Gulek û guleyek

Pişta dayê xwehir bubu di bin salên temenê xweyî dirêj de. Gencatiya xwe di bin galonên avê de, bukanî u kevanîtiya xwe bi kar û barê malê û xwedîkirina zarokan bihurand, pîratiya xwe jî vê carê bi kul û derdê zarokên xwe ve di bihurand lê êdî baweriya wê nebu ku bi bihurê…

Di kîjan salê de di jiya wê jî ne dizanî, tenê yek tişt di bîra wê de bu, ew jî jiyan û bîranîna wî temenê dirêj…
Zarokên wê êdî ji zarokbunê derketibun, derveyî keçekî wê yên dîtir tev zewicîbun, terkedinya bubun, bubun xwedan zarok, bubune rêbuwarê welat û warên dur. Tenê yek ji wan ne zewicî bu, lê ew jî terkeçiya bubu. Çarenivîsa wê ji ya tevan bêhtir ne diyar bu. Rêka wê ji ya tevan zêdetir tarî û bi kortû çal bu. Mane wê agir bi dilê dayika xwe xistibu. Ma ne wê şev û roj bi hevre lê tarî kiribun, ma ne wê xewin û xeyal bi xwe ve kilîl kiribun, ma ne wê hiştibu ku çavên dayikê kor bibin bi çavlirêyî û bendewaniya wê…
Ji xwe kurekî dayikê di wan salên bihurî de, di nava mij û dukela dojeha şer de hatibu kuştin. Wê jî ne zanî bê ka çi bela û soysebat hatne serê wî, hema meyzand ku cendekê kurê wê, bê liv û bizav li wê erdê ye. “ Kê kuşt kê ne kuşt? Wele çiyayiyan kuşt”

Xwîna di nava ra û damarên laşê wê de kel girtibu, bi çeql di gera, agir bi laşê wê dixist. Mêjiyê wê janekî giran li serê wê belav dikir, hîm û rayê wan muwên ku hîna reş mane tev sipî dikir û di şewitand. Baş hîs dikir ku ji her amûratekî laşê wê parçeyek çu, kurê wê ne zindiye êdî.
“ji bo çi kuştin kurê min?”
“welehî dibêjin ku alîkariya cehşan kiriye”
wê demê wekî ku şêst salê xwe wê kêliyê jiyaye westiya, ne karî xwe li ser çongên xwe bigre, pişta wê ariha, damarê qemçika wê qerimî, hema li cihê xwe runişt bê ku xwe ji xweliya tenurê dur bixe…
Edî hîs dikir ku mirina wê jî dur nîne, ji ber ku barekî giran li ser milê xwe hest dikir. Wekî ku buyer û jiyana sêsed salan di bin berpirsiyarî û pêşengiya wê de bihurtiye. Hişê wê ewqasî zindî bu lê êdî hest pê dikir ku ew hêza wê nema. Pişt lê şikestibu. Wê kurê xwe baş nas dikir, lê tu pere ne dikir, kurê wê ne sax bu. Ji xwe çend gotinan bike jî kesek zêde guh nadiyê de, dinya ne ew dinyaya berê bu ku bikaribe guh bide wê. Disan jî destê xwe avête dîwarê tenurê hêza rabuna xwe ji keça xwe ya derbeder girt û bi rabuna xwe re got:
“Kurê min mirovekî paqij bu” û çu..
Dema tevlî refê şervanan bu temenê wê pir zê de piçuk jî nebu hivde sal qedandibu. Dema kamilbun û pêgihiştina wê bu. Derunê wê zindî bu. Bejna wê zirav û dirêj bu. Çavên wê hurik û sorik lê wêkî yên kundan bi hevil û karîgerî bun. Xwîn germ û tijî hezkirin bu. Bîrewer û ewqasî ji werek û “mêrxas” bu. Hetanî bi wî temenê xwe xwendibu, zê de ji cîhana hiş û mêjî dur nebu. Ji ber wê jî heya wê ji jiyana xwe hebu. Ev teybetmendî jî di herkesî de nebu.
