Ji Gerîllatiyê berbi jiyana Civakî ve

Di sala 2002 yê de ji çiyê vegereham. Wê demê bêgûman diviya ku fêrî jiyana civakê bibim û karibim di nava vê jiyanê de xwe li ser piyan bigrim.


Têgihiştina jiyanê, zanebûna tiştan, hizir û xwendin têra jiyankirinê nake. Li gorî xwe di deh salên nava gerîlla de min xwe perwerde kiribû. Ji xwe di vî warî de xeletiyekî mezin ya mirovan heye. Li gorî cih û warê ku mirov lê dijîn asta perwerdeyê ya mirovan dinirxînin. Ku mirovekî dibistan xwendibin, wisan tê şirovekirin ku wî mirovî êdî xwe zane kiriye. Lê ev hizirekî xelete. Mirov di nava zankoyekê de jî be eger ku hewldan û mêjî, xwestek û tevger nebe ew kes nikare xwe çêbike. Ji ber vê yekê jî, li kîderê dibe bila bibe eger ku mirov nikaribe xwe perwerde bike ew dever çiqas ciyekî dewlemend jî be tu suda xwe nîne. Di nava gerîlla de jî derfetê xweçêkirin û pêşxistinê bêgûman pirbûn. Lê eger ku mirov bixwe ne xwedî tevger, mêjî û hewldanbane ne dikarî ji van derfetên pêşketinê sud wergire. Bi taybet hola şer, jiyana pêkve û sextiyên xwezayî sedemên serekîbûn yên xweçêkirinê. Tu kes ji ber van derfetan mezin an jî biçûk nebû. Herkes li gorî hewldana xwe bû xwedî astekî zanebûn û têgihiştinê. Gelek kesên xwende hatî û wekî pez vegeriyayî jî çêbûn. Bi kinî mercên cih derfetên pêşketinê tenê amurekin ji bo mirov xwe pêş bixe. Diyardeya serekî ya xweçêkirinê mirov bixwe ye. Kesayeta wî ye ya ku hîna di zaroktiya wî de çêbûye. Tu kerekê zêr lêke dîsan kere, tu barê wê dagre pirtûk dîsan kere. Lê tu mirovekî bi liv û tevger bixe girtîgehekê dikare bibe fîlozof.

Min xwest ku hemî berheva xwe ya bîrewerî û zanebûnê êdî bi awayekî zindî têxim nav jiyanê. Ji ber ku di sînorê mironê de jî mirov dikare bibe xwedî hêvî. Ji bo ku mirov xwedî hêviye pêwist nedikir ku mirov ji mirinê bireve. Ev hêviya ku ez qala wê dikim ne hêviyekî vala an jî xeyalekî pûç bû. Mirov di nava derûnê xwe û kurayiya hizrê xwe de, di asoyê dûr û dirêj de dikare armancekê dayne û hêviya gihiştina wê bijî.
Yê min jî di asoyê mêjiyê min de hertim ronahiyek hebû. Ev ronahî bêguman ne tarî, lê ronahî bû. -Rojekê ev hewldana me ya vira dê bi dawî bibe û dibe ku em têkevin nav civakê- wê demê em dê çilo bijîn? em dê karibin çi bikin?. Ji bo ku ev tekoşîn û xwedan û cangorî bibe xwedî nirx gelo em dê karibin çi bikin?. bi van hizran ve min gelek jiyan kir. Ji ber ku mirov çi bijî bila bijî wê kêliyê jiyan û hewldan û helwestê wî nirxê rabihurîna wî jî diyar dike. Ez îro çibim kîloyê başiyên min yê bihurî jî ewin. Eger ku di rabihurînê de ez qehreman bim, birîndar bim, gazî bim, canfeda bim, min kurd û Kurdistan rizgar kiribe lê îro, gelac bim, bê ser û ber bim, bê rêk û pêk bim, devxirab û kesayetxirab û xwehez û rikdar bim wê demê rabihurîna min tenê dibê kirêtek û ew palewanî dibê barek.

