Gotina destpêkê bo malperê – Ji bo Rewanbej.com

Nivîsa yekem ya ku ezê di vê malpera me ya nû de binivîsim,hema bila li ser malperê û nivîskarên Malperê be. Min wekî yê nivîskarên me tevan li berdewamiya navê xwe jî Nivîskar nivîsî. Lê ez vêya dizanim ku ez ne nivîskarim, Ji were jî bêjim da hun jî bizanin.

Lê min ne xwest bazirgan, şirove-van, mitale-van, an jî wênevan binivîsim. Hema bila nivîskar be, ezê dibin vî navî de hemî tiştên dîtir, kar û barên ku dikim ji bo we xwendevanan rave bikim. Hêvîdarim ku xwe nedim şermê. Lê bawerim azmûn û rêveçûna jiyana min jî wekî ya her mirovekî Kurd hindekî balkêşe û hêjayî nivîsandinê ye.
Hertiştek ne huner û jêhatîbûna nivîsandinê ye. Bêgûman bûyerên hatî jiyandin, serpêhatî,rudav û aloziyên hatî jiyandin bingeh û naveroka nivîsê diyar dike. Ez di wî hizrî deme ku jiyana her kesekî Kurd herî kêm mijarekî balkêş ya romanekê ye. Ji derketina Ewrupa ya ciwanekî Kurdê Silêmaniyê bigrin hetanî lêdana ku şivanekî Colemêrgê ji destê leşkeran xwarî. Ji xaniyekî şewitî yê gûndekî Kurdistanê bigrin hetanî bi şewitîna dar û daristanên li ser zeviyên mezin. Ji kul û derdên bûkên me bigrin hetanî birînên zarokên wenda yên nava dayikên me. Tev jî mijarên wisan balkêş û tevlîhevin ku sînorên Romanekê dibihûrin, hetanî mijarên Filimên hêjayî xelatên giranbûha jî digre nava xwe.
Ez di wê baweriyê deme, her kurteçîrokên ku nivîskarê hêja û hevalê me yê jîr Emer di pirtûka xwe ya destpêkê de nivîsî ji bo romanekê têrê hene. Dîsan bi heman rengî nivîsên Nîvîskarê me û hevalê me yê hêja Mîr Qasimlo jî ji bo vê yekê têrê dikin.Ji xwe hêvalê hêja û şanogerê meyî jîr Aydin Orak jî hewil dide ku van çîrok û bûyeran wekî şano, wekî filim li hev bîne, û raveyî Kurdan û cîhanê bike.
Dixwazim vêya bêjim jiyana ku me, beşdarên vê malperê û di heman demê de ew civaka ku em hizirê xwe jê digrin jiyayî û serpêhatiyên ku dîtî, ji bo derhênan û afirandina şakarên bê hempa çavkaniyekî gelekî mezin û berfirehe.
Her çend hertiştek ne huner û jêhatîbûna nivîsandinê be jî, her tiştek ne bûyer û jiyandina wane jî. Di heman demê de huner û jêhatîbûna nivîsandinê, bisporiya dîtin û derbirîna dîtinê bê gûman sedema berhevbûna me ya vî rupelî ye. Ji xwe di vê xalê de, di vê kêliyê de, di vê dawî û destpêkê de huner û wêjevanî, nivîskar û derhênerî dest pê dike.
Herkes kare gelik tiştan bijî, herkes kare di nava bûyer û serpêhatiyên giring û serzîvrênerde bijî, lê herkes nabîne. Gelik kes dikarin bûyer û bobelat û serpêhatiyên hatî jiyandin bibînin lê ji vana herkes nikare tiştên dîtî derbibîre. Ji xwe ji bo ku em bixwe bawerin ku em jî di nav wan kesan dene yên vê birêveçûna jiyanê dibînin an jî bi awayekî kur dibînin, em li vira berhev bûne û dixwazin dîtinên xwe derbibirin. Êdî herkesek û hêza pênûsa xwe, an jî hêza derbirîna xwe. Lê mixabin di nava me Kurdan de hîna jî di vê çerx û serdemê de kêmbûn û kêşeyekî giring heye ku, tiştên tê dîtin, piştre jî bi rengekî hunermendî tête derbirîn bi xwestek û peywendîdariyê nayê xwendinê. Ku me arîşeya dîtin û derbirînê çareser kiribe, kêşeya xwendinê jî divê em bi hevre hewil bidin ku di vî rûpelî de vêya çareser bikin. Bi zanîn hunera xwe, bi zimanê rast û gotinên pak ve em karibin xwendekarên xwe zêde bikin û bihêlin ev hizirgeha me, ev rupelê zanistê û rewşenbîrîyê xwe bigihîne çardorê welatê me û tevayî xwendevanên Kurd yên li çardorê cîhanê.
Her çend min û çend hevalî ji bo avakirin û birêkxistina vê malperê hewil dabe jî, her gotinek, her peyvek ya malperê dê li gorî hizir û zanîna nivîskarên me yê malperê bête bicîkirin û ji bo xwendevan û mêvanan bête pêşkeşkirin.
Ji ber vê yekê jî di wê baweriyê deme ku malpera Rewanbej dê karibe di astekî hêjayî nivîskar û xwendevanên xwe de demekî gelekî dirêj bimîne û bi xebite.
Carekî din sipasiya Nivîskaran dikim ku dilê me nehiştin û beşdarî vê xebata giring ya Kurdewarî bûn. Rêka malpera me rêka Nivîskarên meye. Rêka malpera me tenê rêka Kurdewarî ye û bê gûman hevkariya tevayî kar û barên berjewendiyên Kurdî ye.
Hun bixêr û xweşî hatin malpera Rewanbej. Bi hêvî û daxwaziya xebatekî serkeftî û bê hempa.

 

08.08.2010/Di malpera Rewanbej.com de hate waşandin

You may also like...

Bersivekê binivîsin

E-posta hesabınız yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.