dil dîlê dilê te ye / Helbest

Deriyê hesinî
wekî hutê heftserî
çavê xwe li ser min zal dikir
Dîwarên pola
wekî çar gûrên boz
govend digirtin li dora min
Paca kevirî, hesinî û kor
li ber serê min
dîlgirtina cendekê min pîroz dikir

Di qelşên pacê re
heyvê henekê xwe bi min dikir
ew heyva
di şevên tarî de
rêka min ronî kiribû

Cejna nobedarê min bû liber derî
cejneke navbera azadî û girtîbûnê.

Ez jî bi tevan dikenîm.
Bi dîwarên cemidî
rûwên cemidî
kenên cemidî
yên ji derveve bayê wan liba dibû.

Cendekê min di dilê min de dîl bû

Dilê min;
tenê di dilê te de dîl bû
Dilê te
ew girtîgeha min dilê te
ji stêrkên asîman bêhtir azad bû.

 

09.06.2015
Girtîgeha Bielefeld
Elmanya

 

You may also like...

Bersivekê binivîsin

E-posta hesabınız yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.