Ji bo rojbûna dostê min Doktor Baran

Ji bo rojbûna hevalekî minî kevin û dostê min yê neha doktor!

Dema di rêkên peyade ve diçûyî te ne dizanî ka pêşeroja te heye an na…te ne dizanî ka gelo rojekê tê bi cil û bergên sivîl ve, bi mal û zarokên xwe ve bi temenê zilamî û paşê jî temenê pîrî ve biçe serdana wan çiya û banî û rêkên peyade û rubarên bi helmet û wan kendal û berpal û keviyên berfê û zozanên sar û germ.
Lê îro vaye te ev roj dîtin ev rojên ku me bi şanoya “piştî şoreşe” qala wan dikir. Ew rojên ku me tenê sipêdeya wan dîtibû lê heya me ji berdewamiya wan ne bû. Ew rojên ku me tene di zaroktiyê de silavek dabûyê le em ne gehabûn wî temenî ku bijîn û êvara wê jî bibînin.

Lê vaye tu dijî nava wan rojan, nîvroya wê û berbi evara wê ve.
Ez dilxwazim û bawerim ku tê bi temenekî dirêj şev û paşşeva wë jî bibîne.

Û dilxwazim ku tu di rêveçûna vê rojê de hertim bi hezkiriyên xwe ve bextewer bijî…

You may also like...

Bersivekê binivîsin

E-posta hesabınız yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.