Ji bo Kurdên peywendîdar – li ser Hêvî Group

Silav birêzan!

 

Sala 2003 yê me malpera gelavej wekî malpereke çandî, hunerî û wêjeyî ya Kurdî vekir. Ji wê rojê hetanî neha gelik kar û projeyên giranbûha, karên giring ji bo çand û zimanê Kurdî, ji bo zanîna hizrê Kurdewarî hertim hatine pêşxistin. Bi derfetê xwe yê kesane, bi ked û renceka bê navber, di demên zehmet û giran de ev karana me hetanî roja îro anîn. Piştî malpera gelavej di destpêka sala 2010 an de bi vekirina radyoya Kurd FM ve êdî gelik karên dîtir jî destpê kirin. Salane bi navê Hêvî Group em beşdarî pêşangeha pirtûkan ya navnetewî bûn. Di torbendên civakî de, di înternetê de karên me yên Kurdewarî gihiştine asteka bilind. Dema em ketin sala 2011 ê karên me gihiştine asta xwe ya herî bilind.
– Beşdarbûna pêşangehê,
– Birêkxistina Konsert û çalekiyên muzîkê
– Arîkariya karên çandî, hunerî û wêjeyî,
– Sponsoriya çalekiyên Kurdewarî,
– Vekirin û birêvebirina malpera rewanbej.com
– Vekirin û birêvebirina malpera gundubajar.com
– Firoşgeha Kurdî malpera kurdewari.com
– Vekirina malpera torbenda civakî ezuem.com
– Vekirina firoşgeha kurdhosting.net
– Vekirina malperan ji bo nivîskar û xizmetkarên Kurdî
– Vekirina malpera hertist.com
– Derxistina Kovara Dîwar (Nêzîkî salekê hermeh hate weşandin)

 

Derveyî vana jî bi hezaran kod û rûpelên webê me wergerandine zimanê Kurdî, gelek karên nivîsandina wan duvdirêj me pêk anîn.
Di nava van 13 salan de bi keda û renca xwe nêzîkî 150 hezar Euro mesref hatiye kirin.
Di sersala 2011 ê de konsera sersalê bi navê Kurd FM hate lidarxistin lê bi sabotekirina 3 hunermendan ve herçend konser pêk hatibe jî nêzîkî 32 hezar Euro xisar çêbû.
Di pêşangeha pirtûkan ya sala  2012 ê de nîzîkî 13 nivîskarên Kurd ji gelek deverên cîhanê hatine vexwendin û pêşangeh serkeftî bihurî. Roja dawî nêzîkî 600 pirtûkên me yên Kurdî hatine dizîn. Mesref û xisara pirtûkên hatî dizîn tevde nêzîkî 20 hezar Euro bû.
Beriya hertiştî ez wekî xwedanê Hêvî Group ê dixwazim bo we birêzan derbibirim me tu car ev karana ne ji bo bazirganiyê ava kirin û pêş xistin. Berovajî me bi karê xwe yê kasibî û bazirganiyê ev karên Kurdewarî pêş xistin.
Ji ber xwe di bin minetê de nebînin navan nanivîsim lê dikarim bêjim bo gelek filmên Kurdî, Albûmên muzîkê, Pirtûkên Kurdî, çalekiyên çandî arîkariya me çêbûye.
Di van karan de gelek kesan kedeke mezin dane. Hemî nebin jî piraniya nivîskarên Kurd piştevaniya xwe ji bo karên me hertim rave kirine. Beriya herkesî ez sipasiya wan dikim.
Em hîna deyndarê weşanên APEC ê ne. Em hîna deyndarê du, sê nivîskarên Kurd in ku me pirtuk ji wan girtin lê me ne karî perê wan bidin.
Çîroka hêvî Group duvdirêje bêguman. Nikarim bi yek nivîsê hertiştekî binivîsim. Lê bawerim ji neha û pêve dê derfetê min yê nivîsê bêhtir çêbibe.

