Elemanya – Doza dermançeya bi bangor

Berî bi heyamekê jiber hindek arîşeyên kar û pera, rayedarên gumrik û bace hatin mala me wekî ku erişî mala Çeqel Carlos kirine 10 kesan dabû duv hev hatin lêgerînê.

Pirsiyan çek di malde heye min jî got erê û çeka xwe ya bi bangor modela Smitt Wesson bi 9 guleyan ve min şanî wan da. Ji xwe di lêgerînê de dê bidîtana.
Dermance birin. Paşê doza dermancê eve çend mehe berdewam dike. Parêzerê min jî xwedê jê razî jineka gelek bêhnferehe û gelek bi xwe bawere.

Li Elemanyayê pergal bi 4 tiştan dimeşe, an jî mirov bi 4 tiştên giring dijîn,
1- Ewlemayîn ( di kurdî de her çend hîna baş bicî nebûbe jî, di elmanî de Versicherung, di ingilîzî de Insurance, di fransî de assurance, di tirkî de sigorta, di kurdiya tirkmancî de jî sixorta)
2- Bijîşk 3- Hejmaryar, an jî zanayê bacê (Muhasebe,schteuerberater) 4- Parêzer (bêgûman qala herkesî nakim lê piraniya wan sedî not û neh û neh)

Gelek tişt û sazî û dezgehên dîtir yên vê pergalê hene wekî benqe, wekî dadgeh, wekî saziyên ku deynê kesan wedigrin, saziyên çûnû hatina bi navgihîna û hîna gelik sazî û dezgehên ku kesan, gel û mirovan di şelihînin hene lê yên ku herî zêde jiyana mirovên elemanya bi wan ve girêdayî evin.  Û di vê elmanyayê de jî yên ku bi mirovan re nexweşiya dil, nexweşiya şekir, penceşêr çêdikin jî evin. (ku peywendiyekî cendekî hebane minê gotibane nexweşiya AIDS jî lê peywendiyekî cendekî nîne li gel van.)

Piştî ku min kin qala taybetmendiyên vê –jiyana xweş, devera xweş û mirovhez- hejmartin derbasî mijarê bibim.

Berî bi çend rojekî doza dermancê bû. Diviya biçûmane dadgehê. Em çûn parêzera meyî nazik û nazdar jî hat. Lê dadgerê me dereng hatibû ji bo wê jî kesên ku dê doza wan bihatana dîtin salon dagirtibûn, dem bihurîbû. Kêfa me hat me got de dê doz bête taloqkirin û paşê dê bêtedîtin. Parêzer jî xwe dema xwe zêde nebû. Çû gel dadger û pêre axifî. Di navbera derî re xwuyan dikir, dozeke dî dimeşî lê parêzera me geh xwe di zîrivande vî alî geh wî alî û li gel dadger di axifî. Kêfa me hat, me got naxwe bixêre dê tiştên baş bibin.

Piştî kêliyekê parêzera me hat, dev biken û tilînaz. Dema mirov li yekî devbiken dinêre devê mirov xwe bixwe vedibin û ken digre. Em jî pêkenîn. Got;

– qediya lê em dê dîsan gilîyê xwe bikin. Lê baş bû.
em jî hîna li ruyê parêzerê dinêrin û ji xwere diknin. Me got;

-gelek başe.

Parêzer hîna di bin bandora hakimde maye dema di axifê xwe dibê û tînê.

-me bi neh mehan qane kir, min hinek naz kir, xwe piçek zîvirand, ya rastî navbera tu kesî bi vî dadgerî re nîne û nebaşe, lê nizanim çima dema ku ez nazekê dikim êdî biryarê baş dide. Me bi 9 mehan ve me mesele bi dawî kir, lê em dê giliyê xwe li vê jî bikin em na pejirînin.

Kêma me hat. 9 meh dema hişyariyê ne pire. Ez li hêviyê bûm 6 meh bidin. Li elmanya dema hişyariyê heye. Di nava wê demê de tu çi tawanî bike dê yekser te bigrin zindanê. Em jî bi dilxweşî çûne ser karê xwe.
Berî du rojan nameyek hat ji dadgehê, encama dadgehê, têde dinivîse,

Ji ber ku çekeka smitt wesson ya bi bangor li gel 9 guleyan we licem xwe ragirtiye 9 meh zindan û 3 sal jî dema hişyariyê em didin we.

 

Wê rojê têra xwe kenîm.

Naxwe ku parêzer 2 sal sezayê zindanê dabane min dê parêzera me rasterast dabanê de.

 

You may also like...

Bersivekê binivîsin

E-posta hesabınız yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.