Înternet diqedê lê ya nû tê

Berî bi 30 salî, hîna dema ku gotina Înternetê an jî Torê nû vedijî dibiya ku li ser danasîna çavkaniyên li ser torê karek bête meşandin. Deverên heyî diviya bi navnîşanan bihata nasîn.
Di encama v an karan de di sala 1981 ê de protokola ku hîna jî tê bikaranîn IPv4 derkete holê. IPv4 protokol an jî sererastkereke wisan bû, her amur , cihaz an jî navnîşaneke ku li ser torê heyî bide nasîn, bide diyarkirin û peywendiya wê bi çavkaniyên dîtir re bide çêkirin ji bo vê yekî jî pêdivî bi IP (Înternet Protocol – Protokola Torê) didît û ev jî sererastkirina destpêkê bû.

Lê bi taybet piştî salên 1990 î êdî bi piştî ku bi xurtî înternet hate bikaranîn, arîşeyeke cûda jî bixwere derxiste holê: wisan hatibû sererastkirin ku pirrêkî û pirrengiya IPv4 ê vê firehiyê demdirêj hilnegrê. Ji ber ku IPv4 tevde 32 bit, an jî tenê destûr ji bo 4 milyar IP ên cûrbecûr dida. Dema ku em li gorî mercên 1981 dinêrin bêgûman ev hejmar ji bo gihiştinê hejmarekî pir mezine. Lê piştî ku hejmara kesên ku bi torêve têne girêdan pir bû, hejmara malperên torê pir bû, dîsan gelik amur êdî hertim bi torêve girêdayî man û tora mobîl jî pêş ket û kete nav jiyana mirovan de hişt ku ev hijmar êdî pir zû bidawî bibe. Di encam de IANA (Internet Assigned Numbers Authority-Desthilatdariya Hejmarên hatî birêkxistin yên Înternetê) di çileya 2011 ê de ragihand ku berheva di destê wan de ya IPv4 ê %97 jê hatiye bikaranîn û di destê wan de tenê nêzîkî 120 milyon navnîşanî maye.

Dê arîşeya tengbûna navnîşanan çawa bête çareserkirin?

Başe ku bidawîbûna navnîşanên IPv4 nayê wateya ku înternet jî diqede. Di destpêka salên 1990 an de êdî lêkolîneran dît ku bi awayî heyî yê IPv4 nikarin bi tora heyî hejmara navnîşanan fireh bikin.  Di encama vê de dest avêtin firehkirineke nû ya ku IPv6 binavkirin. Ev şêwazê nû ku di salên 2000 an de êdî hatibû amadekirin di nava demê de di pergalên bikaranînê/pc yan de, di binemaya torê û gelik amurên bi torêve têne girêdan belav bû û hate bikaranîn.

Nûbûna bi IPv6 ê ve hatibû ya yekem ew bû ku navbeyneke fereh ya navnîşana hatibû avakirin. IPv4 xwedanê navbeyna navnîşana ya 32 bît bû lê IPv6 xwedan taybetiyekî wisan bû 128 bît wate 2-128 navnîşanên serbixwe dikarî birêk bixe. Ev hejmareke gelekî mezine (340.282.366.920.938.463.463.374.607.431.770.000.000 lib) ji bo têrkirina vê mînakeke wisan em tê dayîn: bi vê pergala navnîşanbûnê ji bo her kesekî ku ser rûyê erdê dijî nêzîkî  50 oktilyon wate (50.000.000.000.000.000.000.000.000.000 lib) IP ên cûrbecûr dikarin bêne rêxistin. Bi gotineke dî navnîşankirina nû herî kêm xwedan mezinî û firehiyeke wisane li dijî hêza demê ya helandinê û bihûrandinê gelik bihêze.

Bêgûman tiştên ku IPv6 bîne tenê ne çareseriya arîşeya firekirina navnîşana ye.  Mînak di protokola IPv4 ê de ji bo ku tengbûna navnîşanan bête sivikkirin wekî çareseriyekî navberê hatî dîtin û li ser IP e êk di malan de hemî amur bihevve girê didan û bi vî rengî bi torê ve girê didan pergala NAT (Network Address Translation – Werçerxana navnîşanên Torê) êdî bi IPv6 ê ve dê bêkêr be. Bi vêya re jî him di warê ewlekariyê de, him jî di warê bikaranînê de jî IPv6 gelik nûbûnan bixwere tîne.

Ku IPv4 bieqedin dê çibe?

Cîhan ev demeke dirêje ku bi vî rengî dê navnîşanên IPv4 bi lezgînî diqedin lê kar û xebatên ji bo çareseriyê û dîtina pergalên nû piştî sala 2008 bi lezgînî hatin meşandin. Li hemî deverên cîhanê ji bo ku bingeh ji bo IPv6 ê bête amadekirin kar têne kirin. Lê mirov nikare bêje ku ev kar û amadeyî li her deverê bi lezgînî dimeşe. Pergalên bikaranînê/pc her çend tev di roja me ya îro de pergala IPv6 destek dikin û jêre vekirîbin jî gelik amurên torê yên ku hîna di kar dene vê pergalê destek nakin. Ev jî dihêle ku IPv6 ne ku ciyê IPv4 a bigrê, pêwiste pêre bikevê kar.

IANA derbirîbû ku di nava çend mehan de navnîşanên di destê wan de bidawî dibin. Ê başe ku IPv4 qediyan dê çi bibe? Berî hertiştî di sala 2012 ê de gelik amurên ku IPv6 ê destek dikin derketine bazarê. Eger hindek armûrên we hebin ku IPv6 ê destek nakin divê hun êdî amurên dîtir ji bo navbeynê yên ku we bi torê ve girê bidin bikar bînin.  Di nava demê de bigûhertina amurên nû ve jî êdî arîşeya tengbûna navnîşana ji binîve dê bête çareserkirin.

30.06.2013 rewanbej.com

You may also like...

Bersivekê binivîsin

E-posta hesabınız yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.