Dema ku derkete serê çiyayê Sasonê tîjkên çavê wê muhra xwe li ser dahatiya deştê xist. Wekî peymanakê da erdnîgeriya xwe. Ji gundê xwe derket, gundê xwe jî bi xwe re bir. Ji herêma xwe derket herêma xwe bi xwe re bir. Ji nav mirovên xwe derket mirovên xwe bi xwe re birin. Ji bo ku wan jî beşdarî karwanê raperînê bikê birin. Êdî kî ket, kê dewam kir…
Salên kelgermîya ciwaniya xwe û gencatiya xwe di bin tîj û pîjên narincokan û topan de bihurand. Wê jî bi hevalên xwe re nanek hevpar kir, kevçiyek birinca hişk hevparkir, û hestên xwenî kur…
Di tu şerî de li ser vegera xwe ne hizirî bu, ew jî wekî hevalên xwe. Ji bo wê, kuştina mirovên dijber ne hewes û bêriyekî bê hempa bu. Ji bo wê tunekirina sengerên dijber ne huner ne jî xêrek bu, ji bo wê gule berdana mirovan ne eşqekî kesnezan bu, ji bo wê mirin û bi guleya mirovên dijber hatina kuştin daxwazekî seyr bu. Kes tê ne digihişt. Mirovên mêrxas mirina xwe dixwazin, gelo ev çi bu, serhildanek bu li himber jiyana serdemê, an pişdestkirina xirabiyan bu. Kiyê vêna bizanibê gelo? Vê pirsê hertim mêjyê wê mijul dikir.
“tu mirovan dikujê ji bo armancekê, wê demê tu pîrozî û ew mirov “ne mirovin” belê raste wan em kuştin, wan em qir kirin, wan em ne xistine şuna mirovan, wan em tune hesibandin, wê demê wan kuştin heq kiriyê.”
“na na wisan jî nabê, başe yên ku dimrin kîne?” bi dengê bilind “heval ka em çayekê deynine ser û bila hevala xezal ji mere sitranekê bêjê…”
Nakokî wekî wan sipihê ku nava kincê wan ji bo xwe kiribune wargeh pê ve zeliqî bun. Pirs li pey pirsê dihat lê bersiv di nirxê zêr de bu bi dest ne diket. Ji xwe tiştê herî ku pê seyr dima ew bu ku ne dikarî van pirsan bi dengê bilind bi pirsê? Dawî jî di gihişte wî encamî “em ji bo welatê xwe, “tune”ne, “tune” têgehekî ji bo mirovekî pir girane. Gelo mirovekî ku vê gotinê bi pejirînê heye li ser ruwê erde… ji bo çi dibe bila bibe “tune” heke ev gotin ji her mirovekî re bi aşkereyî bihatane gotin wê demê neha li ser ruwê erdê mirova bi diranê xwe goştê hev xwaribun. Wê jî baş dizanî ku vê nêrîn û gotinê li ser ruwê erdê tu kes naxwe û na pejirîne.
“Dîsan jî leşkerî li her deverê, di her mercî de “tune” bune..”
Dîsan rojekî beharê bu, erd di nava keskayiyêde xemilî bu. Kulîlka jî reng dida zîçirk û gihayê teze. Li kêlekê kaniya,sosinên bêhnxweş û rengxweş, li derdorê daran nêrgiz, li ber tehtan jî benîştê şivana rengê xwe didane xwezayê. Dilê Nêrgiz bi zindîbuna xwezayê xweş bubu. Her hevalê wê yê ku ji xew rabu, roja xwe bi ken dest pê kir, rojekî xweş rojekî bê hempa bu. Bi salan bu li çiyê di jiya lê çêja xwezayê bi têrî ne girtibu. Xweza hertim xweş bu, lê her çend di xwestin ku tam û çêja wê derbixin jî ne dikarîn. Jiyana wan bi buyer û serpêhatiyên serzîvrêner derbas dibu. Ji bo kêfxweşî bi xwezayê re zêde dem di dest wan de nebu. Lê wê jî baş dizanî, her kesê ku di nivîsî ji wê jiyana serzîvrêner zêdetir qala gul û gulçînên Kurdistanê dikirin. “ma wê çi ji me fam bikin hetanî ku qala me bikin”
Wê şevê çune şer, şeva dîtir jî çune şer, şeva piştî wê jî çune şer. Gelek birîndarê wan çêbun. Hindek hevalên wan jî koç kirin. Wekî ku wan dixwest bun.
Dema ku nêrgiz li ser van nakokiyan di hizirî dilê wê teng dibu. Gelek caran her tişt li pêş çavên wê reş dibu. Û heman di wê demê de diya wê Helîmê dihate bîra wê.
