Ev çi gû bû me xwar

Dema ku min dest bi xwendina dibistanê kirî temenê min 5 sal bû. Li gundekî ser bi Nisêbînê ve navê wî Qesirbelek ê min dest bi xwendina dibistana Tirkan kir.
Mamosteyê me wekî hemî deverên Kurdistanê bi darê zorê dixwest me hînî zimanê Tirkî bike. Li gund Tirk tunebûn. Ji xwe piştî min dest bi dibistanê kirî bi sê çar salan elektrîk nû hate gund. Gundê bê ronahî dê tirk lê çibikin. Tenê leşkerên ku êvara li derdorê gund di çerixiyan û mamosteyê dibistanê Tirk bûn. Herdû jî ji bo me tenê yek tişt derdibirîn. –Tirs- wekî dîtir tu wateya wan ji bo me nebû.

Çîroka me Kurdan gelek duvdirêje lê ezê kin bibirim.

Bavê min wê demê Apocî bû, ez wê demê dibêjim lê berî 30 salî çawa bê neha jî her wisane. Dîsan Apociye.

Her şev leşkerên tirsnak dihatne gund û yek ji gundiyan dibirin. Di serê rêzenava di dest wan de jî bavê min dihat. Me şevên xirab û metirsîdar di himbêza dayka xwe de bihurandin. Dayka min jî her şev jinek ji gund vedixwende malê da ku şev hevalbendiya wê bike. Ji ber ku bavê min piranî diçû bajarê Tirkiyê da ku ji zilma leşkeran xwe vedize.

Mamoste û leşkeran hêrs û rikekî dijwar di nava min de çêkiribûn. Berî ku ez dest bi dibistanê bikim eve jî tê wê wateyê ku ez hîna nû bûme 5 salî. Bavê min ez fêrî tiştekî dikirim. Ew jî ew bû ku ez wekî Kurdekî mezin bibim û mafê xwe biparêzim. Mafê xwe yê Kurdîtiyê, yê kesayeta xwe biparêzim. Ev kesên xerîp ku têne gund, ev kesên cilê wan keskê tarî û çekdar ne karibin zilma xwe li ser min jî bikin. Dibistana gund li pêş mala me bû. Di navbera malê û dibistanê de sed gav hebû. Bavê min carekê dermance da dest min û got li dîrekê dibistanê nîşan bigre û bavêje. Di zaroktî de tiştên seyr qet ji bîra mirovan naçin. Min di wî temenî de ji dîrek nîşan digirt û bi demancê bi alîkariya bavê xwe gule avêtine dîrek. Di dema dibistanê de ala Tirkî bi wî dîrekî ve dihate daleqandin. Dema min tavêt bavê min gotinek ji min re kiribû. Dema tu mezin bûyî tê bi vî rengî tirkan bikuje. Lê gotina bavê min li aliyekî min ji bo heyfa xwe rakim di avête wî dîrekî. Sedemên wê pirbûn.

Gelo dê zarokek heyf û tola çi rake?

Ji bo zorakokên wekî me sedemên tolhildanê pirbûn.

Ew dîmen jî ji pêş çavên min naçin qet. Di navbera 2 an jî 3 salîdebûm. Li mala bapîrê xwe bûm. Dapîra min xalîçeya oda fireh ya mêvana rakiribû. Erda odê ji betonê bû. Ez ji xwere di odê de rûniştîbûm bi tenê, gundê me havînan germ dibe. Herkes li derve bû. Tenûra gund di ber mala bapîrê min de bû. Qet nayê bîra min bê çima ez li wirbûm lê bawerim dayka min hatibû tenûrê ku nan bipêje.

Ji nişkê ve mirovên bi heman cilên keskên tarî û bi hesinên di dest û milên wan ve ketne hundur. Zimanê wan qet ne wekî zimanê dayika min bû. Ji xwe ji newqê û jêrve ez tazî bûm. Hema di cihê xwe de ji tirsa min yekser bi xwede mîst û mîza min jî herikî çû nîvê odê de ser betonê kom bû.