 

EM HEMÎ KARÊN XWE YÊN ÇALEK RADIWESTÎNIN

Herçend bi xemgînî vê yekê radighînim jî, mixabin divê derbibirim. Em hemî karên xwe yên di bin sîbera Hêvî Group de hatî meşandin bi dawî tînin. Ji ber sedemên ne di destê min de êdî bi rêvebiriya min ve kar nameşin. Bêyî têk biçin, bêyî xirab bibin û tune bibin dixwazim ragihînim dibe hindek kes xwedî lê derkevin, berdewam birêve bibin.

Malpera Rewanbej.com, hertist.com, gundubajar.com, wenevan.com, hevigroup.com malperên çalakin. Di heman demê de rûpelê wan yê facebookê jî başin. Gelek mesref jî li wan hatiye kirin.

Kesên bixwazin van karana birêve bibin bêguman divê mesrefa mehane bidin ber çavan. Ji ber malperên me hertim rastî êrîşa tên û divê serverên saxlem bêne bikaranîn. Ji bo servereke saxlem mehane 200 euro mesref diçe. Derveyî vêya jî bernamegerek divê hertim bi wan ve be. Ji bo ewlekariyê ji bo jibergirtinê û tomarkirinê. Mesrefa karmendekî tenê ji bo çavdêriya serverê nêzîkî 600 euroyî ye. Bernamegerê hêja ku hetanî neha ev projana saz kirine û ser piya girtine Xêro Mîrza dîsan dikare bi kesên werbigrin re peywendî dane.

Em ji bo van projeyan tu pera naxwazin. Lê Kurd FM cûda ye. Kurd FM wekî merqe me li Elmanya tomar kiriye. Ji sala 2010 ê ve tomarkiriye hîna 4 salê xwe mane. Wekî dîtir jî nêzîkî 10 hezar muzîk arşîv hene. Kesên bixwazin Kurd FM dewrbigrin divê li gorî wê bûhayekî pêşniyar bikin.

Hemî karên dîtir. Hêvî Group, Rewanbej, Hertist, gundubajar em bê pere dewr dikin.

Lê şertê me ewe kî werdigre bila werbigre divê ev projana tenê bi zimanê Kurdî berdewam bikin û tenê xizmeta hemî Kurdan bikin.

Ji xwe min bo xwe biryarek girtibû di ketina 40 saliya xwe de eger tu bela û soysebat nebin ez dê dest bi nivîsandinê bikim. Ew dem jî hatiye. Bawerim derfetê min yê nivîsandinê dê çêbibe lê mixabin êdî wekî berê nikarim çalak van karana birêve bibim. Hetanî neha min xizmeta karên Kurdewarî kir, ji neha û pêve dixwazim rasterast di navde cih bigrim û wekî kesekî asayî Kurdîtiya xwe bijîm.

Ji bo hemî kedkarên zimanê Kurdî, çanda Kurdî û wêjeya Kurdî sipas dikim. Ji bo arîkarên vî karî, Xêro Mîra, Ciwan Zagros, Eyub Demir(Bênav Zax), Cuma, Hawar Salih, Umit Demirel, Rênas Mîran, Zeyat Brusk, Suheyl Haji, Brusk Cûdî gelek sipas.

Ji bo peywendiyê: [email protected]

 

 

Agirî Soran

16.08.2016

You may also like...

1 Response

  1. Yusiv Cewher says:

    Ev xemgîniyeke pir mezine ji bo me hezar mixabin ku tiştek ji destê me nayê ku em bibin destek…
    Piştî vê biryara we jî em disa hezar hezar car mala we ava ji keda we lê ne xema gelek Kurdê me ye xema herî mezin jî ev e.
    Spasî Rêzdaro qurbano birayê Agiri Soran

Bersivekê binivîsin

E-posta hesabınız yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.