Ev jî têrê nakin bi ser vê de jî windakirina birayê xwe lê giran dihat. Ew jî wekî kulekî dikete ser kul û êşên wê de. Wê demê çavên wênî sehrawî av di girtin û yek bi yek rondik di niqutîne ser çeka wê. Rondik li ser jerjulê wê hişk dibun. Ew gelek caran birîn bubu, ji xwe birînên gulan ji bo xwe birîn ne didîtin. Birîna wê di mêjiyê wê de bu. Di dilê wê de bu. Hevala xwe ya herî nêzîkî xwe di êrîşekî dirinde de winda kiribu. Hevala wê navê wê Serhildan bu di xew de hatibu kuştin, yên ku kuştî jî Kurd bun. Cerdevanan dabune pêş leşkeran û ew di xewde kuştibun. Wê demê zanî ku jiyan di gelek deman de bê wate dibe. Şeş milyar mirov her yekî bi rengekî dijî, lê di dîmenê cîhanê de dihate xuyanî ku derdê van şeş milyar mirovan ne “mirov” in.. “başe çima ez evqasî hez li mirovan dikim? Çima ji bo min mirov di pile û asta yekem de ye? Eger yasayeke vê jiyanê bê ku qencî barê hindek mirovan bê, mafê wan nebê ku navê cangoriya xwe jî ji bo mayina xwe bikne remz û nîşanek, eger yasa û zagonek bê ku hindek mirov hertim hindek mirovan piçuk bikin û xwe bi ser wan bixin, eger yasayek bê ku hindek mirov bibne qurbanê qenci û canfidayiya xwe ere “qurbanê canfedayiyê” wê demê ez çi mirovekim hetanî ku ji xwe zêdetir hiz li mivorên qenc û cangor dikim, ez çima bi vî rengî me?”
Hîna cilê wê yên bi xun lê bun dema ku ev tişt di hizirîn dîsan jî ew hevalê xwe yê birîndar yê ku berî bi kêlîkekî ji nav dijmin filitandin anî bîra xwe û dîsan di nava hişê xwe de kete cengê.
“Bila jiyana wan ji wan re bê, ya min jî ji min re bê, jiyana ku ez lê digeram eve… tu mirovên deshilat nikare veya xirap bike”
Ew roj derbas bu. Rojekî dîtir derbas bu, şevekî dîtir bihurî. Ew û hevalê xwe di bin şikêrekî de raketibun. Wê xewna serbestiyê didît. Di alîkî de serbestî di aliyê dîtir de lanet û nifirên bi hezaran mirov. Di xewna xwe de di dît ku diçê mal, destpêkê xwe di avêjê lingê diya xwe, “Dayê ez hatim, min bi bexşîne, min tu terikandî ez çum û min tiştek bi ser jî ne xist vaye ez hatim. Gotin wê gelek werne kirin, ji bo min ne giringin lê gelo tê min efu bikê?”
“Dayê ez çume çiyê, lê min xwe li wir ne dît, min gelek hevalên xwe jî winda kirin. Dengê şikêran dengê tehtan ez bi bextê xwe re xistime şer. Her cara ku çavê min bi xwina wan tehtan di ket ez li ser xwe di bihurîm dayê. Lê dayê dawî min fam kir ji ber ku me têgeha “Dayik” baş fam nekir me tiştek bi dest ne xist… dayê min efu bike.”
Wê jî ne dizanî xewn qediya bu an na, lê tiştê ku di dît hîn zêdetir nêzîkî rastiyê bu, tîrêjên rojê di ser çiyayên Zap ê re di ber lula keleşkofê re dida çavê wê. Lula keleşkofê li ber eniya wê bu.
“Rabin em biçin!”
Hetanî ketne meşê çen caran binkê sîlehê lê ketibu. Hevalê wê jî li kêleka wê bu, bi rê de derfet çêbu ku bi hestên kur li çavên hevdu meyzênin. Herdu jî wekî yek dilî bun. Salên dirêj bi hevre di nava şer de bihurandibun. Piştre wan jî ne dizanî bê hezkirinekî bi çi rengiye lê hiz ji hevdu kiribun. Ji xwe wan jî nav lê nekiribu. Tenê rêzekî mezin ji hev re digirtin. Bi hev re êrîşî sengeran kiribun, bi hevre di heman qadan de şer kiribun, bi hevre rêkên dirêj di bin roniya heyvê de derbas kiribun. Bi hevre govendên berî şer girtibun, bi hevre rahiştibune hevalê xwe yê birîndar, bi hevre meytê hevalê xwe yê mirî ji bin gulebarana dijberan derxistibun û dawî jî bi hevre biryar dabun ku êdî dest ji şer berdin biçne malê. Mixabin vê carê buyera herî xirap hatibu serê wan. Ew refên ku tê de qehreman bun, ew refên ku tê de mînak û mirovên herî jêhatî bun, neha jî wekî du mirovê xayin vedigeriyanê de Cîhan serê xwe di xiste ber xwe de û dimeşî lê Nergiz wekî ku dîsan amadeyiya çalekiyekê dike di meşî. Hevalên wan li wan di meyzandin. Yên keç bi giştî bi Nêrgiz digrîn. Ji ber ku hez lê dikirin ne dixwestin ku buyerekî bi vî rengî ru bidê. Wê rojê kesî serê sibê ruwê xwe ne şişt. Wekî ku ava zapê wê rojê ne di herikî. Hestên aloz buyerekî seyr. Li gorî hindekan xayintiyekî kirêt, li gorî hindekan kêmasiyekî giran, li gorî hindekan bêaqiliyekî mezin, li gorî hindekan buyerekî bê pirs û bê bersiv, lê li gorî Nêrgiz….