Leşkeran wê kêliyê ez ji bo xwe metirsî nedîtim û derketin çûn.

Lê wan ne dizanî ku ew mîz dê bibe çîrokekî dûvdirêj.

Di zaroktiya xwe de em gelik leyistikan dileyistin lê leyistoka ku qet jibîra min neçû û hema herroj em dileyistin leyistoka apocî û eskeran bû. Navê apociya pir nayê bîra min lê em û eskeran me şer dikir. Di leyistokên me de hertim yên dihatine kuştin esker bûn.

Gelek bûyerên bi vî rengî hene lê ez bawerim gelek bûyerên pir xirabtir û çîrokên gelek balkêştir di jiyana Kurdan de hene.

Dîsan tiştê ku di nava berhevka mêjiyê min de cih girtî yek jê jî hînbûna tirkî bû. Min gelek lêdan xwar ji bo ku hînî Tirkî bibim. Sîxurê dibistanê jî Kurmamê min bû. Kî bi Kurdî axifîbane diviya navê wan binivîsê. Lê dibistan tev Kurmamê min bûn ji xwe. Kurmamê min jî bi torpîlê, bi carna tiştikên biçûk navê min nedinivîsî, mamosteyê ker jî dixwar, wer dizanî ku ez tirkî dizanim.

Em Tirkî hîn bûn lê me tirkî nexwar, ne daqurtand her lêdanek, her darek, her sileyek di nava min de bû kul bû birîn û jiyana min diyar kir.

PKK mezin bû. Apo cî bûne PKK û artêşa Gerîlla.

Em ji bo xeyal û heyfa zaroktiya xwe bûne Şervan û çûne serê çiya. Me ne dizanî welat çiye. Me ne dizanî erd çiye. Dema ku min çek da milê xwe û li gel Serokê Kurdan bûme parezvanê wî temenê min nû dikete 16 han. Simbêlan xwe didane der.

Min gelek dixwend. Ji sosyalizmê, kominîzmê, kapitalîzmê, ew îzmana min hemî xewndin. Her çend min zêde tiştek fam nekiribane jî dema ku nobeta min li ser mala li Akademiya Bekka yê di qediya min dest tavête pirtûkan û ez ranedizam min dixwendin. Ew îzmana hetanî roja xwe ya îro jî jiminre germ nehatin, her çend min ji gelek izm-îstan bêhtir fam kiribe jî li gorî xwe min qet tiştek jê fam nekir.

Dem bihûrî, dewran çerixî, ez serê we neêşênim wekî gelek şervan û tekoşînvan û zehmetkêş û welatparêz û milîs û arîkar û alîgir û her mirovekî Kurd min jî çîrokeka dûvdirêj jiya û wekî ku hevalekî gotî bi xeyalê ku rojekê li Amedê bi dohol û zirneyan gel şervanên xwe pêşwaz bike min jî giyan û cendekê xwe danî ser mêzeya bazara şer.

Piştî demekê min dît ku qet jî xeyalê min yê tolhildanê pêk nayên û dilê min aram nabe. Di dîtinê de em tev ji bo Kurdîtî dimrin lê mixabin em bi Tirkî dimrin. Di berîkên me de helbestên tirkî, di rojaneyên me de nivîs bi tirkî, dengên me yên tomarkirî bi tirkî, diruşmên me bi tirkî, silavên me bi tirkî, jiyana me bi tirkî.

Em pîroz bûn. Lê bi tirkî…

Em qehreman bûn. Lê bi tirkî…

Em şervan bûn. Lê bi tirkî…

Zarok derewa li dê û bav gelek dikin. Lê tu carî derewa li xwe nakin. Li xeyalê xwe nakin. Di dema dibistana navîn de di temenê 10 salî de min pirtûkeke bi tirkî xwendibû. Di nava pirtûkê de ev hevok hebû. Pirtûk ya kê bû, çibû ser çibû nayê bîra min.

