Ez

Eger hun bikaribin bi çend gotina tevayî jiyana xwe binivîsin naxwe ez jî dikarim. Ku ez nikaribim bi çend gotina tevayî jiyana xwe binivîsim hun jî nikarin. Em mirov her çend carcaran bi çend peyvan û rêzikan xwe derdibirin jî, her dê hindek kes derkevin ku wan gotin û peyvên we têneghêjin.

Ji ber wê yekê jî ji bo ku piçekî xwe derbibirim di vî rûpelî de dinivîsim. Lê berî hun di nav rûpel de aloz û têkilav bibin çend rêzikan binivîsim dibe ku hun piştî xwendina van rêzikan dest ji rûpel berdin, hertişt bo we hesantir be û hun serê xwe gêj nekin.

Ez mirovekim ku wekî herkesî bê vexwendin û bê ku destûr ji min bê girtin ketim nav vê fezayî û vê jiyanê. Her çend hez li bêrîkirina rabihûrînê û hesreta jiyankirina dahatinê nekim jî, di vê ker û pariya jiyanê ya ku ez dijîm de dixwazim ji dewlemendî û bêsînoriya hizir û zanistê sud wergirim û pê mêjiyê xwe bicoşînim. Dixwazim di nava kirêtiya de çêja ciwaniyê, di nava gemarê de pakiyê, di nava tariyê de roniyê, di nava bêbextiyê de bext û piştevaniyê, di nava nankoriyê de nanpakiyê, palpiştiyê bibînim û çêja wê derxim.

Mirov çiqas karibe bê guman, bê tirs, bê hesab, bê hejmartina karîgeriya mirovên dîtir û hewaya jiyanê xwe derbibire, mirov ewqas bi azadiya xwe dihese û ewqas ji derewan, ji gloverkirina peyvan dur dikeve. Di vî rûpelî de hun dê vê bibînin. Ji ber ku hun heyecana film bijîn ez dê li vira tiştekî pir bo we nerêjim. Lê ez dê vê gotina xwe bikim bingehê derbirîna malpera xwe û çîroka xwe

– Piraniya mirovan rastiyan dibêjin lê rast nabêjin-

23.09.2013 : 03:00

Bersivekê binivîsin

E-posta hesabınız yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.