Destpêkirina dibistana seretayî ya Tirkan

Di gûndê Qesirbelekê de, tenê dibistana gûnd ji betonê hatibû avakirin. Wekî dîtir xanî tev an jî heriyê û kelpîça, an jî ji keviran ava bûbûn. Lê dibistan ji betonê bû û xaniyê herî rast û anîşkê xwe diyar bûn. Li pêşiya gûnd bû, wekî desthilatekî, wekî nobedarekî gûnd radiwestiya.

Ji xwe li pêş mala me bû. Xaniyê herî nêzîkî dibistanê jî xaniyê me bû. Ez bawerim di pêc saliya xwe de min dest bi çûyîna dibistanê kir. Hema ji roja destpêkê ve bê dilê min bû. Her tişt ji minre xerîb bû. Ji wan cilên wekî yê leşkeran yên yekreng û yek awa û yek dirûtin bigrin hetanî bi wêneyên nava dibistanê, mamosteyê xerîb, nivîsên xerîb. Xwendina peywan û sundên tirkî bi tirkî, qedexeya zimanê me, lêdana mamosteyê xerîb. Evana tev jî ji bo min hertim xerîb bûn. Ji xwe ji roja yekem de di nava min de hewesek û germiyek li himber vê xerîbiyê çênebû. Çilo jî bane hindek kurapên min an jî hevalên min navê min didane mamoste ji bo ku ez bi Kurdî axifîme û dawiya dersan çi jî bane min lêdan dixwar. Ji xwe em hemî kurapên hev bûn. (hetanî bi vir sala 2008 ê min nivîsîye)

You may also like...

Bersivekê binivîsin

E-posta hesabınız yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.