Ji xwe ev ne xema kesekî bu. Ew leşkerek bu û yekîneya xwe berda bu. Ev suc bu. Li gorî rewşên şer seza yê wê kuştin e. Lê bê guman ev yasa di nava artêşa ku Nêrgiz tê de hindekî nerm bu. Dîsan jî gelek hevalên wê hêvî dikirin ku dîsan bi hevre wan rojên kevin bijîn… ew hêviyek bu…
Befir barî hîna Nêrgiz xeyala dayaka xwe di nava xetê hişê xwe de çêdikir. Bi teybet dema ku piçekî tarî tî dikete erdê, hêrs dibu, hêrs dibu, hêrs dibu û digrî, digrî, digrî. Kurd di kenîn, Nêrgiz digrî, Kurd li ser piya bun, Nêrgiz digrî, Kurd xebatkar bun, Nêrgiz digrî, Kurd di warê navnetewî de bubune xwedan dost, Nêrgiz digrî, Kurdan siyaset dikir Nêrgiz digrî. Cihê wê sar bu, laşê wê sar bu. Ava ku hevalê wê yê nobedarê wê jêre anî ew zêdetir qerisandibu. Ewqas sal bu ewqasî serma ne kiribu. Êdî bi xwere ne didît sipihên ku didît jî rabikê bi kujê an bi avêjê… tu wateya wê jî jêre ne mabu. Û digrî…
“Dayê ezê çawan xwe bighênime te, ezê çawan bexşîna xwe ji te bixwazim? Ezê çawan çîroka xwe ji tere bêjim. Gelo ez dilê xwe rehet bikim ku wê hindek vê cîroka min ji tere bêjin qene tu min efu bikê. Belê dayê ez tenê efubuna xwe ji te dixwazim. Hevalên min jî hene lê ew wê min fam bikin, hetanî ew sax bin ez zehmetî nakşênim. Ez paqijim dayê, lê ev gotin pere nakê”
Gelek fêrbun û kevneşopiyên ku heyî wê rojê nehatine pêk anîn. Ew dernexistine pêş hevalên wê, reya wan ne girtin ev car, ji wan ne pirsin bê ka çi bikin û çi nekin. Di lêpirsînê de Cîhan efuya xwe xwestibu û dixwest carekî din wekî şervanekî asayî beşdarî xebatê bibe. Lê Nergiz ne dikarî ku peymana xwe xira bike, ne dikarî ku derveyî dengê dilê xwe û mejiyê xwe tu kesî dîtir godar bike di asoyê hişê wê de qadekî sipî hebu. Tu deq û şop li ser nebun. Her tişt sipî bu, her tişt sipî. Zindewarî tev sipî bu.
“Ez ji tiştekî poşman nînim ez dixwazim biçme mal, min rêkine mal, tiştê ku min kir min kir, ez êdî dixwazim biçme cem diya xwe. Divê ez biçim…”
Roja ku Nêrgiz ji xanîkê binerd derxistin, cara dawî nêgiz çavên xwe di rojê de çikandin “çawabê dayika min jî vê rojê dibîne û hevalê min jî hertim lê dimeyzênin” qederekê lê meyizand û rêka xwe domand. Hevalekî wê li pêş yek li paş wê bu. Sê çareke dîtir jî li pey wan dihatin.
Hestên pir aloz jiyan, wê li ser çi bi hizirê li ser çi ne hizirê ne dizanî lê ev di hişê wê re derbas bu “he… he… dawiya min bu ev. Temenekî xwendevantiyê, piştre rêka çiyê, şerekî dijwar, şervantî û fermandeyiyekî seyr, jiyanekî hêja û kesnezan, raman û gotinên zengîn,xewn û xeyalên serzîvrêner, candarên mirî, miriyên candar û mirin…”
Dema ew biqasî bîst gava dur rawestandin got;
“Heval tika û rica dikim Gula yekem li eniya min bidin qene ez bi gula destpêkê bimrim, her we ne pirsî lê daxwziya minî dawî eve ji we.” Û serê xwe rakir li aso meyzand, şervanekî jin ji kêlekê ve nêzîk bu û demançe xiste serê Nêrgiz, Nêrgiz bi gula yekem can ji dest da, tenê daxwaza wê ya dawî pêk hat…

You may also like...

Bersivekê binivîsin

E-posta hesabınız yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.