-Nan var, pîvaz var, nîye oldu bu hiyar-

-Nan heye, pîvaz heye, çima mir ev xeyar-

Mirovek miribû yê dîtir jî ew dîtibû û di turikê wî de nan û pîvaz dîtibû. Çîroka pirtûkê tiştê tê bîra min ev bû. Ez bi rojan ser vê peyvê ser van hevokên nan û pîvaz bi kêf û şahî jiyam. Serî li min zîvirî bû. çawan çêdibe ku di nav pirtûkekê li tirkî de peyvên Kurdî hebin. Çawan çêdibe di demeke wisan de ku  bavê min kasetên şivan perwer dixistin nava dîwarê malê de û ser wêya herî dikir ev peyvana di pirtûkekê de bin. Ez sermest bûbûm.

Lê êdî hatibû wê astê ku bi Kurdî nivîsîna Gerîlla ji minre bû hesret. Bi Kurdî nivîsîna jineke Kurd ji min re bû bêrîkirina herî mezin.

Dema ku min di pirtûka Helîm Yusiv de xwend dema ku zilam di kutê kerê û paşê jî li ser piştê li erdê dikevê min gelek dixwest ku herkes min guhdar bike û ez wê sehnê bixwînim. Lê ka…

Eger ku bi tirkîbane guhdar dê pirbane.

Ji xwe mijar ne ew sehne ne ew kutan ne jî ew pirtûk bû. Mijar tênîbûna Kurdîtiyê bû. Dema pirtûka Mehmet Uzun ya Evdalê zeynikê min qedandî (temenê min nayê bîra min lê di salên ciwaniyê de me xwe kal didît). Min dixwest ji hemî hevalan re bixwînim.

Lê dem û dewran dîsan çerixî.

Şer em azad nekirin. Aştî bû şerê herî pîroz.

Bêguman şervanek nabê siyasetmedar tu carî. Kî bêje ku şervanek divê piralîbe û siyasetmedar be vir dike. Ji ber ku şervan xwedî heste, siyasetmedar xwedî deste. Ew hest di wî destî de dibe hepis.

Gelek tiştên ecêb em bûne şahid. Min şerê Kurdan jî kir. Her şervanek bi şervantiya xwe ve serbilinde lê ez hetanî saxim serçemandî me. Sedem çi dibe bila bibe ew ne derdê mine lê sedî seh ji bo xweyalên xwe tevgeriyam sedî heftê jî nizanim ji bo çi. Ew sedî heftê bi şerê dijî Kurdan ve bihurî.

Ev rûreşî, ev kuştina xeyalne dîtir ne bi pênûsên pûç, ne bi hizrên jiberkirî, ne bi çîrokên bi pera nayêne cebirandin û ev kul tu carî ji vî mêjî dernaçe.

Bêşerî û aşîtî û aramî û jiyankirina Kurdan tiştekî ewqas pîroze ku, pêk anîna vê di destê min da be deh carî dîtir dikarim giyan û cendekê xwe bikim ser sêla sor.

Lê mixabin. Îro dema ku gundiyên Qesirbelekê ji min re dinivîsin û ez bersiva wan didim carekî dîtir nanivîsin. Tiştê ku destpêkê di serê wan de derbas dibe eve – Ev ji xwe ji çiyê hatiye û Tirkî jî nizane, zehmete em li gel vî tiştekî bi axifin.-

Ew qesirbeleka ku berî bi 30 salî bi darê zorê hînî tirkî nebû, neha bi darê zorê hînî Kurdî jî nabe. Lê vê qesirbelekê dengê xwe dane BDP û 3 şervan jê derketine.

 

Ev çîroka wêjeyî ezê bi çîrokeka Kurdewarî bidawî bikim.

