çend bav û kal û pîr bi Kurdî xeber bidin jî, nifşên nu zimanê Tirkî ji bo xwe wekî asta pêşketinê dibîne. Wekî ku bi Kurdî jiyan nabe, bi Kurdî evîn û evîndarî nabe, bi Kurdî tekoşîn nabe, bi Kurdî internet, bi Kurdî messenger bi Kurdî film, bi Kurdî pirtuk, bi Kurdî pexşan bi Kurdî şano, bi Kurdî dibistan, bi Kurdî dayîn û sitandin nabe, bi hewes û bêrikirin Tirkî himbêz dikin.

Lê nakokiya herî mezin ewe ku ev xort û mirovên Kurd yên ku ji zimanê Kurdî bi vî rengî dûrin, bi rojan ji bo serbestkirina zimanê Kurdî tê dikoşin, bi hêzên ewlekariyê re şer dikin. Newrozên xwe dikin roja şer û azadiyê. Dibistanê xwe dikin holên berxwedanê. Jiyana wan bi serhildan û berxwedanan ve di bihûre. Nakokiya herî mezin eve.

Di nava vê xalê de rastî xalekî gelek giring jî hatim. Bê guman zimanzan û lêkolînvanên biyanî û yên Kurdan jî vê rastiyê derdibirin ku -Eger zimanekî biyanî li ser jiyana mirov zal be û desthilatdar be, ew mirov dê jiyana xwe jî li gorî wî zimanî sererast bike.-

Mirovekî ku hertim bi Tirkî xeber bide, dê bixwaze ku tirk serdestê wî jî bin. Her çend vekirî an aşkere dijî komara Tirkiyê raweste jî, ji ber ku çanda wan, zimanê wan, derunê zimanê wan di nava xwe de dijî, di binhişê xwede ne gengaze ku karibe xwe ji Tirkîtiyê qût bike. Mirovekî ku hertim tirkî bikar bîne, di dawî de dê karibe bêje, -Bila di gokê de jî Tirk di cîhanê de bibin yekem..- Dê bêje -Bila komara Tirkî di cîhanê de ya herî bi hêz be. Dê bêje – Bila Tirkî serdestê her kesekî be. Ez bi xwe di nava gelek Kurdên tekoşînvande rastî van gotinan hatime. Ji ber ku ew kes bi Kurdî xeber nade di derûnê wî de Tirkîtî xwe di parêze. Bê gûman gelek kesên Kurd hene derveyî vîn û daxwaza xwe bi Kurdî nizanin û Tirkî bikar tînin. Lê bi xwe hesiyane û neha jî dixwazin jê rizgar bibin. Ez wan kesan ji vê nirxandinê dur digrim ji ber ku bi agirekî şewat di qewirin. Bi hesret û hewesekî mezin ya Kurdîtî ve dijîn û di demekî kin de zimanê xwe yê dayîkî bikar tînin.

Ev rastiyeke ku zimanî Kurdî û yê Tirkî gelek gelek ji hevdû dûre. Yên ku bi Kurdî nizanin bê gûman dikarin nêzîkbûnekî di van zimana de bi hevre çêbikin lê zimanê ku tû carî têkilav nebûye dê çawan nêzîkî hev bibin. Tirk îro jî dema ku gotinekî Kurdî dibihîzin di veciniqin. Dê ji aleya Kurdan re bêjin ya Italyana ye, wê ji zimanê Kurdî re bêjin ma bi Farisî ye. Ji ber vê yekê jî du zimanên bi her rengî ji hev cuda ne. Ne tenê nivîsa wan, rêzimanê wan ji hev cudaye. Bê guman derunê wan, hestên wan, awayê hizirandina mirovan ji hev cudaye. Mirovekî ku hertim bi tirkî bi hizire û birame nikare xwe ji Tirkîtiyê qut bike, mirovekî ku bi Kurdî nahizire nikare tu carî çand, şûnwar, huner û dengê Kurdî têbighêje.

Dibe ku gelek kes bêjin ma ji bo çi evqas cewazî evqas parçebûn, evqas ji hev qut bûn. ?

Bersiva vê jî bi kinî di nivîsekî min de hebû ez ji wir bigrim

-Ku li ser vî zemînê dinê, gel bûn, netewbûn, kevneşopên curbecur, çandên dijber nebane, wê demê pêwist nebû ku ez jî bêjim ez Kurdim. Ku Emerîkiya ala xwe ya ku ji du sê rengên sar pêk tê ne xistibane tevayî filmên xwe yên ser erd û binerdê de. Ku Fransizan xwe mirovên cîhanê yê herî kûbar û nazdar ne dîtibaya. Ku Italyana xwe afranderê dîrokê ne dîtibaya, ku Ereban xwe axa û dewlemendê tevayî cîhana misilman ne dîtibana, ku Tirkan ne gotibaya “ ji me pêve kesek mirov nîne”, her roj bi navê netewbûna xwe , dijûn, galte bi me û rastiya me ne kiribaya, ku herroj bi navê wê Tirkîtiya nediyar û bê hîm mirovên Kurd ne kuştibaya, ew biçuk ne xistibaya, tevayî hebûna wan ji xwere ne kiribaya leyistok, henekê xwe bi ziman û çanda wan, bi kevneşop û ramanê wan ne kiribaya. Ku Elmanan dema ez di van kolanên vî welatî ve diçum henekê xwe bi biyaniyan ne kiribaya, an jî biyanî bela serê xwe ne dîtibaya, an jî xwe ji biyaniyan mirovtir ne dîtibaya, ma ji bo çi ez di Kurdîtiya xwe de bi dakokî bim. Ezê jî wekî hemwelatiyekî vî erdî, wekî xwediyê vî erdî bijîm. Û bizanibim ku ez dijîm, ez ne xerîbim, ez ne penaberim. Ez ne mêvanim li ser ruwê vê erdê.

Eger xebatekî siyasî heye û tê meşandin, wê demê berî her tiştî xebet li gorî pêwistiyê jiyanê ne. Ne go tenê ji bo siyasetê ye. Tenê ji bo siyasetê zimanê Kurdî ne pêwiste, piştî ku kesekî di mala xwe de bikar nanî, pirtukên Kurdî nehatine xwendin, nivîsa Kurdî nehate nivîsandin wê demê siyaseta zimanê Kurdî jî ne pêwiste. Eger siyasetekî zimanê Kurdî, xebat û daxwazekî zimanê Kurdî tê meşandin wê demê, divê ji dil û ji mêjî Kurdî

12.07.2008-Cihê lê hatî weşandin Kurdshow,Gelavêj

You may also like...

Bersivekê binivîsin

E-posta hesabınız yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.