Mirov bi roja îro rabihurîna xwe bilind dike. An jî mirov bi roja îro rabihurîna xwe nizm dike û puç dike. Gelik caran kiryarên awarte, tiştên ku mirov li gorî mirovên dîtir gelek mezin pêk tîne û bi ser dixe, ji qelsiya kesayetê ew kes êdî xwe winda dike û li ser serê mirovên dîtir wekî semyanek wekî biyanoyeka mezin derdixe pêş. Ji ber bêhêziya jiyana xwe û kesayeta xwe bi wî delîl û kiryarên xwe yên rabihurînê dijîn. Ev yek bêgûman ji gelek çavkaniyan dertê. Sedemên van taybetmendiya hene. Kes bêhêze, kes nezane, kes asta xwe ya dilnizmiyê nîne, ji ber vê yekê jî bêkêriya xwe ya îro bi kiryarên xwe yên bihûrî vedişêre û dixwaze wekî nan û avê, wekî pera û semyan bikar tîne. Dema ku mirov jî ji vê yekê re rêz nagrin û li gorî jiyana îro bi wî kesî dikenin wê demê jî gazin û gilî dest pê dikin. Tê wê astê ku girseyên gel wekî mirovên xirab têne binavkirin û tawanbarkirin.

Gerillayek ji bo civakê kesekî pîroz e. Herçend di nava me Kurdan de wekî hemî civakên dîtir yên cîhanê gelik çewtî û xirabî hebin jî, wekî giştiya civakê mirov nikare tenê bi xirabiyan ve hilgirê dest. Dema ku ez civaka Kurdan didim ber civakên dîtir gelek kêfxweşim ku ez Kurdim. Di gelik xalan de ji ber sedemên serdestî û bêderfetiyê civak jî ji bo kes û endamê xwe arîşeyeke mezine. Lê ev nayê wê wateyê ku mirov kêmbûn û qelsiyên xwe bixe situyê civakê de. Civaka Kurd, Şervanê xwe di himbêza xwe de dixwaze mezin bike. Ne wekî artêşa gerîlla, wekî kes dema ku em gerîllayekî hildigrin dest rewş tê guhertin. Ji ber ku di encam de artêşa gerîlla jî ji şervanan pêk tê û ev şervan jî mirovin û kes in.

Gerîlla; wekî çirayeke nava tariya reşqemere, Gerîlla; wekî siterkekî asmanê fireh wekî deyrayê ye, Gerîlla; wekî derketina rojêye ji bo mirovan, Gerîlla; aramiya dil, hilm û henaseya mirovane. Ji bo kul û êş, di bin  piyande man û eciqandin, rezîl û riswabûn, bê erz û ar î yê çareseriyeka bê hempaye Gerîlla. Ji ber ku di nava jiyana mirovatiyê de rewşekî awarteye. Jiyana ku di nava xweparêziyê de dibihure, jiyana ku herkesek di nava xwedana jiyandinê de ye. Malbat ji dê û bav pêk tê hetanî zarok mezin dibin jî wan himbêz dikin û ji metirsiyên derve diparêzin. Herkesek bi nava tevgerekî xwe xwedîkirinê de ye, an jî malbata xwe xwedîkirinê de ye. Êş û azareka piçûk êşeke mezin dixê nava dayik, bav, xwişk û birayan de. Di jiyaneke bi vî rengî de, hîna di temenê ciwan de hestên xwe, dilê xwe, mêjiyê xwe kilîtkirin û çûyina çiyê/çuyîna mirinê tenê bi rengê biryar jî tiştekî geleke mezine û bê hempa ye.

Dema ku mirov bi çavên siyasî li bûyerê dinêrin bêgûman gerîllatî ji wanre ewqas mezin nayê. An jî gerîllatî ji wan re ewqas tiştekî awarte nayê. Ji ber ku Gerîlla ji bo wana tenê amurekî siyasî ye. Ew Gerîlla tenê di hola siyasetê de digrine dest. Lê wekî mirov Gerîlla bala gelek kêm mirovan dikşîne.

Berdewamiya wê tê….

You may also like...

Bersivekê binivîsin

E-posta hesabınız yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.