 

Rojekê axa û xulam dibêjin em dê biçine bajêr. Didine rê û diçin. Di rêkê de rastî rîxekê tên. Axa dibêje xulam.

-Xulam ka raweste. Eve rîxe li vê erdê.

Xulam;

-Belê axayê min bi fermo.

Axa;

-Xulam eger ku tu nîvê vê rîxê bixwe ez dê hemî gundên xwe, axatiya xwe, mal û milkê xwe bidime te û ezê bime xulamê te.

Xulam qet ne hizirî, ji xwe hema herroj rîxê dixwe jiyana wî ne tu jiyane, hema bi xwarina nîv rîxê dê çibibe qey. Û xulam got;

-Başe axayê min çima na.

Xulam rîx xwar. Axa û xulam çûne bajêr. Karê xwe qedandin û vegeriyan. Xulam rîxa xwe xwariye lê kêf kêfa wîye. Bûye axa. Axa dilteng bû. serê wî êşiya. Ji xwere got;

-Ev xulamê pîsik bi xwarina nîv rîxê ve bû xwedî hertişt. Û qet tiştekî jî pê nehat. Ez bi vî rengî biçim gund dê heya min biçe.

Di rêkê de dîsan gehane wê rîxê. Û axa dîsan got.

-Tu zanê ez çi hizirîm?

Xulamê berê;

-Bêje

Axayê berê;

-Ez dê vê rîxa mayî bixwum û tu hemî tiştên min şûnve bide min.

Xulamê berê hizirî. Wele çawan bê axa ew. Hemî tişt di destê wî deye. Gund û mal û milk û hêz û pere. Ez çi jî bikim vala ye, hema bila rîxê bixwe baştire. Û got

-Başe dê bixwe naxwe.

Axayê berê ew nîv rîxa mayî xwar û hemî tiştên xwe şûnve girtin û herkes wekî berê vegeriyane gund.

Di ketina gund de xulam axa rawestand û got;

-Axayê min ezê tiştekî ji te bipirsim?

Axa;

-Fermo bipirse.

Xulam;
-Dema em ji vî gundî derketin tu axa bûyî. Û vaye em vegeriyane gund dîsan tu axayî û ez xulamim.

Axa got;

-Belê raste.

Xulam gotina xwe bi dawî anî;

-Ê başe ev gu çibû me xwar?

 

Ê vêce ez dighêjime beşeke gelek gelekî kêm ya dawiya vê çîrokê. Dema ez ji gund derketim Tirk axa bûn. Eve bû 30 sal dîsan tirk axane. Qencê me Tirke, pêşengê me tirke, rêberên me tirkin. Zimanê me tirke, welatparêziya me bi tirkiye, şoreşkerîya me bi tirkiye, çapemeniya me bi tirkiye, hevaltiya me bi tirkiye, şer û tekoşîna me bi tirkiye. Yên muxalif jî bi tirkî ne, rewşenbîrên rexnegir jî bi Tirkîne. Çep, rast, xwehr hemu bi tirkî ne. Hema hertişt wekî berî 40 saliye. Xirabtir jî.

Qesirbelek jî bi Tirkiye êdî.

Û dawiyê siyaseta ku ji xwe bi Tirkî bû vê carê bû Tirk jî. Kurdan dengên xwe dane BDP, beşa herî zêde Kurdan got BDP, lê piştî ewqas qelebalix û pevçûn û şer û reklam û mesref û tab û zehmetî bi mehekê BDP diruşma xwe diyar kir û got – Bijî Tirkîleşme- û bû HDP partiya Tirkîbûnê.

 

Ez xulamê berê peyva xwe ya dawî bikim;

-Di derketinê de hun axa bûn, di ketina gund de jî hun axane,

Ê başe eve 40 sale ev gu çibû me xwar?

 

25.04.2014

Agirî Soran

Di malpera Rewanbêj de hate weşandin

 

You may also like...

Bersivekê binivîsin

E-posta hesabınız yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.