Gelavej.com – Malpera Çandî, hunerî

Malpera Gelavej.com piştî dema şer û şervantiyê, piştî hatina min ya ewrupa di sala 2002 yan de proja min ya yekem bû. Di navberê re herçend min hewil dida ku tiştina binivîsim û wekî pirtûk derbixim jî wekî projey Gelavej.com proja yekem bû.


Bi hewesekî mezin min hewil dida ku ti jiyana civakî de karibim karina biser bixim. Çawan ku her mirov xwe ji xirabû sextiyên jiyanê di parêze û ji bo xwe dana jiyankirin kar dike, min jî ji bo gelek sedemên bi vî rengî hewl dida û bê navber tevdigeriyam da ku hindek tiştan bikim.
Bêgûman karên Kurdewarî tu sudekî xwe ya darayî ji bo min nebû. Ji bo gelek mirovan nîne. Karê Kurdewarî ne karekî pera ye û ne karekî bazirganiyê ye. Her çend gelek mirov di nava sazî û dezgehên Kurdî de dibine diz û tenê ji bo berjewendiyê xwe rêxistinên Kurda bikar tênin jî, kesên ku ji dil dixwazin karê Kurdewarî bikin tu sudekî pera û darayî nikarin werbigrin. Li gelk xêzanî û perîşaniya darayî û arîşeyên xwe debarkirinê sala 2003 yê min malpera Gelavej.com vekir.

Di gelavej.com de Nivîskarên wekî Bavê Nazê, Omer Dewran, Ciwan Zagros, Ferzan Şêr, Mam Reccal, Xêzan Şîlan, Xîzan Şîlan û gelek nivîskarên serbest jî dinivîsîn û cih digirtin.

Gelavej li cem min navekî watedar bû. Li çiyê dema her sibeh em radibûn sundê berê min li gelavej bû. Sitêrka şivana an jî sitêrka sibê an jî zuhel, suhel bû navê wê. Ewqasî min bala xwe dida stêrka gelavej êdî min dizanî bê kîjan dema şevê ew stêrk dikevê kîjan aliyê erdê. Li çiyê gelik demê zehmet min sext û zehmet min bihurandin wan deman navbera min û stêrkan gelek baş bû. Gelavêj jî ji wira dihat.
Malper wê demê mesrefekî pir lê çû. Di dagirtina nava wê de jî herçend zehmetî hebin jî baş bû. Lê mixabin ji ber ku min nûçe ne girtibûne ser û ne rojane bû pir jî pêş ne ket.
Piştî çend salan ji ber ku malpereke dîtir hebû. gelawej.com û zimanê tirkî jî di nav wê malperê de bû û gelek xwendevanan malpera min û ew tevlîhev dikirin min biryar da ku malpera Gelavej.com biguherim bi navekî nû bi şêwazekî nû berdewam bikim. ji ber vê yekê jî di destpêka sala 2010 ê de min dest ji Gelavej.com berda û min bi navê Rewanbej.com malper vekir. Malpera Rewanbêj jî hetanî du salan dernekete pêş. Ji ber karê min yê bazirganiyê qels ma. Di despêka sala 2013 an de êdî Rewanbej.com bi awayekî çalek kete weşanê.

Bersivekê binivîsin

E-posta hesabınız yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.